Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...
Çarşamba - 13 Kasım 2024

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...

Rojnameger Pelşîn: Em ê dest ji ronîkirina rastiyan bernedin

Rojnameger Pelşîn Çetînkaya ku dema berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman li Êlihê dişopand bi êşkenceyê hat binçavkirin û piştre hat berdan, wiha got: “Bajar veguherandine girtîgehê. Tevî daxwaza hikûmetê ya ji bo çapemeniya yek deng jî, em weke çapemeniya azad dest ji ronîkirina rastiyan bernadin."


Bi talîmatên Wezareta Karên Hundir şaredariyên Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê dagirkirin. Gel li dijî qeyûman daketin kolanan û li ber xwe da, rojnamegerên ku berxwedana gel ê faşîzma dewleta tirk a li ser gel radigihandin bi êşkenceyê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya jî yek ji wan kesên ku bi êşkenceyê hat binçavkirin û piştre serbest hatin berdan e. Pelşîn Çetînkaya di dewama berxwedana serdemê de qala êşkenceya polîsan kir. Pelşîn Çetînkaya bi bîr xist ku cara sêyemîn e qeyûm tayînî bajarên Kurdistanê kiriye û diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin ew çûn herêmê û geşedana şopand.

Pelşîn Çetînkaya anî ziman ku piştî qeyûm tayînî navenda bajarê Êlihê hate kirin berxwedanek derketiye holê û got, “Bajar veguherandin girtîgehê. Gel ji bo xwedîderketina li îradeya xwe herikîn pêşiya Şaredariya Êlihê. Bê guman, polîsên ku ev yek dît, astengiyek din zêde kir. Ji ber ku welatî ji bo xwedîderketina li îradeya xwe herikîn şaredariyê û meşiyan. Lê belê bi polîs û bariyeran destûr nehat dayîn ku welatî bên şaredariyê. Ya rastî welatiyên li wir êrîşî polîsan nekirin, xwestin bikevin şaredariyê. Ji bo mafên xwe têkoşîn dikir. Kesên ku xwestin bikevin şaredariya ku bi vîna xwe hilbijartine, bi tundiya polîsan rû bi rû man.”

Pelşîn Çetînkayadestnîşan kir ku êrîşan bi bertekên gel destpê kirine û destnîşan kir ku dema xwestine îşkenceya polîsan tomar bikin êriş li wan hatine kirin û kamerayên wan hatine desteserkirin. Pelşîn Çetînkaya wiha domand: “Tevî ku me diyar kir ku em rojnameger in jî, em ligel hevaleke min a rojnamevan di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin. Êşkence li welatiyan dikirin û welatî dikişandin quncikan û yên ku dixwestin vê yekê tomar bikin jî bi heman awayî dihatin îşkencekirin. Destûr nayê dayîn ku îşkenceya ku bi aşkereyî li gel tê kirin were tomarkirin. Li hemberî welatiyan û me gelek gotinên zayendperest hatin bikaranîn. Dema ku me hewl da îşkenceya wan tomar bikin, destdirêjî û êşkenceya devkî û fîzîkî li me kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî me dan jî bi îşkenceya polîsan rû bi rû man.”

Pelşîn Çetînkaya diyar kir ku ji bo şopandina daxuyaniya li Kolana Gulistanê li wê herêmê bû û wiha got: “Bi hezaran kes ji bo daxwaza îradeya xwe hatin cem hev. Dema ku daxuyanî bi dawî bû, dema ku min li wê herêmê geşedan dişopan, dîsa êrîş li mirovan hatin kirin. Wê demê êrişî min jî kirin. Ligel ku min diyar kir ku ez rojnameger im jî, îşkence li min hat kirin û qeyda min hat astengkirin. Di wê demê de hevalekî min a rojnamevan jî mudaxele kir û polîsan xwest wî jî di bin îşkenceyê de binçav bike. Tevî ku min diyar kir ku ez rojnameger im jî bi kaşkirina li der û dorê ez hatim binçavkirin. Kamera hevalê min ê rojnameger jî şikandin. Ji ber ku me îşkenceya wan tomar kir em hatin binçavkirin. Ji min xwestin ku ez telefona xwe vekim, dema min got ez naxwazim vekim û bidim, ji aliyê polîsan ve careke din porê min hat kişandin. Dema em xistin wesayîta binçavkirinê em 8 kes bûn. Îşkenceya li kesên di wesayîtê de berdewam kir. Pê li serê gelek kesan kirin û pozê wan şikestin.”

Pelşîn Çetînkaya diyar kir ku di wesayîtê de destê wê ji paş ve kelepçe kirine û wiha got: “Piştî ku nasnameya min birin û kontrola GBT’yê kirin, tevî ku destê min li pişta min kelepçe kirin jî nasnameya min avêtin ser min. Her tim şîdeta psîkolojîk li min kirin. Li ser gotina welatiyekî, ‘Ez derbas dibûm’, polîsekî jî bersiva, ‘Tu jî wek Berkîn Elvan çûyî nan bikirî’ da. Ji ber vê yekê em êrîşên li dijî me dizanin. Nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo çapemeniya azad aşkere ye. Hikûmet medyayeke yek dengî dixwaze. Ji ber ku em vê qebûl nakin îro em dibin hedef. Me xwest îşkenceya ku li gel tê kirin bi awayekî herî hêsan nîşan bidin û ji bo tiştên diqewimin dernekevin holê ev tên kirin. Medyaya alîgir tu carî îşkenceyê ranagihîne em vê îşkenceyê eşkere dikin. Ji ber ku min îşkence tomar kir êriş li min hat kirin. Ji ber ku me rastî eşkere kir îro em tên binçavkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar