Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnamegerên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

5 rojnamegerên ku 7 roj berê dema ku çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman dişopandin û hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan

Wezareta karên hundir di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Li ser vê yekê jî gel daket qadan û çalakî li dar xistin. Di dema çalakiyan de polîsan nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, nûçegihana Jinnews’ê Rojda Aydin û rojnameger Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak dema ku çalakî dişopandin di 20’ê tebaxê de binçav kiribûn.

Rojnamegerên ku ev 7 roj in di bin çavan de, îro îfadeya wan hate girtin. Piştî îfadeyê jî rojnamegerên ku li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê dihatin girtin, hatin berdan.

Hat zanîn ku di îfadeyê de pirsa; ‘Di roja çalakiyê de we li wir çi dikir?’ ji rojnamegeran hatiye pirsîn. Rojnamegerên ku îfadeyên wan hatine girtin, piştî kontrola tenduristiyê hatin berdan. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar