Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rojnamevaniya kurd sûc hatiye dest girtin

Rastiya dijminahiya dewleta tirk ya li dijî kurdan di her derê de xwe dide der. Di çarçovaya lêpirsîna navenda wê li Enqereyê bû de, Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglû hatibû destgîrkirin. Di lêpirsîna Muftuoglû de rojnamevaniya kurd sûc hatiye hesibandin.

Karûbarên îfadeyên Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz û xwişka wî Fîlîz Yilmaz, Cahît Kanbay,  Cihan Guneş, Ramazan Debe, Erol Balci, Evîn Ozbek, Ridvan Aslan, Îsmaîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogî, Devran Ak, Hasan Ozhan, Şemsettîn Toprak, Abdurrahîm Tanyerî û Mehmet Emîn Yildirim ku di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere bû, bi dawî bûn. Tê payîn îro rojnamevan û welatiyên din bibin Edliyeya Enqereyê.

‘Qaşo Şahîdê’ Doza Kobanê di vir de jî derxistin pêş 

Di îfadeyên emniyete de tawanbariya li ser Muftuoglû spartin îfadeyên Kerem Gokalp û şahide veşarî yê bi koda “K8Ç4B3L1T5” ku navê wan di Doza Kobanê de, di doza SES’ê û TJA’yê de jî derbas dibe.

Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîna hatiye birêvebirin de jê xebatên wê pîşeyî, seyahatên kiriye û qeydên HTS’ê hatiye sûcdarkirin. Di lêpirsînê de DFG’a ku Muftuoglû hevseroka wê ye û Ajansa Mezopotamya lê dixebite wek “dijqanûnî” hatin nîşandan.

Polîsan ji Ajansa Mezopotamya re got, “qaşo” lê Muftuoglû bertek nîşan da û got: “MA ajansek ku xwebatên xwe bi qanûnî dike ye. Ez jî li wir rojnamevaniyê dikim. Ez di çarçoveya tu fermanê de naxebitim.”

Ji Muftuoglû ku di sala 2017’an de ku ji bo referandûma li başûrê Kurdistanê bişopîne û çûye wir jî hatiye pirskirin.

Qeydên HTS’ê yên bi awayekî dij qanûnî hatine girtin jî derxistin pêş          

Ji Muftuoglû qeydên telefonê yên di navbera salên 2013-2020’an de jê hatine pirsîn. Muftuoglû diyar kir ku yekî ji wan kesan jî nas nake û wê bi hevpîşe û çavkaniyên xwe nûçeyan re hevdîtin kiriye û hevdîtinên wê hemû di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bûne.

Her wiha qeydên Historical Traffic Search (HTS) yên di navbera salên 2014-2020, 2013-2016 û 2015-2020’an de yên li Wan, Amed, Şirnex û Edeneyê jî ji Muftuoglû hatin pirsîn. Sedema qeydên HTS’ê yên gelek kesan ji Muftuoglû hat pirsîn û Muftuoglû da zanîn ku ew gelek kesên navê wan derbas dibe nas nake û hemû qeydên navborî jî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kiriye.

Dahat û çûyînê wan jî wek sûc hatiye dîtin

Her wiha Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz û xwişka wî Fîlîz Yilmaz jî ji Muftuoglû hat pirsîn. Jixwe Muftuoglû û Sedat Yilmaz li heman ajansê dixebitin lê dîsa jî jê pirsîne. Her wiha xebatkar û rojnamevanên li Ajansa Mezopotamyayê dixebitin ji Muftuoglû hat pirsîn. Qeydên hevpar ên rojnamevanan û Muftuoglû wek sûc hat nîşandan.

Ji Muftuoglû transfera pereyan a li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku midûra karên wê nivîsan bû, dîhaber ku xwediya wê îmtiyazê bû kiriye hatine pirsîn. Pereyê ku Muftuoglû di navbera xwe û malbat û hevpîşeyên xwe de kiriye û raporên MASAK’ê kirine mijara tawanbariyê.

‘Rojnamevaniya ez dikim ji raya giştî re vekirî ye’

Muftuoglû tawanbariyan red kir û diyar kir ku ew rojnamevan e, ev 3 roj in xebatên wê rojnamevaniyê hatine astengkirin û got: “Rojnamevaniya ez dikim ji raya giştî re vekirî ye, li ber çavê her kesî dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar