Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket

Hejmara 208’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” gihişt xwînerên xwe. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Heta azadiyê em ê têbikoşin” bal kişand ser daxwazên çalakgerên Nobeta Edaletê.

Hejmara 208’an a Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket. Rojnameyê di manşete de cih da çalakiyên girava birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê û çalakiyên Nobeta Edaletê ya di çarçoveya pengava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasi” li gelek bajaran hatiye destpêkirin. Rojnameyê di manşetê de destnîşan kir ku, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li çar aliyê cîhanê belav dibe.

Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Heta azadiyê em ê têbikoşin” bal kişand ser daxwazên çalakgerên Nobeta Edaletê. Rojnameyê di rûpela jinê de jî bi sernavê “Dîroka greva birçîbûnê” bal kişand ser dîroka çalakiya jinan a gireva birçîbûnê. Nivîskar di lêkolîna xwe de anî ziman ku li dijî neheqiyên ku pêk tên bertekên her gel, civak û kesan ji hev cudatir in û got: “Her neheqiyên ku pêk tên li dijî xwe rêbazek/çalakiyek cudatir didin destpêkirin. Bi gelemperî çalakiyên ku jinan ji wan re pêşengî kiriye dûrî bikaranîna tundiyê ne. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav û ya bi salane berdewan dike greva birçîbûnê ya ku bingeha xwe ji dîrokeke kevn digire û bi pêşengiya jinan bûye çalakiyeke polîtîk. Çalakiya greva birçîbûnê wekî çalakiyeke protestoyî ya siyasî bi demê re li cîhanê belav bûye.”

Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî bi sernavê “Azadiya Abdullah Ocalan pêwist e” bal kişand ser hefteya mafên mirovan û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar