Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tirkiye hêzên xwe ji herêmên Sûriyeyê venakişîne

Rojnameyên erebî yên îro behsa serdana muhtemel a Pûtîn a ji bo Tirkiyeyê, pêşniyara Amerîkayê ji bo Filistînê û peymana muhtemel a Amerîka-Siûdiyê kir.

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî serdana muhtemel a serokê Rûsyayê Pûtîn ji bo Tirkiyeyê bi sernavê “Pûtîn dê bi Tirkiyeyê re dosyaya Sûriyeyê nîqaş bike” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de rojnameyê cih da rojeva serdanê û hat diyarkirin ku dê 4 dosyayên sereke bên nîqaşkirin; lihevkirina têkildarî korîdora ewle ya dexl û danan li Deryaya Reş ku Rûsya xwe jê vekişandiye, têkiliyên bazirganiyê yên her du dewletan, têkiliyên Tirkiye-Azerbeycan-Ermenistanê û dosyaya Sûriyeyê.

Li gorî rojnameyê, di dosyaya Sûriyeyê de dê vegera penaberan û normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê û hevdîtina Erdogan-Esed bên nîqaşkirin. Rojnameyê li gorî çavkaniyên nêzî hikûmeta tirk jî ragihand ku daxwaza Şamê ya vekişandina hêzên Tirkiyeyê ji herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê wekî şertê normalîzekirinê, ji bo Tirkiyeyê xeteke sor e û bazar li ser nayên kirin.

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Filistînê û şerê bi Îsraîlê re nûçeyek weşand. Di nûçeyê de li gorî derdorên siyasî yên Filistînê hat diyarkirin ku armanca serdana serokê Filistînê Mehmûd Ebbas a pêşwext û veşartî ji bo Urdinê ya roja sêşemê, nîqaşkirina pêşniyara Amerîkayê ya lidarxistina civîneke pêncalî ya nû bi Îsraîlê re ye.

Li gorî rojnameyê, wan aliyan got Washingtonê pêşniyar kiriye ku tevî Filistîn û Îsraîlê, Urdin, Misir û nûnerên Amerîkayê jî dê li hev bicivin. Di nûçeya rojnameyê de pêşniyara Amerîkayê wek derfeteke çareseriyê ji bo hemû aliyên têkildar hat nirxandin.

Tora El Hurra jî behsa lihevkirina tê payîn a di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de kir û diyar kir ku Siûdî hewl dide li ser asta NATO`yê lihevkirineke ewlehiyê pêk bîne û bernameya nukleerî ya sivîl a di bin çavdêriya Washingtonê de bi dest bixin û bikarin çekên pêşketîtir ên Amerîkayê bikirin.

Li gorî Tora El Hurra, Amerîka ji Siûdiyê dixwaze şerê li Yemenê bi dawî bike, destekê bide saziyên Filistînê yên li Dîfa El Xerbiye, qeydên mezin deyne ser têkiliyên pêşketî yên Siûdiyê-Çînê, her wiha li derfetê digere ku normalîzekirina bi Îsraîlê re parçeyekî wê ya sereke be.

Di nûçeya El Hurra de hat diyarkirin ku dê zehmet be ku serokê Amerîkayê Biden, Senatoya Amerîkayê ji bo lihevkirineke bi vî rengî îqna bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar