Navenda Nûçeyan |
Rojnameya danîmarkî ya xwedî tîrajek herî bilind Jyllands-Posten, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, rûpelek tam îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand.
Rojnameya ku rojan e 20 milyon kes dişopîne, bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan, qala xeyalê Neo-Osmanî yên serokkomarê tirk Erdogan ku bi polîtîkayên yek kesî, bi awayekî sîstematîk zilê li gelê kurd û muxalefetê dike. Rojnameyê bal dikişîne ser xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û şexsiyetên cîhana akademiyên siyasî, hunermend, dadwer, hiqûnas ên li Danîmarkayê destekê didin azadiyê û dîsa Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan li hucreyên girtîgehê de nivîsandî.
Di dawiya îlanê de jî tê destnîşankirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê zêdetir xebatên dorfireh bên kirin, daxwaz ji Danîmarka hat kirin ku zêdetir aktîf di têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê de bibe xwedî rol.