Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Rojnamegerên kurd ne tenê nûçe çêker in…

 

 

Rojnameger Reşad Sorgul da zanîn ku rojnamegerên kurd çiqas bi erka xwe rastî bihesin dê zanibin ku karê wan ne karekî hêsan e û wiha got: “Ji ber ku ew ne tenê nûçe çêker in, di heman demê de pêşengên gelê kurd û gelên bindest in.”

Rojnameya Kurdistan 121 sal beriya niha di 22’ê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Kahîreyê ji aliyê Mîdhat Bedîrxan ve hat derxistin. Rojnameya Kurdistan wek rojnameya yekemîn a kurdî tê qebûlkirin. Ji ber derxistina roja Rojnameya Kurdistan roja 22’ê nîsanê her sal di nav kurdan de wek ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ tê pîrozkirin. Piştî vê rojnameyê heta salên 1990’ê jî ji ber zext û qedexeyên dagirkerên Kurdistanê, li derveyî welat saziyên çapemeniyê hatine vekirin û rojnamegeriya kurdî hatiye kirin.

Li gel qedexe û astengiyan jî di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê ji hêla sazî û rêxistinên kurdan ve saziyên çapemeniyê hatine vekirin û heta roja meya îro jî bi berdelên gelek giran rojnamegeriya kurdî tê kirin. Ji salên 1990’î heta niha bi her awayî saziyên çapemeniyê yên kurdan bûne hedefa êrîşên dewletê û bi dehan rojnamegerên kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin. Bi saya van bedelên giran îro li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî rojnamegeriya kurdî tê kirin.

Li gel ewqas pêşketinan jî saziyên çapemeniya kurd ku li bakurê Kurdistanê bi sedan rojnameger gihandine hê jî rastî zext û pêkutiyên dewletê tên. Di encama van zext û pêkutiyên dewletê de herî dawî di navbera salên 2015-2018’an de bi dehan saziyên çapemeniya kurd hatin girtin û bi salan cezayê girtîgehê li xebatkarên wan hatin birîn. Bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî me xwe gihand kedkarê bi salan ê çapemeniya kurd Rojnameger Reşad Sorgul û pê re li ser çapameniya kurd hevpeyvînek kir.

‘Divê akademî bên avakirin’

Rojnameger Sorgul diyar ku çapemenî û ragihandinên neteweyên din bi temamî ji navekê ve bi dewletê ve girêdayî ne û berovajiyê vê yekê çapemenî û ragihandina Tevgera Azadiya Kurd xeteke xwe heye û wiha got: “Di vê çarçoveyê de bi temamî ji ragihandinên din vediqete. Rêûresmeke xwe ya têkoşîn û berxwedanê heye. Ne tenê ev, xeta xwe ya weşanê, neteweyî, demokratîk û ekolojîk e û azadiya jinê li ber çav digire. Çiqasî dikare vê pêk bîne, ev tiştekî din e. Lê bi xeta xwe bi temamî ji yên din vediqete.”

Pirsên me û bersivên ku Sorgul dayê pirsên me bi giştî wiha ne;

Weke tê zanîn îro 121’emîn salvegera rojnamegeriya kurdî ye, piştî 121 salan qonaxa ku îro çapameniya kurd bi bedelên gelek giran gihîştiyê, hûn çawa dinirxînin?

Kesên bi kurdî re mijûl bûn an jî xemxurî kurdî bûn, her tim barê wan giran bû. Rojnamevaniya kurdî û rojnamevaniya bi kurdî jî barekî giran bû. Li Kurdistanê dagirker û dijmin hene û dema hûn li ser şopa heqîqetê bin, hingê serê we di belayê de ye. Di vî warî de, çawa ku we jî di pirsa xwe de îşaret pê kiriye, rojnamevanên kurdan berdêlên giran dan. Ez niha li Navenda Nûçeyan a Stêrk TV dixebitim û li dora min wêneyên bi dehan rojnamevan û nûçegîhanên kurd ên şehîd ji her beşê Kurdistanê hene. Beşekî ji wan jî nas dikim. Zarokên delal ên vî gelî ne. Bêguman piştî 121 salan rojnamevaniyan kurdî gelek qonax bihurandin û giha asteke berbiçav. Lê hê jî di warê ziman û çalakiya modernîteya demokratîk de pirsgirêkên xwe hene. Derfet û îmkan gelek zêde bûne, lê di warê bikaranîna wan de qelsî heye. Di aliyê manewî de lawazî heye. Ji bo vê divê Akademiyên Çapemenî û Ragihandinê bêne avakirin û yên heyî jî bi rola xwe rabin. Sazî û dezgeh jî dikarin bi vê rolê rabin.

‘Divê kurd pêştir giraniyê bidin zimanê xwe’

Çapemeniya kurd li gel ku destpêkê bi zimanê kurdî weşanê kiriye jî di salên dawîn de bi avabûna ajans û vekirina televîzyonan re bi pir zimanî weşanê dike. Sedema bingehîn a vê yekê çî ye?

Kurd li Rojhilata Navîn bi rolekê radibin mîna rola di dîrokê de pê rabûne. Ango kurd li dijî pergalên zordest û neheq pêşengiya têkoşînekê dikin. Kurd xwedî proje û fikr in. Gelek welat jî weşanên pirzimanî dikin û kurd jî weşaneke wisa bikin asayî ye. Belkî jî divê kurd weşaneke wisa bikin. Lê bêguman divê kurd pêştir giraniyê bidin zimanê xwe. Di warê zimanê xwe de kurd sist in û ev jî mirov dikare bi bandora asîmîlasyonê ya li ser gelê kurd şirove bike. Ez behsa asîmîlasyona di warê mejî û rûhî de dikim. Derba herî xedar me di warê mejî û dil de xwariye.

Di çapemeniya kurd de di asta ku tê xwestin de rojnamegeriya kurdî nayê kirin û piranî bi wergerê bi sînor dimîne. Sedema vê yekê tenê dikare bi pişaftina li hemberî kurdan bê aşkerakirin?

Erê, em dikarin aliyekî wê bi asîmîlasyonê, lê aliyê din jî em dikarin bi kêmbûna hostatiya di warê pîşeyê de rave bikin. Em ji bîr nekin, kesên hûn îşaret bi wan dikin, di warê zimanê kurdî de xurt nînin û ev jî dike ku nikaribin bi zimanê xwe nûçeyê çêkin û ne tenê di warê ziman de qels in, di warê nûçevaniyê de jî lawaz in. Kesên em qala wan dikin ji bo xwe pêşde bibin hêman jî tine ne. Di warê maddî û manewî de xwedî fikar nînin. Yanî pirr nakevin tatêla tiştan. Ya rastî ev rewşek e ku divê li dawiyê bimîne.

Pirsgirêk weşangeriya kurdî

Di mijara ziman de jî pirsgirêkên weşangeriya bi kurdî ya çapemeniya kurd hene. Her sazî li gorî xwe tevdigere û di ya xwe de israr dike. Ji ber vê yekê zimanekî hevpar di çapameniya kurd nayê avakirin. Li gorî we ev pirsgirêk dikare bi rêbazeke çawa bê çareserkirin? 

Di weşangeriya kurdî de pirsgirêkên ziman ji du aliyan ve hene. Lê mirov nikare behsa pirsgirêkên mezin bike. Yek di warê zimanê nûçeyan de ya din jî di warê zimanê kurdî de arîşe hene. Erê, hinek saziyên ragihandinê, carna hinek gotin û têgînan li gorî xwe û bêyî şêwrê bi kar tînin. Ez vê rast nabînim. Divê mirov bişêwire, baş lêbikole û bi hev re bigihîje biryarekê. Bi taybetî hinek gotin hene, divê wisa bin. Mînak em niha bi giştî gotina “binçavkirin” bi kar tînin, lê hin hevalên me destpêkirin gotina “destgîrkirinê” bi kar tînin. Ji zaravayê Soranî girtine. Bêguman dikarin bigirin. Lê bi ya min li kurmancî nayê. Ji ber ku di kurmancî de maneya “destgîrkirinê” bi awayên din jî hene. “Destgîr” bi maneya alîkar û bi maneya dergistî jî tê bikaranîn. Ez dizanim gotina “binçavkirinê” hatiye çêkirin. Lê ez dizanim çima çêkirine. Dema tercume kirine, ji rewşa berî girtinê re yanî dema yekî dibin dixin nezaretxaneyê ji wê re nikarîbûne bibêjin girtin û li şûna wê ji tirkî wergerandine û kirine binçavkirin. Şaş rast ew tiştekî din. Lê gotineke wisa ya her roj tê bikaranîn divê di çapemeniyê de muşterek be. Yan jî gotina Makezagon. Gotina hêza cewherî. Min berê jî bi riya sosyal medyayê li ser van gotinan dûrûdirêj şirove nivîsandibûn û şaşiya wan li pêş çavan raxistibû. Di vê mijarê de yek nezanîn heye ya din jî erka saziyan a dikeve destê kesan, dike ew kes hêza ne hêza wan e, bi nexweşiya desthilatiyê wê bi kar bînin.

Ji ber pêşketina teknolojiyê hemû mecrayên çapameniyê êdî bi rêya telefon û înternetê di berîka mirovan de ne. Li gorî we çapemeniya kurd vê yekê li ber çav digire û bi awayekî serkeftî ji teknolojiyê sûde werdigire?

Ji bo ragihandin û çapemeniyê, ev êdî mijareke girîng e. Bi qasî ez dibînim çapemenî û ragihandina kurdî van amûran têra xwe bi kar nayne û hê bi temamî li ser rola wan jî serwext nebûye. Lê bawer dikim ku wê di dema pêş de ev pêwîstî bivênevê xwe ferz bike. Hinek tişt tu bixwazî nexwazî tê li deriyê te dixî.

‘Rêûresmeke xwe ya têkoşînê heye’

Ji ber bandora partiyên siyasî ya li ser çapameniyê, weke parçebûna xaka Kurdistanê di çapameniya kurd de jî parçebûn heye. Ji ber vê parçebûnê saziyeke çapameniyê ku xîtabî hemû gelê kurd bike tuneye. Ji bo ku ev rewş ji holê rabe, li gorî we pêwîst bi çi heye?

Li dinyayê, ragihandin û çapemeniya xwe nespêre derekê tineye. Lewma ez ji gotina “serbixwe” di vê çarçoveyê de bawer nakim. Lê ev nayê wê maneyê, “saziyeke xîtabî kurdan hemûyan dike” tineye. Bi ya min, saziya ez lê dixebitim xîtabî kurdan hemûyî dike. Bêguman kêmasî hene. Sazî û dezgehên partiyan hebin jî ne şaş e. Lê ya girîng ew e, hûn di çarçoveya xeta xwe ya weşanê de bi pîvan û rêzikên ragihandinê rast û durist bimeşin. Di nûçe û bûyerê de li ser xeta heqîqetê serbixwe û adil nêzîk bibin. Saziya ez lê dixebitim, weşaneke neteweyî û demokratîk dike. Çavkaniya xwe di warê maddî û manewî de gelê kurd û kurdistanî ne. Lema jî berjewendiyên wan li ber çav digire û xeta dijber mehkûm dike û bi ser de diçe.

Li gorî we taybetmendiya ku çapemeniya kurd ji çapameniya netewên din dide cudakirin çî ye?

Ez bi temamî xwedî wê hêzê nînim, ragihandin û çapemeniya kurd bi neteweyên din hemûyan re bidim ber hev. Lê ez dikarim bi neteweyên cîran re bidim ber hev. Çapemenî û ragihandinên neteweyên din bi temamî ji navekê ve bi dewletê ve girêdayî ne. Dewletên mebesta me ne jî dewletên dagirker, dîktator û qewmî-mezhebî ne. Çapemenî û ragihandina Tevgera Azadiya Kurd xeteke xwe heye. Di vê çarçoveyê de bi temamî ji ragihandinên din vediqete. Rêûresmeke xwe ya têkoşîn û berxwedanê heye. Ne tenê ev, xeta xwe ya weşanê, neteweyî, demokratîk û ekolojîk e, û azadiya jinê li ber çav digire. Çiqasî dikare vê pêk bîne, ev tiştekî din e. Lê bi xeta xwe bi temamî ji yên din vediqete. Ya din jî bi sedema nanê xwe ji destê gel dixwe, mirov dikare behsa azadiya ragihandinê bike.

Herî dawî jî em paşeroja çapameniya kurd ji we pirs bikin. Heke hûn şert û mercên heyî yên li her çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan bigirin, paşeroja çapameniya kurd çawa dibînin?

Endamên çapemenî û ragihandina Kurd çiqasî bi erka xwe ya rastî bihesin wê zanibin karê wan ne hêsan e. Ji ber ku ew ne tenê nûçe çêker in, di heman demê de pêşengên gelê kurd û gelên bindest in. Dijmin û neyarên van gelan jî zêde ne. Di heman demê de divê ji bîr nekin ku berjewendiyên şexsî di vê rê de hema bêje tunene. Niha rêûresmeke wisa pêk tê. Ev çend xwe bi sazî û dezgeh, bi rêzik û pîvan bike ku dike, wê paşeroja çapemenî û ragihandina kurdî rohnî be. Em ê jî bikaribin layiqî hevalên xwe yên şehîd bibin. Li ser şopa heqîqetê, ez careke din wan bi bîr tînim û dibêjim, em ê xewn û xeyalên we pêk bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar