Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin

Danişîna doza rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman wê di 24’ê îlonê de bê dîtin. Beriya danişîna doza Ataman, rojnamegeran bang li hemû rojnameger û sendikayên rojnamegeran kir û xwestin bibin dengê Ziya Ataman û Ataman serbest bê berdan

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman, di 11ê nîsana 2016an de hat girtin û girtî tê darizandin. Danişîna Ataman dê di 24’ê îlonê de li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. Rojnameger Ataman bi 10 jê girtî 20 kesan re tê darizandin. Darizandina Ataman 3 salin didome. Hemû şahidan diyar kiribûn ku dibin îşkencê de îfade dane û girtek bi darê zorê îmze kirine û îfadeyên xwe guhertibûn. Lê ligel vê yekê jî Ataman nayê berdan. Di danişîna herî dawî de, şahid Ûgûr Eyînç ê heya niha ji ber îftirafkariyê 22 caran lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, diyar kiribû ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tuneye, di dema lêpirsînê de beyî ku îfedayan bixwîne îmze kirine. Şahid Aytaş Yalman jî gotibû “Bêyî ku îfadeyan bidin xwendin, bi me dan îmze kirin. Polîsê Hêzên Taybet bi qontaxa çekê li serê min xist.”

Dozger 47 rûpel mutaala pêşkêşî dadgehê kir û xwest Ataman jî di nav de, hemû girtiyên tên darizandin bi îdîaya Hevgirtina welat û yekitiya dewletê xera kirin, memûrê cemawerî kuştine, Bi teqemeniyê zirar dane malê cemaweriyê û Di nava xebatên rêxistinê de, madeyên teqemenî bi kar anîn bên ceza kirin. Dozger di heman demê de ji hemû madeyan xwest Ataman bê cezakirin. Rojnamegeran bang li hempîşe û sendîkayên rojnamegeran kir û xwest bibin dengê Ataman.

‘Em bibin dengê Ziya Ataman’

Rojnameger Îsminaz Temel diyar kir ku Ataman hem nexweş e û hem jî rojnameger e û wiha got: “Girtina rojnamegeran li vî welatî bûye pirsgirêka sereke. Ez jî hatim girtin û demek nêzîk hatim berdan. Ez dizanim dûrketina ji rojnamegeriyê çiqas zahmet e. Ev welat dijminê rastiyan e. Dijminê rojnamegeran e. Ji ber vê yekê ew qas rojnameger girtî ne. Di şexsê Ziya Ataman de hemû kevneşopiya çapemeniya azad girtî ye. Divê Ziya Ataman bê berdan. Ji bo vê yekê jî divê em hemû rojnameger bibin dengê Azataman. Divê em ji bo Ziya şêwirmendi û piştevaniyê mezin bikin.”

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî anî ziman ku Ataman demek dirêj bêyî delîl girtî tê darizandin û wiha got: Hempîşeyê me û nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin  Ziya Ataman demek dirêj e girtî ye. Nexweşiyên wî yên giran hene. Divê serbest bê berdan û li derve bê dermankirin. Dozger ji bo girtina Ataman tu delîlên şênber nîşan nedaye. Divê serbest bê darizandin. Di 24’ê îlonê de danişîna wî heye. Em dixwazin hempîşeyê me serbest bê berdan. Em dixwazin hemû hempîşeyên me serbest bên berdan.”

Bi girtina rojnamgeran rastî nayên veşartin

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî anî ziman ku Ataman 3 salin girtî ye wiha got: “Dozger û dadgerên ku Ataman girtin îro ji doza FETO ji peyvirê hatin dûrxistin. Lê îro Ataman girtî tê darizandin. Ev yek neheqî ye. Dîsa Ataman nexweşê giran e. Li girtîgehê bi rêk û pêk nikare bê dermankirin. Ji ber ku nayê dermankirin her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe. Serlêdana wî ya AMY’ê hat redkirin. Bi girtina rojnamgeran rastî nayên veşartin. Divê Ataman serbest bê berdan. Divê her kes di 24’ê îlonê de tev li danişîna Ataman bibe. Divê ev neheqî bi dawî bibe. Em wekî TGS dê di 24’ê îlonê de li Şirnexê dozê bişopînin.”

Evîn: Sûcdarî heye lê delîl tune

Rojnameger Mehveş Evîn jî anî ziman ku Ataman jî di nav de zêdeyî sed rojnameger girtî ne û wiha got: “Parêzer diyar dikin ku demek dirêj e girtî tê darizandin. Serî li AYMê dan. Lê serlêdana wî red kirin. Ataman li dijî nexweşiyên giran têdikoşe. Sûcê Ataman çiye? Bi Endamtiya rêxistinê’ tê tawanbarkirin. Lê delîl tune. Suc heye delîl tune. Tenê stajerê DÎHA ya hat girtin e. Dê di 24’ê îlonê de derkeve pêşberî dadger. Em dixwazin Ataman ku neheq demek dirêj girtî ye bi lez bê berdan.”

‘Em Ataman bi tenê nehêlin’

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Ayşe Guney jî anî ziman ku Ataman demek dirêje girtî tê darizandin û wiha got: “Em ji ACM’ê dizanin ku yên 2 salan bê delîl bên darizandin divê serbest bên berdan. Tevî vê yekê zêdeyî 3 salan girtî tê darisandin. Hem rastî gelek binpêkirinê mafan tê û hem jî nexweş e. Roviyê wî têk çûne. Bi gelek nexweşiyên giran re têdikoşe. Di 24’ê îlonê de danişîna wî heye. Em bang li hemû rojnamegerên hestiyar dikin ku Ataman di roja danişînê de bi tenê nehêlin. Em dixwazin Ziya Ataman demek berî demekê bê berdan û vegere ser karê xwe. Em ji Ataman re azadriyê dixwazin.” 

Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral jî anî ziman ku di 24’ê Îlonê de wê danişîna Ataman bê dîtin û xwest Ataman serbest bê berdan. Oral, xwest sekna ji bo Metîn Dûran ê ji sedî 93 astengdar hat nîşandan ji bo Ataman jî bê nîşandan û wiha got: “Divê Ataman ê girtî tê darizandin bi lez serbest bê berdan. Li welatê ku hiqûq lê heye heta ku sûc neyê tespîtkirin bersûc nayê girtin. Divê Ataman serbest bê berdan.”

Boltan: Dixwazin Ataman li girtîgehê bi nexweşiyê bikujin

Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî wiha got: “Hempîşeyê me Ataman ji ber şahidê nepen girtî ye. Dixwazin Ataman li girtîgehê bi nexweşiyan bikujin. Em wekî Înîsiyatif, bang li hemû rojnamegeran dikin ku di 24’ê îlonê de Ataman bi tenê nehêlin.” AMED/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar