Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk ê di meha adarê de li sînorê Edîrneyê çûna penaberan a ber bi Ewropayê ve dişopand hatibû binçavkirin û girtin. Bi îdiayên ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘propaganda rêxistinê kiriye’ doz li Stêrk hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê îro li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Stêrk ê li Girtîgeha Sîncanê dihar girtin bi hinceta vîrûsa koronayê nebirin Dadgeha Çaglayana Stenbolê û bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî Ozcan Kiliç û Gursoy Demîr jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişîn dest pê kir.
Stêrk di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku hemû îdiayên derbarê wî de bêbingeh in û ew ne ji bo revê ew ji bo geşedanên derbarê penaberan de bişopîne çûye sînorê Edîrneyê. Stêrk da zanîn ku angaştname bi şaşîtiyan tije lê hatiye kirin û tê gotin ku ‘ez nûçegihanê DÎHA’yê me’ lê ev çend sal in DÎHA hatiye girtin û wî propaganda rêxistinê nekiriye û wî tenê bi mexseda agahî belavkirinê di medya civakî de hin tiştan parve kiriye. Stêrk sûcdariyên li ser xwe red kir û xwest were berdan û dîsa xebatên xwe rojnamevaniyê birêve bibe.
Dozger biryara xwe ango mutalaya xwe aşkera kir û xwest Rawîn Stêrk girtî were darizandin.
Xwestin muwekîlê wan were berdan
Parêzeran jî parastina muwekîlê xwe kir û diyar kirin ku muvekîlê wan rojnamevan e û ew bi armanca agahdarkirina xelkê parvekirina dike û nûçeyan dişopîne û xwestin Stêrk were berdan.
Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hat berdan. STENBOL