Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Rojnamegerên Başûr piştgirî dan greva birçîbûnê

Rojnamegerên başûrê Kurdistanê piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kirin ku divê çapemenî gelek girîngiyê bide van çalakiyên grevên birçîbûnê û gotin; “Tecrîd li dijî mirovahiyê ye.”

Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin hatine destpêkirin berdewam dikin. Rojnamegerên navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê jî bi li ser girîngiya van çalakiyan ji Rojnews’ê re axivin.

Rojnameger Salar Mehmûd aşkera kir ku dê bandora van çalakiyan hebe û wiha got: “Ew zilm, sitem û zordariya dewleta tirk a li hemberî Ocalan di dîrokê de mînakên wê kêm in. Di nav 20 salan de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan gelek hewldanên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hatine kirin. Yek ji van cure zextan jî çalakiyên greva birçîbûnê ne, ev yek jî cureyek ji çalakiyên medenî û bi bandor in.”

Salar Mehmûd aşkera kir ku divê çapemeniya kurd girîngiyek zêde bide van çalakiyên greva birçîbûnê yên mezin, ji bo ku bigihînin cîhanê û wiha pêde çû: “Lê mixabin girîngiyê nadin. Erka medyayê ew e ku bûyerê ji cîhanê re aşkera bike.”

Her wiha rojnameger Zana Elî piştgirî da çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Divê hemû beşên civakê piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê. Rêber Apo li Îmraliyê bû semboleke weke Mandela û Gandî. Li hemû cîhanê bandoreke baş a felsefe, nivîs û pirtûkên Rêber Apo heye. Ocalan sembola têkoşîn û berxwedanê ye.”

Zana Elî aşkera kir ku divê berxwedan berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dixwazim dewleta tirk tecrîda li ser Rêber Apo rake. Ji ber ku karekî nemirovane ye. Ji hemû nirxên mirovahiyê dûr e.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar