Nûçegihanê Ajansa Mezopotayayê (MA) Ahmet Kanbal di serdegirtina mala xwe ya li Mêrdînê de hate binçavkirin. Di serdagirtinê de polîsan dest danî ser telefon û komputera Kanbal. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku Kanbal birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.