Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Salı - 3 Aralık 2024

Rojnamegerên girtî: Em deyndarê gelê xwe ne

Rojnamegerên çapemeniya azad Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayamut ên bi hincetên bêbingeh hatin girtin bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û ev tişt anîn ziman: “Berxwedana çapemeniya kurd ne ya îro, ew jî xwedî dîrokeke mezin e. Îro di şexsê me de êrîşî çapemeniya kurd dikin. Em baş di ferqa sedema vê êrîşê de ne. Em jî li gorî vê zanebûniyê tevdigerin û gav diavêjin. Em ji bo dîrokê û gelê xwe berpirsyar in û ji wan re deyndar in. Em ê vî deynê xwe jî bi nivîsandina heqîqetê bidin û didin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji ber ku ji rojnamegeran ditirsin, het tim bi hincetên bê bingeh rojnamegerên kurd digirin û davêjin zindanê. Di 23’yê nîsanê di encama serdegirtinên malan ên li Enqere, Stenbol û Rihayê de nûçegihanînên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal, xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û rojnameger Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Dogan Kaynak û Erdogan Alayamut hatibûn binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî xebatkarên çapemeniya azad ên hatine binçavkirin jî mîna her carê bi hinceta “avadaniya çapemeniya rêxistinê” tawanbar kir.  Rojnameger di 26’ê nîsanê de sewqî dadgehê hatin kirin û Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayumat hatin girtin. Rojnamegerên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Rojnamegerên hatin girtin bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.

Rojnameger Dal a ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin diyar kir ku li dadgehê rojnamegerî hatiye darizandin. Dal, bi domdarî wiha got: “Li dadgehê ne xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê (MA) lê rojnamegerî bi xwe hate darizandin. Ji me pirsîn bê ka çima nûçeyan çêdikin û çima bûne rojnameger. Em dizanin ku ev ne biryareke hiqûqî ye. Biryareke siyasî ye ku hewl didin heqîqetê asteng bikin. Lê çi bibe jî rastî rojekê derdikeve holê. Polîtîkaya zext û bêzarkirinê her tim hebû. Me wê demê jî dev jê berneda û dê niha jî dev jê bernedin. Em ê li hundir jî binivîsin û heqîqetê biqîrin. Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike.”

Rojnameger Erdogan Alayumat ku li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin jî di peyama xwe de wiha got: “Dosya, tenê ji bo krîmînalîzekirina pîşeya rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Em ji ber nûçeyên xwe tên darizandin lê pîşeya rojnamegeriyê ewqas girîng û pîroz e ku nabe li eywanên dadgehê were darizandin. Ev dosya her tim vala hatin derxistin û dê ji vir û şûnde jî wisa bin. Em ê ala Apê Mûsayan, Hrant Dînkan û Metîn Goktepeyan her tim li ba bikin. Em pênûsa xwe niha emanetî hevalên xwe dikin.”

Rojnameger Mehmet Aslan jî di peyama xwe de wiha got: “Girtin û zextên li ser rojnamegerên kurd ne meseleya îro ye. Ev 126 sal in rojnamegeriya kurdî têkoşîna hebûn dide. Berxwedana çapemeniya kurd ne ya îro, ew jî xwedî dîrokeke mezin e. Îro di şexsê me de êrişî çapemeniya kurd dikin. Em baş di ferqa sedema vê êrîşê de ne. Em jî li gorî vê zanebûniyê tevdigerin û gav diavêjin. Em ji bo dîrokê û gelê xwe berpirsyar in û ji wan re deyndar in. Em ê vî deynê xwe jî bi nivîsandina heqîqetê bidin û didin. Yek ji sedema taybet a girtina me jî nûçeyên têkildarî Abdullah Ocalan û tecrîdê de ne. Ev yek jî nîşan dide bê ka di pirsgirêka kurd de Abdullah Ocalan aktorekî çiqasî girîng e. Lewma divê mirov bi baldarî nêzî vê mijarê bibe. Silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar