Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnamegerên li Mexmûrê Denîz Firat bi bîr anîn

Rojnamegerên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîd Denîz Firat bi bîr anîn

Rojnameger şehîd Denîz Firat a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dema ku nûçe dişopand ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat şehîdxistin, îro li wargehê ji aliyê rojnamegeran ve hat bibîranîn. Di merasîma bîranên de daxuyaniyek li ser navê rojnamevgeran ji aliyê rojnameger Mizgîn Orhan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “8’ê Tebaxa 2014’an de rêhevala me ya rojnameger Denîz Firat ku êrîşên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopand û li ser şopa heqîqetê rastiya dihat jiyîn ji tevahî mirovahiyê re radigihand hat şehîdxistin. ”

Di daxuyaniya çapemeniyê de bi berdewamî wiha hat gotin:

“Tê zanîn ku rojnamegertî bi xwe ketina nav lêgerînên heqîqetê û bûyîna şervanê heqîqetê ye. Rêheval Denîz jî hem bi kesayeta xwe hem bi lêpirsînên xwe yên jiyanê ku wê ber bi têkoşîna azadiyê ve bir, vê rastiyê ji dil dijiya. Ji ber wê bi kesayeta xwe ya dilnizm, têkoşer û welatparêziya xwe ji me re bû çavkaniya hêz, mînak û morala herî mezin a bûyîna lêgerînvanê heqîqetê. Rêhevala me rojnameger û şoreşger Şehît Denîz bi keda xwe ya giranbuha, bi pênus û dîmenên xwe bû yek ji şervanên heqîqetê ku di oxira lêgerînên azadiyê de heya dawiyê têkoşiya û rastiyê ji mirovahiya pêşverû re ragihand.

Tê zanîn ku ev konsepta qirkirin û tunekirinê ya ku bû sedemê şehadeta rêheval Denîz Firat îro jî berdewam dike. Lewra li çar aliyên Kurdistanê li ser hebûna kurdan êrîşek pir mezin ê ku hêzên faşîst û nîjadperest di bin konseptekî nû ya qirkirinê de dixin meriyetê mijara gotinê ye. Weke rojnamegerên ku li ser ked û mîrateya nasname û xeta çapemeniya azad ku ji Gurbetelliyan heyanî Denîzan, Nûjiyanan û Rizgaran hatiye avakirin, kar û xebatên ragihandinê dimeşînin erka me ya herî sereke, bi şopandina heqîqetê ragihandina rastiyê ye. Bê guman xwedî derketina keda wan encax bi pêkanîna erk û berpirsiyariya ku weke mîrate ew ji me re hiştine, gengaz e.

Li ser vê biryardariyê em carekê din di salvegera 7’an şehadeta rêheval Denîz Firat de, tevahî şehîdên xeta ragihandina azad, tevahî şehîd û şervanên heqîqetê bi rêz û bi minnetdarî bi bîr tînin. Soza xwe ya li ser şopa heqîqetê bilindkirina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan dûbare dikin.”

Piştî daxuyaniyê dayika Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan jî axaftinek kir. Yildiztan destpêkê di kesayeta Şehîd Denîz Firat de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û balkêşa ser têkoşîna Denîz Firat. Yildiztan anî ziman ku di vê rojê de xwişka şehîd Denîz Sarya jî, şehîd ketiye û wiha got: “Di rojek wiha de şehadeta her du keçên min ji bo malbatê êşeke pir mezin e lê heman demê ji bo me serbilindî û rûmetê ye jî.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar