Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Rojnamegerên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane

Nûçegihanên ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala bi hinceta nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkirine û îdiayê piştrast kiribûn bi îdiaya ‘li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe’ hatin girtin. Rojnameger li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên ragirtin.

Muameleya dij mirovahî û bêhiqûqiya li dijî rojnamegeran li girtîgehê jî berdewam kir.

Li gorî ku parêzerên rojnameger agahî dan; Şehrîban Abî û Nazan Sala li qawîşek ku li korîdora girtiyên edlî yên zilam dimînin bicih kirine.

Xwarin nedane wan

Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku qawîş di nava gemarê de ye û her dever qirêj e û roja înê û şemiyê xwarin nedane wan. Parêzeran got ku li ser israra rojnamevanan xwarin dane wan û her wiha kelûpelên paqijiyê û nivîn nedane wan.

Di ketina girtîgehê de faroniyê kesk ê li ser Şehrîban Abî bi hinceta qedexe ye hat desteserkirin û jê kirin. Şehrîban Abî gotiye ku ji ber tiştek nedane wan û faroniyê wê destser kirine û bi şev kalorîferan pê naxin li wan sar e.

Lingê wê yê emeliyatkirî di xetereyê de ye

Nazan Sala a ku ji lingê xwe emeliyat bûye û platîn di lingê wê de ye jî vê mûameleya neyînî ya girtîgehê li serê bandor kiriye û hat ragihandin ku platînê di lingê wê de xetereyê li ser wê dike.

Tê payîn parêzer îro bi muwekîlên xwe Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr re hevdîtinê pêk bînin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar