Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rojnamegerên kurd siyaseta bêdengkirinê yê PDK′ê qebûl nakin

Endema Desteya Rêveber a YRA′yê Evîn Îbrahîm diyar kir ku revandina rojnameger Silêman Ehmed beşek ji siyasetên bêdengkirinê ku PDK′ê dimeşîne û wiha got: "Bangên saziyên ragihandinê yên ji bo serbestberdana wî bêbersiv hiştine. Heta azadiya hevalê xwe pêk bînin, em ê xebatên xwe bidomînin."

Desthilata PDK′ê rojnameger û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed revandiye û Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm diyar kir ku revandina Silêman Ehmed li dijî pîvan û qanûnên mafên mirovan e û wiha got: “Revandina hevalê me Silêman Ehmed û girtina bi dehan rojnamegerên din wekî Şêrwan Şêranî, qetilkirina rojnamegeran wekî Wedad Hisên, Kawa Germiyan û Serdeşt Osman di çarçoveya siyasetên bêdengkirinê de ye ku hikumeta herêma Kurdistanê li dijî rojnamegeriya azad pêk tîn. Bîlançoya ku ji aliyê saziyên têkildarî ragihandinê ve hatine aşkerakirin, îsbata herî mezin e.”

Rêveberiya kurd rojnamegerê kurd revand

Evîn Îbrahîm diyar kir ku revandin û girtina rojnamegerekî kurd ji Rojava siyasa dijbertiya Şoreşa Rojava û gelê wê ye û wiha dom da axaftina xwe: “Hevalê me fermî derbasî deriyê sînor bibûn, lê piştre hate revandin. Çawa rojnamegereke kurd li herêmeke kurd ku ji aliyê rêveberiyeke kurd ve tê birêvebirin, tê revandin! Ev nakokî gelek pirsan di serê mirov de çêdike.”

Evîn balkişand ser siyaseta PDK`ê ku piştevaniya sûcên dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê dike û wiha domand: “Ew sedema sereke ya girtina rojnameger Silêman Ehmed e. Silêman, karmendê RojNewsê ye. Ev dezgeh, bi rêgeza xwe ya nîştimanî û têkoşîna xwe sûcên dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê aşkera bike, tê naskirin. Gelek dûr e ku sedema revandina Silêman ev be.”

Ji bo berdana rojnameger Ehmed fişarê li PDK’ê bikin

Girêdayî hewldanên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) di vê çarçoveyê de Evîn wiha axivî: “Silêman endamekî yekitiyê ye. Ji ber wê ji roja yekemîn a revandina wî ve, me hewl da doza revandina wî bikin dozeke cîhanî û fişarê li PDK`ê bikin ji bo ku wî serbest berdin. Me têkilî bi gelek aliyan re wek Nûçegihanên Sînornenas, Yekitiya Rojnamegeran a Navneteweyî danîn û me ji ber vê mijarê ew ji wan re agahdar kir. Helwestên wan jî erênî bûn û piştgiriya azadî û pêwîstiya berdana Silêman kirin.”

Saziyên Başûr bêdeng in

Evîn diyar kir ku wan bi sazî û rêxistinên têkildar ên Başûr re jî peywendî danîne mîna Navenda Mîtro ku têkildarî revandina Silêman daxuyaniyek da û wiha pêde çû: “Mixabin, hin saziyên Başûr ku qaşo parastina rojnamegeran îdia dikin, wek Sandîqeya Rojnamegeran a Herêma Kurdistanê, tu helwest nîşan nedan. Di rastiyê de ew ajandeiyên partiyetiyê yên teng diparêzin. Gotin agahiyên wan der barê vê dozê de nîn in.”

Evîn destnîşan kir ku têkoşîna wan heta azadkirina Silêman berdewam e û wiha dawî li axaftima xwe anî: “Em van kiryaran û siyasetên bêdengkirinê qebûl nakin. Heta çarenûsa hevalê me diyar bibe û azad bibe, wê têkoşîna me berdewam bike.  Em bang li rojnamegerên Başûr, rêxistin û saziyên têkildarî parastina mafên rojnamegeran dikin di serî de Yekitiya Rojnamegeran a Navneteweyî, Rojnamegerên Sînornenas, Komîteya Parastina Rojnamegeran, rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku fişarê li aliyên têkildar bikin ji bo ku Silêman Ehmed serbest bê berdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar