Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Turan û 5 kesên li gel wê hatibûn binçavkirin, piştî derketin pêşberî dadgehê hatin berdan. Parazvanê mafên mirovan Adnan Vural jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
Di 19’ê adarê de midûriyeta polîsan a Dersimê ji bo kameraya xwe bigire bangî nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tûran kirin û binçav kiribûn. Turan a çû miduriyetê hat binçavkirin û birin Enqerê.
Rojnameger Turan û kesên di heman rojê de li Enqereyê hatin binçavkirin Adnan Vural, Gulser Kiliç, Îsmet Meydan, Mehmet Sıddik Akin, Mustafa Karabudak û Belgizar Sazak li Midûriyeta polîsan a Enqereyê îfade dan. Piştî îfade dan sewqî dozgergiyê kirin. Dozgeriyê Semra Turan, Gulser Kiliç, Îsmet Meydan, Mehmet Siddik Akin, Mustafa Karabudak, Belgizar Sazak bi şertê qedexeya dervê welat serbest berdan. Parazvanê mafê mirovan Adnan Vural jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. ENQERE