Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nivîskarê alman Peter Schaber der barê felsefeya Ocalan de pirtûk nivîsî

Rojnamevan-nivîskarê alman Peter Schaber der barê felsefeya Ocalan de pirtûk nivîsî. Çapa yekem a pirtûka nivîskarê alman a ‘bi navê ‘Destpêka modernîteya kapitalîst: famkirina felsefeya siyaseta Abdullah Ocalan’ di nava çend hefteyan de qediya

Navenda Nûçeyan

Pirtûka rojnamevan-nivîskarê alman a ‘bi navê ‘Despêka modernîteya kapîtalîst: famkirina felsefeya siyaseta Abdullah Ocalan’ di meha mijdara borî de gihiştibû ber destê xwendekaran.

Pirtûka ku ji weşanxaneya Unrast-Vergale (Weşanên Ûnrast) derket, yek ji pirtûka yekem a alman ku xwedî wê taybetmendiyê ye, cîhana raman û hizra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire.

Li Almanyayê, Schaber yek ji wan kesan e ku cih li gel têkoşîna azadiya gelê kurd digire. Vê pirtûkê bi rengekî wisa  amade kiriye ku yên bixwazin fêrî raman û hizra Abdullah Ocalan bibin weke destpêkekê ye.

‘Eleqe ne ji bo min, ji bo Ocalan e’

Li gorî agahiyên weşanên Ûnrastê çapa yekem di nava çend hefteyan de qediya. Rayedarên weşanê diyar kirin ku çapa duyemîn a pirtûkê wê di nava rojên pêş de bigihêje ber destê xwendekaran. Dîsa anî ziman ku ji vê eleqeyê pir şaşmayî mane.

Sachaber anî ziman ku di demeke kin de nemana çapa yekem, ne ji ber wî ye û got: “Eleqeye ewqas mezin a ji bo vê pirtûkê, nîşana wê yekê ye ku elqeya ji bo ramanên Ocalan zêde dibe.”

Schaber ê yek ji wan kesan e ku ji nêzîk ve têkoşîna gelê kurd a li Almanyayê dişopîne, sedema nivîsîna vê pirtûkê berê wiha nirxandibû: “Di serî de li Almanyayê gelek derdorên navneteweyî dixwestin ku tevgera kurdan binasin. Mixabin pirtûkên têkildarî îdeolojiya vê tevgerê pir stûr bûn. Min jî ji bo yên bixwazin tevgera kurdan binasin û weke destpêkekê di vê çarçoveyê de ev pirtûk nivîsand.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar