Polîsan nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ruken Demîr serê sibê li malê wê binçav kirin. Her wiha nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Melîke Aydin jî hat binçavkirin
Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ruken Demîr a li navçeya Konaka Îzmîrê de girtin û binçav kirin. Polîsan saet di 06.00’an de bi ser malê de girt û lêgerîn pêk anîn. Piştî legerînê, bi îdiaya der barê wê de biryara girtinê heye binçavkirin. Polîsan telefon û kompîturên li malê jî desteser kirin. Der barê Demîr de heta 24 saetan biryara veşartina dosyayê stendin.
Her wiha polîsan Demîr birin TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.
Nûçegihanê JINNEWS’ê hat binçavkirin
Her wiha nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Melîke Aydin jî di encama serdegirtina malê de li mala xwe ya Îzmîrê hat binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan dest danî ser alavên wê. Hinceta binçavkirina Aydin nehat zanîn û hat zanîn ku Aydin birine TEM’ê ya Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê. ÎZMÎR