Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Rojnamegeran bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?

Navenda Nûçeyan |

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), li ber avahiya edliyê bertek nîşanî girtina rojnamegeran da. Rojnameger li Stenbol, Enqere û Edenê li hev kom bûn û gotin ‘Rojnamegerî ne sûc e’ û xwestin rojnamegerên girtî bên berdan.

TGS’ê bi armanca şermezarkirina binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên TGS’ê, endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP), xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş û Sekreterê Rêxistina TGS’ê Mûstafa Kulelî derbarê girtin, binçavkirin û zextên li ser rojnamegeran de axaftinên kurt kirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê di nava 15 rojên dawî de dîsa rojnameger hatin girtin û darizandin û wiha hat gotin: “Di nava 15 rojan de 28 rojnameger hatin binçavkirin û 8 ji wan hatin girtin. Hikûmet ji ber polîtîkayên xwe yên derveyî welat rojnamegeran dike hedef.”

ENQERE 

TGS’ê li Enqerê jî daxuyanî da. Daxuyanî li ber Edliya Enqerê hat lidarxistin. Parlamenterên CHP’ê Kanî Beko û Atîlla Sertel, parlamenterên HDP’ê Abdûllah Koç û Alî Kenangolû, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê Fatîn Kanat û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn.

Seroka TGS’ê ya Enqereyê Esra Koçak di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di van rojan de hiqûq dîsa tê binpêkirin. Em weke rojnamegeran edaletê dixwazin. Em ji vê derê bang li Wezareta Dadê dikin, hempişeyên me yên ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hatin girtin demildest berdin. Hiqûq û edalet, her roj ji bo her kesê wê pêwîst bibe.”

Parlameterê CHP’ê Sertel û parlamenterê HDP’ê Koç jî dan zanîn ku qanûna bingehîn a heyî tê binpêkirin û wiha gotin: “Kesên ku biryara girtina rojnamegeran dan, wê rojekê ew ê jî bikevin girtîgehan. Hemû kesên bêhiqûqiyê dikin, wê rojê hesab bidin edaletê. Em girtina rojnamegeran şermezar dikin. Gelo bi girtina rojnamegeran hûn tiştekê ji gel vedişêrin? Em dibêjin ku demildest rojnamegeran berdin û bila karê xwe dewam bikin.”

EDENE 

Şaxa TGS’ê ya Edeneyê jî derbarê binçavkirin û girtina rojnamegeran de li Parka Hunermendan li ber Birdariya Çapemeniyê daxuyanî da. Endamên Baroya Edeneyê, Turk Îş, Petrol Îş, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Gel a Komarê (CHP) û rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê TGS’ê Salîm Buyukkaya di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Di 15 rojan de 28 rojnameger hatin binçavkirin û 8 ji wan hatin girtin. Bi vî awayî hejmara rojnamegerên girtî derket 91’an. Rojnameger ji ber nûçeyên nivîsandine hatin girtin. Di girtinên dawî de jî me dît ku daraz ne serbixwe ye. Em edaletê dixwazin. Ji ber ku rojnamegerî ne sûc e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar