Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rojnews: PDK ji jiyana edîtorê me Silêman Ehmed berpirsyar e

Ajansa Rojnewsê girtina edîtorê xwe Silêman Ehmed şermezar kir û diyar kir ku ew tohmetên asayîşa PDK'ê red dikin û wiha got: “Divê rojnameger Silêman Ehmed demildest bê berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

Desteya Rêveber a Rojnewsê têkildarî girtina edîtorê xwe Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyek weşand û xwest nûçegihanê wan tavilê bê berdan.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Rojnewsê bi vî rengî ye:

“Piştî 6 rojan ji revandin û windakirina edîtorê beşa erebî ya ajansa me Silêman Ehmed, Asayişa Duhokê ya PDK’ê bi tometbariyên nerast, berevajîkirî dixwaze wî jî weke Girtiyên Behdîdanê ceza bike. Em weke Rojnews hemû tometên Asayişa Duhokê bi tundî red dikin.

Di daxuyaniya Asayişa Duhokê ya PDK’ê ya ku têde tejî berovajîkirin, tiştên nerast hene û dibêje ku qaşo revandina rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa me tu têkiliya xwe bi karê rojnameveniyê ve tuneye, ew ji ber karên veşartî, neyasayî û herwiha hatin û çûyînê ji bo karê PKK’ê dike, hatiye girtin. Herwiha di daxuyaniyê de li ser tometbariyên pûç, vala û nerast gefa girtin û cezakirinê li rojnamevan Silêman Ehmed tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şeş rojin rojnamevan û edîtorê beşa ajansa Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha tu agahî di derbarê wî de nehatine girtin.

Silêman Ehmed ji rojavayê Kurdistanê ye û ev 5 salin li başûrê Kurdistanê dijî. Roja 1’ê cotmehê bi fermî çû rojavayê Kurdistanê ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe û serdana malbata xwe bike. Piştî ku vegeriya Başûrê Kurdistanê, di deriyê Pêşxabûr yê dikeve di navbera başûrê Kurdistan-rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên PDK’ê ve bêyî ku sedemek yê wan yê yasayî hebe û bêyî daxuyaniyekê li ser bidin, hatiye revandin û ji wê demê ve têkiliya wî bi me û malbata xwe re qut bûye.

Em weke ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast ên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.

Em weke ajansa Rojnewsê vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were aşkerakirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar