Rojnameya Xwebûn ku li ser ruhê rojnamegeriya kurdî şîn bû, di meha kanûnê ya sala 2019’an de bi awayekî heftane dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 2 sal in her roj bêtir şax vedide, heta niha bênavber 73 hejmaran çap kiriye. Ji roja ku dest bi weşanê kiriye ve rojname hem bi awayekî kaxiz tê weşandin hem jî li ser platformên dijital nûçeyên xwe belav dike.
Di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de rojname weşana xwe ya dijital xurt dike û di vê çarçoveyê de ji bilî weşana xwe ya nivîskî dê dest bi weşana bidîmenan jî bike. Wê rojname, di mijarên jin, çand û huner, aborî, siyasî, ziman û dîrokê de bi edîtorên xwe bernameyên bidîmen bide amadekirin û li ser hesabên xwe yên medya dijital biweşîne.
Bernameyên nû
Bernameyên ku ji hêla rojnameyê ve bên amekirin û weşandin bi navê û mijarên xwe wiha ne;
Civana Jinan – Jin
Bêjing – Çand
Piyase – Aborî
Hurgilî – Analîz
Rêze Dersên Kurmancî – Ziman
Dîroka Kurdistanê – Dîrok
Podcast
Di 15’ê Gulanê de dest pê dikin
Edîtorê rojnameyê Zekî Erden têkildarî vê xebata rojnameyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û agahî parve kirin.
Erden diyar kir ku di şert û mercên îro de tenê weşana nivîskî kêm dimîne û wiha got: “Belê em bi nivîsê xweş tînin ziman lê ev pêdiviya civaka kurd û Kurdistanê bi giştî nabersivîne. Ji ber vê yekê dema ku Xwebûnê bi dest weşanê kir jî projeyên bi vî rengî li pêşiya Xwebûnê hebûn. Di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de em ê vê projeya xwe bikin meriyetê û li ser hemû platformên dijîtal dest bi weşaneke nû bikin.”
Ziman û dîrok
Erden got ku weke rojname di xurtkirina dijîtalbûnê de dereng mane û wiha qala naveroka weşana xwe ya dijital kir: “Di xebatên me yên nû de, ji bo mijarên jinan em ê bernameya ‘Civana Jinan’, ji bo nirxandina geşedanên li Kurdistanê bernameya ‘Hurgilî’, ji bo mijarên çand û hunerê bernameya ‘Bêjing’, ji bo mijarên aboriyê jî bernameya ‘Piyase’ amade bikin. Li gel van em ê bi navê ‘Rêze Dersên Kurmancî’ û ‘Dîroka Kurdistanê’ jî li ser ziman û dîrokê bername amade bikin. Ji bo xurkirinê em ê podcastên xwe jî nû bikin.”
Banga piştevaniyê
Di dawiyê de jî Erden da zanîn ku wê weşana xwe ya kaxiz a heftane bidomînin û ev bang kir: “Em ê giraniya xwe bidin weşana dijîtal. Em daxwaz dikin ku çapameniya kurd û çapemeniya din jî me bişopîne. Ji bo ku em zêdetir bên şopandin û dîtin em banga piştevaniyê dikin.” AMED