Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rojnameya Serxwebûnê hejmara 500’î li dû xwe hişt

Rojnameya Serxwebûnê hejmara xwe ya 500'î bi manşeta 'Li ser xeta Apoyî hejmara 500'î, dengê îrade û baweriyê' hate weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê û organa weşanê ya îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e, hejmara 500’î ya weşana xwe gihand ber destê xwendevanên xwe. Di hejmara 500’î de li gel nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê ‘Serxwebûn rola xwe hîn jî dilîze’, her wiha nirxandin û analîzên li ser salvegera 39’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bi berfirehî hatin weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê ragihand, ya ku li cihanê tu ji rêxistinên xwedî nasnameyeke îdeolojîk bi ser nexist, rojnameya Serxwebûnê ku organa weşana îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e bi ser xist, bênavber 500 hejmar weşand û ev yek li cihanê tiştekî nû ye.

‘Kevneşopiya Serxwebûnê di dîroka me ya rewşenbîrî û fikrê serbixwe xwe dispêre dengê herî xurt’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1997’an li ser rojnameya Serxwebûnê nivîsek nivîsî û got: “Di vê demê de ku faşîzma 12’ê Îlonê bandora xwe bi her awayî ferz dike û her der di nava tarîtiyê de ye, we bi derfetên kêm dest bi weşandina rojnameya Serxwebûnê kir, ku ev yek bi tena serê xwe gaveke girîng e. Beriya niha di sala 1978’an de me hewl da ku Serxwebûnê bi rengê mehane biweşîne ku ev hewldan jî gelekî girîng e. Lewma mirov dikare bibêje ku temenê rastî yê Serxwebûnê sala 1978’an destpê kiriye. Kevneşopiya Serxwebûnê di dîroka me ya rewşenbîrî û fikrê serbixwe de xwe dispêre dengê herî xurt. Di fikir de organê herî şareza yê serbixwe ye. Û em ne di wê baweriyê de ne ku fikrê Serxwebûnê bi hemû aliyên xwe hatiye fêhmkirin, pejirandin. Lê belê yekane nirxê heyî rastiya me ya fikir a di vir de ye.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk jî bi sernavê ‘Serxwebûn Hişê Şoreşa Kurdistanê ye’ gotarek nivîsî û destnîşan kir ku rojnameya Serxwebûnê îşkenceya li zindanên faşîzma 12’ê Îlonê, înfaza li qadan, şoreşgerên hatin darvekirin, parêznameyên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, berxwedana xizmên girtiyan ên li ber zindanan, fedaiyên şoreşger ên li çiyê derbên giran li dijmin xistin û şehîd bûn, eniya yekbûyî ya şoreşgeran a li dijî faşîzmê û gavên ji bo avakirina yekîtiya têkoşînê hatin avêtin, weşand û kir malê dîrokê.

‘Serxwebûn bû pira di navbera zîndanan û serokatî’

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersim jî bi sernavê “Serxwebûnê di navbera zindanan û Rêbertî û partiyê de bi rola pirê lîst” gotarek nivîsî û işaret bi rola mezin a rojnameya serxwebûnê ya di têkoşîna azadiyê de kir.

‘Di her kêliya 39 salan de şopa vê pêngavê heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û got: “Weke gel û tevger, bi pêşengiya Rêber Apo 39 sal in em berxwedaneke mezin dimeşînin. Têkildarî Kurdistanê û pirsgirêka kurd di van 39 salên dawî de di bingeha hemû pêşketinan de Pêngava me ya gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an heye. Di her kêliya 39 salan de şopa vê pêngavê heye. Îro jî vê nûbûn û bandora xwe dewam dike. Bûyera ku 39 salan herî zêde hate nîqaşkirin, Berxwedana Azadiyê ya Kurd a nû bû ku 15’ê Tebaxa 1984’an bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê destpê kir û pêngava gerîla ya li ser vê bingehê bû.”

Serhat Masîs jî li ser şehîdên mezin ên Pêngava 15’ê Tebaxê nivîsî.

Fermana 74’an

Raûf Karakoçan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Şengal û Rastiya Fermana 74’an’ diyar kir ku li Şengalê tişta herî nebaş a bi serê gelekî ve bê, qewimî. Raûf Karakoçan qala fermanê û pirsgirêkên piştî fermanê kir.

Nivîsên din jî wiha ne;

Di hejmara 500’î ya rojnameya Serxwebûnê de ev nivîs jî hatin weşandin:

– Aliyên Neteweya Demokratîk, Beşa 4’emîn. – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
– Rêwîtiya Asêbûyî ya Dewleta Tirk – Huseyîn Dîcle
– Li ser bingeha ronesansa jinê ber bi şoreşa jinê ve – Besê Erzîncan
– Modernîteya Demokratîk û Sosyalîzm – Dûran Kalkan
– Faşîzma AKP-MHP’ê pêwîstiya xwe bi razemeniya welatên rojava û kendavê heye – Nedîm Seven

Li ser navnîşsana serxwebun.org rojnameya Serxwebûnê dikare bê peydakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar