Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Mijdarê de êrîşî Heleb û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kirin. Hêzên Şamê şikestin û bêyî ku li ber xwe bidin, komên çete heta paytext Şam çûn û rejîma Baas di 8’ê Kanûnê de hilweşiya. Xaka Suriyeyê bi ser çend hêzan de dabeş bû. QSD jî ku wek hêza rizgariya gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digire, nêzî ji sedî 40’ê xaka Sûriyeyê di jêr kontrola wê de ye.
Rojnamevan Heyder Ehmed têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê erkek exlaqî, olî û neteweyî ye. Rojnamevan Heyder Ehmed got: “Rojavayê Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e. Hêvîdar im Başûr, Bakur û Rojhilat jî wek Rojava bibine çavkaniya hêviyê. Ji ber ku em dibînin ku Kurdên li Rojava bi wêrekî, bi rêvebirina îdarî û parastina mafên mirovî yên hemû civakan sîma û dîmenek ciwan nîşan dane. Divê em bi serketinên Rojava kêfxweş bibin. Her Kurdên ku bi lewazbûna Rojava kêfxweş bibe, divê ji Kurdbûna xwe guman bike.”
Heyder Ehmed destnîşan kir ku wek Kurdek dil û ruhê wî bi gelê Rojava re ye û wiha anî ziman: “Rojava dîmenek lehengiyê nîşanî hemû cîhanê da. Hemû netewên din bi Rojava serbilind in, çima em Kurd pê ne serbilind in? Li şûna girtina sînoran û çêkirina xendekan ser sînoran, divê em deriyên xwe vekin û bi her awayî alîkariya wan bikin. Ji ber ku dibe niha li Rojava zilm tê kirin, di pêşerojê de wê zilm li me jî bê kirin. Piştgirîkirina Rojava erkek netewî, olî û exlaqî ye. Berevajiyê wê jî her kesê ku xiyanetê bike wê bikeve rupelên tarî yên dîrokê. Dewleta Tirk heman şêweyê dema borî êrişî Kurd û neteweyên din dike. Ji bo wê divê Kurd di vê qonaxê de yekdeng û hevgirtî bin. Ji bo ku bikarin ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn derkevin û bibin xwedî pêşerojeke baştir.“
Herî dawî Rojnamevan Heyder Ehmed tekezî kir ku parastina xak û welat, erkek pîroz e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû dizanin di dîrokê de her tim zilm li Kurdan hatiye kirin. Êdî niha dem hatiye ku gelê Kurd xwe ji vê zilmê xilas bikin û wek miletên din bextewar bijîn. Ji ber vê yekê divê partî, rêxistin, navendên perwerdeyê û medya di vê qonaxê de, ji bo piştgiriya Rojava bi berpirsyariyeke mezin tevbigere.“