Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameya L’Humanite di manşeta xwe de cih da çekên kîmyewî

Êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî bû mijara manşeta rojnameya L’Humanite. Rojnameyê ragihand ku rojnamevan û doktorên li Tirkiyeyê dan pey mijara çekên kîmyewî hatine girtin.

Di nûçeya rojnameya  L’Humanite de nêrîna pisporan a li ser dîmenên ku HPG’ê parve kiribû, hat parvekirin. Dr. Jan van Aken ji L’Humanite re axivî û got, “Em balê dikişînin ser pirsgirêkên cidî ku divê bêne lêkolîn.”

Dr. Beppe Josef Savary-Borioli jî got, “Nepêkane ku mirov tenê li gorî dîmenan teşhîsekê dayne. Lê belê dema ku min dîmen dît, madeya ku hat bîra min M-CPP bû. (…) Ev made mîna ku bi vê şervana dikene re cara dibe sedema ken, carna jî kabûsê. Dema bi asteke bilind de tê bikaranîn, mîna ku bi vê şervana dîmenê wê hatiye kişandin re dibe sedema tabloyeke klînîkê: koma, hiperventilasyon, kramp, nobedên epileptik. Dema pir zêde hat bikaranîn jî dibe sedema mirinê, mirineke gelekî biêş.”

Rojnameyê di nûçeya xwe de her wiha cih da rapora IPPNW ku piştî serdana başûrê Kurdistanê amade kir. Di nûçeyê de hat ragihandin ku destûr ji heyeta IPPNW re nehatiye dayin ku xwe bigihîne herêmên bombardûman lê hatine kirin, hevdîtinê bi kesên ku madeyên kîmyewî bandor li wan kiriye û hat destnîşankirin ku dane ji ber vê yekê nekarîne bêne lêkolîn.

Dr. Beppe Savary-Borioli têkildarî mijara lêpirsîneke gengaz axivî û got, “Ji bo dewletek di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de yan jî bi erka Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî daxwaza lêpirsîneke fermî bixwaze, bi têra xwe delîl hene.”

Di nûçeyê de hat ragihandin ku li Tirkiyeyê banga ji bo lêpirsîneke serbixwe jî hinceta girtinê ye û girtina Şebnem Korûr Fîncanci hat bibîrxistin.

L’Humanite her wiha cih da sicîla dewleta tirk a têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û diyar kir ku li Serêkaniyê qurbanekî şer kete bi bandora bikaranîna fosfor a spî, Hûlûsî Akar jî li xwe mikur hat ku li hemberî gerîlayên HPG’ê bombeyên gazê yên çavan dişewitîne bi kar anîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar