Navenda Nûçeyan |
Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) demek berê çapa kaxiz a rojnameyê dabû sekinandin.
Rojnameya ragihand ku dê ji 8’ê hezîranê ve êdî derbasî çapa kaxiz bibin û ev agahî dan: “Dîsa silav… Yenî Yaşam dê ji roja duşemê anku ji 8’ê hezîranê ve dîsa li bayiyan be. Ji bîr nekin ku bikirin!”