Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Rojnameyek danîmarkî ji bo azadiya Ocalan îlan da

Di rojnameya Înformatîon a Danîmarkayê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlanek hat dayîn û tecrîd hat şermezarkirin

Navenda Nûçeyan |

Di rojnameya Înformatîon a Danîmarkayê de bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlanek hat weşandin. Di îlanê de hat diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan were berdan û ev tişt hat diyarkirin:

“Îroj 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan firsendeke baş  e.

Qehremanê azadiya kurdan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Îmraliyê di girtîgehê de ye.

CPT’ê li ser şertên girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê di Tebaxa 2020’an de raporek weşandibû û piştrast kiribû ku Abdullah Ocalan di şertên dermirovahiyê de girtî ye, hemû girtiyên li girtîgehê bi awayî (nivîsandin jî di nav de) nikarin têkiliyê bi derve re deynin.

Di rapora CPT’ê de tê gotin ku ev rewş nayê qebûlkirin û ev rewş li dijî mafên mirovan ên navneteweyî û proseduran e.  CPT’ê diyar kiribû ne bi tenê li Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehên din jî divê şert werin guherandin.  Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve parêzer nikarin biçin hevdîtinê û Ocalan herî dawîn di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye. Ev tişt tê wateya binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina Standarda Normal a Neteweyên Yekbûyî.

Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di Cotmeha 2020’an de diyar kiribû ku rewşa li Tirkiyeyê baş nebûye û zextên mezin li ser mûxalefeta siyasî û navxweyî heye.”

Di îlanê de navnîşana malpera Înîsiyatîfa Azadî Ji Abdullan Ocalan re û lînkên pirtûkên Abdullah Ocalan jî heye.

Rojnameya Înformatîon a Danîmarkayê ji aliyê hêzên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya alman ji serwîsa nûçeyên çapemeniya berxwedanê hatibû avakirin. Borge Qutze di 5’ê Gulana 1945’an de li avahiya rojnameyeke berê ya Naziyan hat avakirin.

Rojname bi piştgiriya Komeleya Xebatkarên Înformatîonê û Komeleya Dostên Zanyariyê yên 450 endamên wan hene tê derxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar