Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Rojnamevanên xwedî tecrûbe zimanê çapmeniyê rexne kirin

Rojnamevan Ragip Dûran û Rojnamevan Nadîre Mater destnîşan kirin ku zimanê çapemeniya berbelav ê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bikaranîn rexne kirin. Rojnamevanan dan zanîn ku dawiya dawî dê her derew îflas bike û ew ê bibin rojnamevanên ku şaşîtiya şer nîşan didin

Piştî êrîşên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, mijareke ku zêde tê nîqaşkirin jî helwesta çapemeniya berbelav e. Rojnamevanên xwedîtecrûbe Ragip Dûran û Nadîre Mater, bal kişandin ser vê yekê.

Ragip Dûran, bi bîr xist ku ji sala 1853’yan ji Şerê Qirimê ve di şeran de rojnamevanî tê kirin û got ku peywira sereke ya rojnamevanan ew e ku ji bo parastina mirovan tev bigerin. Dûran ev tişt anî ziman: “Di şert û mercên şerî de divê rojnamevan ji bo rojek berî rojekê şer bi dawî bibe, aştî çê bibe bixebite. Ji ber nêvenga şer, di warê pîşeyî de tesîreke nexweş li rojnamevaniyê dike, divê rojnamevan fikrên xwe û cudahiyên xwe deynin hêlekê û li dijî şer derkevin. Divê rojnamevan di şertên şer de cudahiyên di navbera nûçe û rojnamevaniyê de pir baş tespît bikin.”

Manîpulasoyna çapemeniya serdest a tirkî

Dûran bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji sala 1831’ê ve rojnameyên rojane tên weşandin û derxistin û rojname wekî amûreke propgandayê yên îktîdara siaysî û leşkerî tên bikaranîn. Dûran bi bîr xist ku di şerê Kore û Qibrisê de çapemeniya tirk xwedî weşaneke milîtarîst bûye û destek didan êrîşkariyê. Dûran wiha got: “Îro, sedema ku çapemeniya serdest a Tirkiyeyê pir zêde serî li manîpulasiyonê dide ew e ku tu hêleke rewa û qanûnî ya tevgera li hemberî Sûriyeyê tuneye.”

‘Dawiya dawî dê derew îflas bike’

Dûran da zanîn ku di ekranên televîzyonan de tim leqayî derewkarên AKP’ê tên û destnîşan kir ku ev kes ji bo tezên AKP’ê biparêzin pir hewl didin û helwesteke dûrî rojnamevaniyê nîşan didin. Dûran bilêv kir ku çapemeniya berbelav her çend nûçeyên manîpuleyî çê bikin jî taliyê hev du li derewê diqelibînin û wiha got: “Cirên nexweş ên derewan hene. Derew, tenê nikare ji derheqê du tiştan derkeve; rastî û dem. Yanî dawiya dawî dê her derew îflas bike. Taliyê derew li ber rastiyê dieciqe. Mişkileyek çapemneiya alîgri jî heye. Ji ber kesên li wir di warê pîşeyî de ne şareza ne çawa nikarin xweşikî nikarin nûçeyan çê bikin, nûçeyên asparagas an jî propagandayî jî nikarin baş çê bikin.”

Rojnamevan Nadîre Mater jî bilêv kir ku ew tim rojnamevaniya aştiyî esas digire. Mater anî ziman ku ji ber şer bi rojnamevaniyeke bi mişkilere rû bi rû ne û wiha got: “Li Tirkiyeyê rojnamevan, pirspor, siyasetmedar, stratejîst, dîplomat hemû tevlihev bûne. Nûçe jî ne tu nûçe ne. Nexasim jî di televîzyonan de nûçegihan li Kaniya Xezalan diqîrin. Ji kerema xwe re bêdeng bin. Em tiştên me nedîtiye, lêkolîn nekiriye û jê bawer nekin nenivîsînin. Em hevokên bê çavkanî, bê kirde û tebatî saz nekin.”

‘Em bibın rojnamevanên ku şaşîtiyê nîşan didin’

Mater destnîşan kir ku divê rojnamevan ji cihêkarî û zimanê şidetê dûr bikeve û wiha got: “Divê em ne girêdayî tu îktîdarê bin. Em hay ji berpirsiyariya nûçeyên xwe hebin. Em nebin kirdeya dezenformasyon û manîpulasiyonê. Em nebin rojnamevanên ku gotina ‘Di şer de tişta ewil winda dibe heqîqet e’ piştrast dikin, em bibin rojnamevanên şaşitiyan nîşan didin.” STENBOL

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar