Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnamegerî û sîxurtî!

Balafirên şer ên dewleta tirk di 7’ê kanûnê de Şengal bombebaran kirin. Di vê êrîşê de Hevserokê Desteya Rêveber Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû. Çapemeniya PDK’ê ji bo ku rewatiyê bide êrîşê yekser kete nav liv û tevgerê. Wekî ku li Şengalê rêveberekî PKK’ê bibe hedefa êrîşan nûçe çêkirin. Piştî vê êrîşê bi 4 rojan nûçeyek bi heman rengî dîsa hat çêkirin. Kanala K24 a berdevkiya îstîxbarata tirk a li başûrê Kurdistanê dike nûçe bi sernavî weşand: “Li Şengalê li dijî baregeha PKK’ê êrîşa hewayî.” Êrîşa ku behsa wê tê kirin li dijî Meclisa Gel a Xanesorê pêk hat. Lê çapemeniya PDK’ê bi vê nûçeya xwe êrîşê rewa nîşan da û bingeha dagirkirinê amade kir.

Di meha tebaxê de jî dema ku balafirên şer nexweşxaneya li Şengalê bombebaran kirin heman tişt hebû. Û bi dehan nûçeyên bi vî rengî ku xizmeta dagirkeriyê dikin hatin çêkirin. Herî dawî jî bi nûçeyeke din rêya vê dagirkeriyê nîşan dan. Nûçeya BasNewsê biryareke Rêveberiya Xweser a Şengalê wekî biryara PKK’ê derxist pêş. Lê tişta balkêş ew e ku di heman nûçeyê de wêneyê biryara Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî hat parvekirin.

Ew sazî û çapemeniyên ku qaşo bi zimanê kurdî û li ser navê Kurdistanê weşanê dikin, di heman demê de rê didin dewleta tirk ku êrîşî Şengalê bike. Çi êrîşa ku li Şengalê pêk tê bi navê PKK’ê pênase dikin û bi vî rengî hewl didin helwesta gel a nerazîbûnan kêm bikin. Lê berovajî nûçe û gotinên wan ger mirov bala xwe bide yên li Şengalê dibin hedef û tên qetilkirin xelkê Şengalê ne. Ji Zerdeşt Şengalî heta Seîd Hesen û Merwan Bedel dehan pêşeng û rêveberên êzidî di van êrîşan de şehîd bûn. Ji wêne û dîmenên li Şengalê jî tê dîtin ku yek PKK’yî li wê derê nemane. Lê tevî vê yekê jî çapemeniya PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê û rewatiya êrîşên dewleta tirk dest bi şerekî qirêj kiriye.

Li vê derê ez dixwazim qala hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bikim. Gelo çima ewqasî dixwaze dewleta tirk li Şengalê bide ? Gelo ji bo çi PDK’ê çapemeniya xwe xistiye bin kontrola vî şerê taybet ? Ji ber ku ji nûçeyên wan em dibînin çapemeniya PDK’ê dike hedef û dewleta tirk lê dide. Jixwe ya esasî tişta dikin ne rojnamevanî ye. An jî ne karekî rojnamevanî û nûçegihaniyê ye. Tevî ku nûçegihanekî PDK’ê li Şengalê tuneye jî çawa dibe yekser agahiyan dide. Wê demê ev kar dibe yê sîxuran ango karê sîxurtiyê.

Tişta ku PDK û çapemeniya wê li Şengalê dike sîxurtî ye. Tu têkiliya wê bi rastiyan û rojnamevaniyê re tuneye. Rojnamevan an jî xebatkarên çapemeniyê divê rastiyan binivîsin û ragihînin. Ne ku sîxurtiyê ji dewleta tirk re bikin. Her kes dizane ku li Şengalê gerîlayên PKK’ê tune ne. Ew kesên li Şengalê dibin hedef zarokên wê axê ne. Lê kes nikare ji wan re bêje dûrî fikrên PKK’ê bin. Ji ber ku yên Şengalê rizgar kirin gerîlayên PKK’ê bûn. PDK û çapemeniya xwe jî hewl didin PKK’ê li ber çavê şengaliyan reş bikin. Yanî dibêjin ger hûn dijberê PKK’ê bin tiştek bi we nayê. Meseleya wan a esasî jî ev e. Lewma jî ewqasî êrîşkar bûne.

Îro li Tirkiyeyê bi sedan balafirên şer ên artêşa tirk hene û roj tuneye ku ev balafir Kurdistanê bombebaran nakin. Ji qadên gerîla heta cih û warên sivîlan deverek nemaye ku bombe nekirine. Ma gelo we rojekê dîtiye ku van balafiran çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirine. Li başûrê Kurdistanê di van demên dawî de ewqas êrîşên DAIŞ’ê çêbûn. Ma van balafiran nikarîbû berê xwe bide navendên çeteyan? Welhasil mesele ewqasî zelal e. Lê tevî vê yekê jî PDK û çapemeniya wê ketine bin xizmeta dagirkeran. Li gorî dilê Erdogan lê dixin. Ji Erdogan û sîxurên wî kes hêviyan nake. Eyarê pîsîtiyê tuneye. Wê demê hewce nake navê rojnamevaniyê li xwe bikin. Yekser bila bêjin sîxurê MÎT’ê yan jî sîxurê Erdogan.

Nûçeyên Têkildar