Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rojnamegerên girtî: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin

Rojnamegerên kurd ên ku 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehan pêşwazî dikin, diyar kirin ku ew li ser şopa heqîqetê ne û gotin: “Em ê rûmeta rojnamegeriyê biparêzin. Em hevgirtinê mezin bikin.”

Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), 87 rojnameger girtî ne û 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehan pêşwazî dikin. Ji rojnamegerên girtî 16 rojnamegerên kurd di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibûn girtin û 9 rojnamegerên din ên kurd jî di 29’ê cotmeha 2022’yan de li Enqereyê hatibûn girtin.

Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren Oznûr Deger di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, têkildarî 10’ê Çile peyam şandin.

‘Em ê her rojnamegeriyê bikin’

Peyama rojnamegeran wiha ye: “Tirkiye yek ji wan welatan ku herî zêde rojnameger lê girtî ne. Di rêzên dawî de cih digire. Nedibû ku endamên Çapemeniya Azad ji vê para xwe negirtin. Çapemeniya Azad di gelek heyaman de gelek caran bi zext û êrîşan re rûbirû maye. Lê belê tudemê ji raziyan tawîz nedaye û dest jê bernedaye. Em jî rojnameger in û em ê li ser şopa rastiyan berdewam bikin. Ji bo me rojnamegeran cudahiya cih û mekan nîne. Em li ku dibin bila bibin, em ê her rojnamegeriyê bikin. Em ê her rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin.”

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan girtî ye, bi wesîleya 10’ê Çileyê peyamek bi rêya malbata xwe şand. Altan bi bîr xist ku rojnamegeran di sala 1962’an de bi têkoşîneke mezin a li dijî serdestan mafên xwe yên şexsî bi dest xistin û destnîşan kir ku mafên ji wê rojê û vir ve hatine bidestxistin hedef in. Altan da zanîn ku li gel êrîşên li dijî mafên bi dest ketine, zext, binçavkirin, sansur û binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran tu carî nesekinîne. Altan anî ziman ku ew 10’ê Çileyê weke ‘roja berxwedanê’ pêşwazî dikin û got: “Hikûmet hemû hewldanan dike ku em rojnamegerên ku di rastiyê de israr dikin, nexebitin û rastiyan nenivisînin. Di salên 1990’î de bi kuştina xebatkarên Çapemeniya Azad xwestin bigihîjin armanca xwe. Li naverastên kuçe û cadeyan hevalên me hatin kuştin. Lê belê dema ku dîtin bi ser nakevin vê carê jî zilma darazê xistin dewrê. Ciyên ku em lê dixebitîn girtin. Dest danîn ser alavên me. Lê belê li dijî êrîşan me gav paşde neavêt.”

Altan anî ziman ku ew bi 86 hevpîşeyên xwe re 10’ê Çile di girtîgehan de pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Em girtî bin jî têkoşîna me ya nivîsandina heqîqetê berdewam dike. Tevî her cure zilm û zextan jî em ê nehêlin ku pênûsa rastiyan were şikandin. Em ê li dijî vê gefa dixwazin me bi girtîgehan bitirsînin, lê nizanin ku em ew rojnamegerên wêrek in û ev têkoşîna me jî hêz dide me. Ev rewş hin bêtir hêviya me mezintir dike. Em hevgirtinê mezin bikin û rojên ku em ê 10’ê Çile veguherînin ‘roja pîrozbahiyê’ nêzîk in. Ez 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû hevpîşeyên xwe pîroz dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar