Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Rojnamevan ji forûma li dijî DAIŞ’ê bi hêvî ne

Rojnamevanên tevlî forûma navnetweyî ya li dijî DAIŞ’ê bûn Ergun Babahan, Hayko Bagdat û Arzû Demîr diyar kirin ku forûm gelekî erênî derbas bûye

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava di navbera 6-8’ê tîrmehê de li dijî DAIŞ’ê forûmeke navneteweyî pêk anî bû. Ji beşdarên forûmê rojnamevan Ergun Babahan, Hayko Bagdat û Arzû Demîr ji ANF’ê re qala çavdêriyên xwe kirin.

Ergun Babahan diyar kir ku metirsiya DAIŞ’ê hîn ji holê ranebûye û diyar kir ku heta DAIŞ’î bên darizandin û mehkûmkirin divê mijar di rojevê de be. Rojnamevan Ergun Babahan wiha got: “Rojava ji konferanseke navneteweyî ya gelekî serketî re malovanî kir. Ji gelek deverên dinyayê, ji Efrîkaya Başûr, Hindistan, Ewropa, Amerîka ji gelek herêman pisporên DAIŞ’ê, hiqûqnas, psîkolog, parêzvanên jinan û alim tevli konferansê bûn. Di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de Ewropayê jî êş kişand lê belê yên ku berdêlên herî giran dan kurd, bi taybetî êzidî bûn. Jin mîna koleyan hatin firotin, bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn. Ji ber vê yekê divê mijara DAIŞ’ê her di rojevê de bê hiştin, bê bîranîn û ji bo careke din serê xwe bilind neke bê astengkirin. Di vê mijarê de rêveberiya Rojava gelekî bi biryar e. Bi Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî re di nava têkiliyê de ye.”

‘Ji ber tiştên ku min dîtî ez bi hêvî me’

Babahan bi bîr xist, rêveberiya Rojava ji aliyê civaka herî mezin a navneteweyî ya dinyayê ve legal tê qebûlkirin û wiha got: “Ev yek wê bidome. Tevî ku peymaneke siyasî nebû jî civînek bû ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî mohra xwe danîbû binî, kurd û rêveberên kurdan lê amade bûn.” Ergun Babahan bal kişand ser zextên dewleta tirk ên li dijî Rojava jî û wiha got: “Me dît ku dema li Rojava aştî hebe her du aliyên sînor jî ji vê aştiyê sûdê werdigire. Dema ku li Kobanê geriyam gelekî matmayî mam. Li bendê bûm ku bajarekî hilweşiyayî bibînim. Lê belê zû hatibû avakirin. Paqij bû. Mirov bi şev li kolanan bi hêsanî digeriyan, zarokan ji xwe re li parkan dilîstin, jin bi rengekî azad tevdigeriyan, ji aliyê mafên mirovan ve rewşeke ji Tirkiyeyê gelekî cudatir hebû.”

Hayko Bagdat: YPG’iyan Tirkiye jî di nav de dinya ji belayekî rizgar kirin

Ji beşdarên konferansê rojnamevan Hayko Bagdat der barê YPG’iyan de çavdêriyên xwe anî ziman: “Hatim Rojava. Min li wê derê DAIŞ’iyên êsîr dît. Tevî hempîşeyên xwe em bi çend DAIŞ’iyan re axivîn. Cihê tirs û fikaran bû ku dema mirov wan mirovên bûn sedema wê hovîtiyê bibînin. Min bi yekî ji wan hevpeyvîn kir. Ya ku bala min kişand, tirs û fikara ‘gelo ji van tên ku careke din bikin’ bû. Di zîhniyeta wan de guhertineke mezin nebû. Tiştên ku wan qalê dikir nîşan dida ku ew li pişt hovîtiya serjêkirin, avêtina ji bilindahiyê, recm û hovîtiyên din e. Vê hovîtiyê jî li gorî îslamê dibînin. Di mijara şewitandin, cariye, firotin û çend mijarên din hin rexneyên biçûk dikin. Vê yekê min gelekî tirsand. Piştî ewqas bûyerên qewimî hîn xwedî heman zîhniyetê ne, lewma ev yek cihê tirs û fikaran e. Em qala bi hezaran mirovî, bi deh hezaran zarokî dikin. Li kampa rojê mirovên ji her rengî, zarokên ji her neteweyî hebûn. Biçûk bûn, bi giranî zarok bûn. Gelek jin hebûn. Jiyan, aqûbeta wan mirovan ne karekî welê ye ku tenê rêveberiya Rojava ji bin rabe û pêk bîne. Rayedarên Rojava ev yek dianîn ziman. Rayedarên Rojava ji me dixwestin ku dengê wan bigihînin dinyayê.”

Gelekî bi bandor bûye

Bagdat anî ziman ku tişta wî dît û ya beriya niha di televîzyonê de didît ji hev gelekî cuda bûn û got ku herî zêde YPG’iyan bandor li wî kirin. Bagdat wiha got: “Mirovan li vê derê bi lehengiyeke gelekî mezin ji bo çeteyên herî nebaş asteng bikin canê xwe feda kirin. Bi taybetî dema çûm şehîdgeha Kobanê gelekî bandor li min kir.”

Bagdat diyar kir ku wan serdana hêzên xweparastinê kir û ev tişt anî ziman: “Tabûrên suryaniyan hene.  Tabûrên ermeniyan hene. Tabûrên ermeniyan gelekî bandor li min kirin. Ji ber ku ermeniyan piştî qirkirinê yekemcar ji bo gelê ermenî û mafên wan biparêzin, ji bo li dijî nebaşiyê şer bikin çek rakirin.”

Hayko Bagdat destnîşan kir ku konferansa li dijî DAIŞ’ê hate kirin gelekî serketî bû û wiha got: “Gelekî bi hêvî me. Gelek tedbîrên ewlekariyê hebûn. Baş bû ku hebû. Ji ber ku pêkhatina konferansê bêyî rûdana zerarê li kesî hêviyê dide mirovan.”

Arzû Demîr: Li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê divê piştgirî hebe

Ji beşdaran rojnamevan Arzû Demîr jî anî ziman ku gotina ‘divê çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin’ ya ku di encamnameya konferansê de hate destnîşankirin gelekî girîng e. Demîr diyar kir ku metirsiya DAIŞ’ê bi dawî nebûye û bêyî derengmayinê divê çeteyên DAIŞ’ê li dadgeheke navneteweyî bên darizandin, rêveberiya demokratîk a xweser jî bê piştgirîkirin.

Demîr bal kişand ser teqînên li Qamişlo, Hesekê yên vê dawiyê û got, rayedarên ku ew bi wan re axivî hemûyan bal kişandin ser hucreyên razayî yên DAIŞ’ê. Demîr wiha got: “Mijareke din jî ew e ku li hin herêman hîn jî bingeha DAIŞ’ê heye. Li deverên ku demeke dirêj lê serdest bû ji xwe re bingehek afirandin. Rêveberiya Demokratîk a Xweser a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jehrkuja zîhniyeta DAIŞ’ê ye, lewma divê bê xurtkirin.” SILÊMANÎ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar