Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye

Rojnamevan Kasim Seyda anî ziman ku komên paramîlîter ên dewleta tirk sewqî Herêma Kurdistana Federe kirin û PDK di heman mewziyê de cih digirin û wiha got: “Derdekî wan ê netewî nîne. Yekane armanca wan berjewendiyên wan e.”

Li gorî raporên Tîmên Aştiyê yên Xrîstiyan (Christian Peacemaker Teams/CPT), hejmara malbatên ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin di hefteyên dawî de neçar mane ku malên xwe terk bikin ji 200’î derbas bû. Di navbera 15’ê hezîran û 11’ê tîrmehê de çoltara Duhokê herî kêm 285 caran hat bombekirin, 8 gundên li çoltera Amêdiyê ji ber êrîşan bi temamî hatin valakirin û 602 gund bi xetereya valakirinê re rûbirû ne.

Di dema êrîşên dewleta tirk berdewam dikin de di nava hefteyê de derket holê ku gelek komên paramîlîter sewqî herêmê hatine kirin. Li gorî Spee Mediayê dewleta tirk zêdetirî 800’î komên paramîlîter li xeta Metîna û Amêdiyê bi cih kirin.

Dewleta tirk, li herêma ku komên paramîlîter sewq kirinê her wiha noxteyên kontrolê danîn û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir.

Rojnamevan Kasim Seyda yê li Herêma Kurdistana Federe dijî, geşedanên dawî yên li herêmê diqewimin nirxandin. Seyda, anî ziman ku herêmên di bin serweriya PDK’ê de radestî dewleta tirk hatine kirin û wiha got: “Li herêmên Batîfa, Dêrelok, Amêdiyê, Şeladizê, Bamêrnê çend noxteyên Tirkiyeyê hebûn. Ligel êrîşên dawiyê, bajarên di bin serweriya PDK’ê de jî ketin bin kontrola Tirkiyeyê.”

Seyda, anî ziman ku sewqiyatên dawî yên dewleta tirk, sewqiyata Seddam Huseyîn a di 31’ê tebaxa 1996’an de tîne bîra mirov û berdewam kir: “Wê demê Hewlêr radestî rejîmê hatin kirin û komkujiyên mezin hatin kirin. Têkiliyên PDK’ê ne bi Tirkiyeyê re tenê hene, têkiliyên wan di heman demê de bi dewletên din ên neyarê gelê kurd re jî hene. Ev jî di pêşengtiya malbata Barzanî de tê kirin. Ji bo çewisandina partî û tevgerên kurdistanî hat bikaranîn. Qasimlo ji vê re mînak e. PDK, bi dagirkeran re tevdigere.”

 ‘PDK û DAIŞ di heman mewziyê de ne’

Seyda, bal kişand ku hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de kevn û dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “An ku îro ji ber tirsê an jî ji ber hebûn û nebûnê bi Tirkiyeyê re nakeve têkiliyê. Ji xwe heke hevkariyeke kevin nebûya, di yek carê de nedihat asta ku destûrê bide vê dagirkeriyê. PDK, bi awayekî aşkere, cihên di bin kontrola xwe de ji Tirkiyeyê re vekirîne. Tirkiye jî bi leşkerên xwe, çekên xwe û çeteyên xwe kete axa Herêma Kurdistana Federe. Belgeyên derketin holê, nîşan dan ku Tirkiyeyê bi unîformayê artêşê, 800 çeteyên DAIŞ’î di navbera Metîna û Amêdiyê de bi cih kirine. PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye.”

Seyda, bi lêv kir ku di rêveberiya PDK’ê de 3 serî hene û wiha pê de çû: “Yê ewil Mesûd Barzanî ye. Yê duyemîn Mesrûr Barzanî ye û yê sêyemîn biraziyê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî ye. Ev her sê kes jî bi awayên cuda cuda bi gelê kurd re di nava dijminatiyê de ne. Di nava lîstikên qirêj de ne. Her yek ji wan ji bo desthilata xwe ya yê ser din zêde bike bi dagirkeran re di nava dan û standinê de ne. Ketine rewşeke wisa ku ji hêzeke ku li cem dagirkeran cih digirin derketine, bûne parçeyekî dagirkeran û êrîş dikin. Bi vê yekê hewl didin herêmeke biçûk bigirin û bi tena serê xwe bi rê ve bibin. Derdekî wan ê neteweyî nîne. Yekane armanca wan berjewendiyên wan e.”

Seyda herî dawî ev tişt gotin: “Gelê Başûr di demekî dirêj de di bin zilm û zexta rejîmê û krîzên siyasî yên li herêmê bû. Lê her tim bertek û helwesta wan zelal bûye. Niha jî krîzên siyasî û aborî hene. Van gel bêzar kirine. Li gelek qadan gel ketiye derdê ku dê çawa bikarin debara xwe ya rojane bikin. Li aliyê din her tim li dijî dagirkeriyê helwesteke wan a zelal çêbûye û serî hildane. Herî dawî li Şeladizê û Amêdiyê li dijî hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê helwesta xwe bi awayekî zelal danîn holê. Em dibînin ku ev bertek dê hêj zêdetir bibin. Divê hemû saziyên neteweyî û navneteweyî li dijî vê talanê bertekên xwe nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar