Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîr anîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa çekdarên PDK’ê de şehîd bibû, li ser gora xwe hat bibîr anîn. Li ser gora Nûjiyan Erhan daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku hêrsa PDK’ê ya li hemberî ragihandina azad dewam dike.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3’ê adara 2017’an de di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ya li hember civaka êzidî, li ser rêya navbera Sînûn û Xanesorê de rastê êrîşê hat û bi giranî birîndar bû. Nûjiyan Erhan 22’ê adara 2017’an de, gihîşt nav karwanên şehîdan.

Nûjiyan Erhan di 4’emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, hat bibîr anîn.

Li ser gora şehîd Nûjiyan Erhan daxuyaniya Ragihandina Jinên Êzidxanê ji aliyê rojnamevan Nesrîn Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Heval, memosta û şehîda me Nujiyan Erhan li ser xeta heqîqeta civaka azad, netewa demokratîk û azadiya gelan bi kamera û pênûsa xwe bû sembola rojnemevana azad. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne bêrawestandin bû şopdara Gurbetellî Ersoz û bi dehan şopînerîn heqîqetê.

Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo îxanet, hovîtî û tarîtiya ku bi ser civaka êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatibû kirin ji raya giştî re parve bike, û pilanên qirêj li ser civaka me ya êzidî aşkere bike, berê xwe da deşt û çiyayên Şengalê. Mamosteya me ya yekemîn Nûjiyan Erhan bi pênûs û kamereya xwe çîroka bi sedan jinên êzidî yên ku di  çiyayên Şengalê de asê mabûn guhdar dikir û parve kir. Çeper bi çeper qehremantiya şervanên azadiyê dişopand û radigahand. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo me weke jinên êzidî ronahiya hêviyê bû û weke navê xwe jî jiyanekî nu ji jinên Şengalê re bi xwe re anî.  Nûjiyan  zanabûn û wêrektiya xwe bi jin û ciwanên Şengalê re parve kir û bû yekem kes ku ji jinên êzidî re ragahandinekî ava bike. Hevala Nûjiyan ragahandin ne tenê weke pîşe fêrî me kir,  fêrî me kir ku berê her tiştî lazime ruhê hevaltî pîvana yekem ya jiyana me be. Ji mere nîşan da ku ragahandin bi şopandina rastiya civaka xwe û di xizmeta civaka xwe de kar bike, wê demê dibe raghandina azad.

Mixabin PDK ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji Şengalê revî û civaka me ru bi ruyê fermanekî re hiştin, li şûna ku rexnedayîna xwe ji civaka me re bide û li rexa şervanên me û gêrîllayên Kurdistanê li hember DAIŞ’ê şer bike, bi îxanetekî mezin di 3’ê Adara 2017’an de pêşmergeyên roj yên bi ser PDK’ê ve êrîş anîn ser şervanên azadiyê. Ev buyer asta dirûtiya PDK’ê ji doza Kurdistanê ji mere nîşan dide. Hêrsa PDK’ê ya li hember ragahandina azad ji 3’ê Tabaxa 2014’an de di dema aşkerekirina îxaneta wan a li hember civaka Êzidî heya roja îro berdewam dike. Hevala Nûjiyan ji ber ku di her kêliyên berxwedana Şengalê de li pey heqîqetê bû, bû hedefa hêzên xayîn. Hevala Nûjiyan di 3’ê Adara 2017’an de di seatên sibehê de berê xwe da çeperên şer da ku îxaneta PDK’ê aşkere bike. Lê bi nemerdane bû hedefa hêzên PDK’ê û di 22’ê Adarê de ji ber birîndariya xwe ya giran gihîşt asta şehadetê.

Hevala Nûjiyan bi kar û xebata xwe ji bo parastina dîroka civaka me ya êzidî hafîzeyekî ava kir. Bi  kamera û pênûsa xwe di dîrokê de navê civaka êzidî nivîsand. Em jî weke şopdarên rêheval û memosteya xwe li vê dîroka ku tê nivîsandin xwedî derdikevin. Em ê heya dawî parastina vê hefîzeyê bikin. Em weke yekitiya ragahandina jin ya Şengalê bi kîna hember xayînan û dijminan soz didin hevala xwe û civaka xwe jî ku emê heya dawiyê li pey şopa Nûjiyan Erhan de bin. Me pênûs û kamereya Nûjiyan Erhan hilgirtiye û em tu car nahêlin li erdê bimîne. Çawa ku hevala Nûjiyan fêrî me kir ku ragahandin li pey şopa heqîqetê ye û li gel civaka xwe jî em ê her li ser vê rastiyê kar û têkoşîn bikin û em ê bi pênûsa xwe hesab ji hêzên xayînan bixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ dawî bû. Piştî daxuyaniyê rojnamevanan gul danîn ser gora şehîd Nûjiyan Erhan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar