Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Rojnamegeran ji bo Azîz Orûç kampanya dan destpêkirin

Ji bo rojnameger Azîz Orûç ku li navçeya Bazîdê bi rengekî kêfî hate girtin û tundî lê hate kirin, li ser înternetê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Rojnameger Azîz Orûç roja 11’ê kanûnê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Orûç 7 roj in li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê tê ragirtin. Hevpîşeyên Orûç ji bo wî dest bi kampanya îmzeyan kirin. Kampanya li ser Change.org ji hêla 200 rojnamegeran ve hat destpêkirin. Rojnamegerên ku îmze dan, xwestin nehiqûqiya li dijî Orûç bidawî bibe û demildest were berdan.

Di metna kampanayê de derbarê Orûç agahî hatin parvekirin, hat bibîrxistin ku ev 7 sal in li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê rojnamegeriyê kiriye.

Di metna kampanyaya îmzeyan de wiha hat gotin:

“Bi nûçeyên ku çêkirî, bi daxuyaniyên ji bo hevalên xwe yên girtî yê rojnameger gelek caran hate rojevê. Orûç li navçeya Bazidê ya Agiriyê 11’ê kanûnê bi operasyonekê hate destgîrkirin. Li Tirkiyeyê li gel ku tê zanîn rojnameger e jî li gel ku ji ber xebatên rojnamegeriyê lêpirsîna wî hatiye kirin jî, ji hêla Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê û medyaya desthilatê ve bi daxuyaniyên ‘Li ser sînorê Îranê terorîst hatiye girtin’, bi nûçeyên wiha kirine hedefê.

Li gel ku îşkence lê hatiye kirin jî, dema ku ew birine nexweşxanê tedawiya wî nehatiye kirin û hê jî nehiştine ku malbata xwe bibîne. Dema destgîrkirinê ya Orûç heta 18’ê kanûnê, roja çarşemê hatiye dirêjkirin.

Li Îran, Ermenistan û Tirkiyeyê îşkence li Azîz Orûç hatiye kirin û ev binpêkirina Peymana Mafê Penaberan a Navnetewî ye.

Bi şertên îro, ji nav wan welatan ku endamê Konseya Ewropayê de 130 rojnameger girtî ne û 110 ji van li Tirkiyeyê girtî ne. Bi girtin, binçavkirin, şertên kontrola edlî, qedexeya derketina derveyî welêt Tirkiye ji bo rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamegeran bûye girtîgeheke dorlêveker.

Ermenistan û Îranê li dijî mirovhiyê sûc kirine. Em bi bîr dixin ku daxwaze îltîcayê ya her mirovî ji hêla Peymana Penaberan a Navnetewî ve hatiye mîsogerkirin û diyar dikin Ermenistan û Îran ev peyman binpê kirine û li dijî mirovahiyê sûc kirine. Em diyar dikin ji bo hevpîşeyê xwe orûç em li dijî vê nehiqûqiyê em piştevaniyê wî dikin û vê pêvajoyê bişopînin.”

Rojnamegerên ku îmze dane ev tişt gotin: “Em dixwazin pêvajoya nehiqûqî ya hevpîşeyê me Orûç dijî demildest bi dawî bibe, were berdan û ji bo ku zêdetir rojnameger pêvajoyeke wiha nejîn, em bang li hemû saziyên rojnamegeriyê û destekê didin rojnamegeran, bang li sendîkayan, Konseya Mafê Mirovan a NY’yê, Parlamentoya YE’yê û hemû saziyên mafê mirovan dikin ku vê bûyerê bişopînin û piştevan bin.”

Navê rojnamegerên ku pêşengtiyê ji kampanyaya îmzeyan re kirine wiha ne:

“Abîdîn Çetîn, Abdullah Bîlen, Ahmet Tîrej Kaya, Ahmet Nesîn, Ahmet Kanbal, Amed Dîcle, Asya Tekîn, Arîf Aslan, Arzu Demîr, Alî Yureklî, Alî Koçer, Azîz Çîftçî, Azîz Tunç, Aydin Bolkan, Arjîn Dîlek Oncel, Bariş Boyraz, Bariş Balseçer, Berzan Guneş, Berîtan Elyakut, Berîtan Canozer, Berîvan Altan, Bengîsu Komurcu, Bîlal Guldem, Bîrtekin Înce, Bîrcan Degîrmenci, Burhan Ekîncî, Burhan Erdem, Cafer Solgun, Cahît Mervan, Ceren Bayar, Cem Bahtîyar, Cemal Turan, Çagdaş Kaplan, Denîz Babir, Denîz Nazlim, Denîz Îke, Devran Toptaş, Denîz Gulunay, Dînçer Gokçe, Dîlek Aykan, Dîren Yurtsever, Dîlan Babat, Duygu, Erol Ece Koçak, Elîf Sonzamancî, Emrullah Acar, Emîn Demîr, Engîn Eren, Erdal Er, Ergun, Babahan, Ercan Jan Aktaş, Erkan Gulbahçe, Erdogan Alayamut, Ercan Ayrancî, Eylem Yilmaz, Ezo Ozer, Fahretîn Kiliç, Fatma Çomlek, Fatîme Tekîn, Faruk Balikçi, Ferhat Mehmetoglu, Ferhat Sevîm, Fehîm Işik, Fehmîr Katar, Fethî Balaman, Fethullah Ozmen, Feyzullah Tunç, Fîdel Erol, Firat Topal, Fuat Yaşar, Fusun Erdogan Gamze Kafar, Gul Guzel, Gulistan Azak, Gulistan Korban, Habîbe Eren, Hatîce Kamer, Hamza Ozkan, Halîl Içoz, Handan Can, Hayrettîn Oztekîn, Heval Aslan, Hekîm Coşkun, Hemra Nîda, Hulya Emeç, Huseyîn Kalkan, Îsa Can Artar, Înanç Yildiz, Îdrîs Yilmaz, Îrfan Arslan, Îsmaîl Eskîn, Îsmaîl Dogruer, Kadriye Devîr, Kadrî Esen, Kenan Azîzoglu, Latîf Paşahan, Levent Ozdemîr, Lezgîn Akdenîz, Lezgîn Tekay, Mahmut Bozarslan, Mahmut Oral, Mazlum Dolan, Maaz Îbrahîmoglu, Melek Yuksel, Medîne Gumuş, Medîne Mamedoglu, Mensur Kuçukkarga, Mehmet Hakkî Yilmaz, Mehmed Salih Bedîrxan, Mehmet Erol, Merdan Berk, Murat Ozbay, Murat Mang, Murat Guneş, Naz Oke, Neval Bulut, Nurcan Yalçin, Nurcan ÇaIişkan, Nurî Akman, Nurettîn Buyuk, Nîzam Baran, Nişmiye Guler, Ozgur Aydin, Ozgur Paksoy, Ozcan Şahîn, Omer Faruk Baran, Ozlem Temena, Pervîn Yerlîkaya, Pinar Mansuroglu, Rabîa Çetîn, Rawin Sterk, Ramazan Marankoz, Ramazan Olçen, Recep Çanak, Rengîn Azîzoglu, Ruşen Takva, Rumet Serhat, Rosîda Koyuncu, Rojda Demîrkiran, Rojda Aydin, Ronî Riha, Safiye Alagaş, Saît Ozturk, Sabrî Bolek, Sadik Çelîk, Selamî Aslan, Selman Keleş, Semra Ozlu, Sedat Sur, Seran Vreskala, Serdar Altan, Serdar Barut, Serpîl Çelîk, Sezgîn Kartal, Sîbel Tekîn, Suheyla Kaplan, Şerîfe Oruç, Şehrîban Aslan, Turgut Dedeoglu, Tumen Anli, Ugur Erdogan, Ulaş Yunus Tosun, Vedat Dag, Veysel Işik,Yavuz Ozcan, Yilmaz Yildiz, Yildiz Azicioglu, Yusuf Alkan, Yeko Ardil, Zeynep Kuray, Zeynel Gul, Zehra Dogan, Zemo Aggoz, Zozan Yasar û Zubeyde Sarî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar