Rojnameger Semra Tûran ku li Dêrsimê hatibû binçavkirin, hat berdan
Duh, danê sibehê polîsan li Dêrsimê avêt ser gelek malan. Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Semra Tûran, Şaredara Bajaroka Akpazarê ya berê Fadîme Çetînkaya, rêveberê HDP’a Dêrsimê yê berê Hidir Odûncû û Rêveberê DBP’a Dêrsimê Haskar Aytaç hatibûn binçavkirin.
Piştî karên li emniyeta bajêr, 4 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her 4 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tawanbar kir û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi şertê kontrolkirina edlî her 4 kes berdan. DÊRSIM