Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnewsê têkildarî nûçegihanê xwe Biradostî de daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Rojnewsê têkildarî binçavkirina nûçegihanê xwe Zûbêr Biradostî de daxuyaniyek da. Desteyê got ku nûçegihanê wan ne pêşmerge, rojnamegere û wiha bang li hikûmetê kir: “Kîjan qanûn wî mafê dide we ku hûn rojnamegerekî bêsûc binçav dikin?”

Desteya Rêveberiya Rojnewsê têkildarî binçavkirina nûçegihanê xwe Zûber Biradostî ku 5 meh berê ji hêla hêzên asayîşê yên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hatibû binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Desteya Rêveberiya Rojnewsê wiha ye:

“Di 21’ê tebaxa 2019’an de peyamnêrê ajansa me Zûbêr Biradostî li Sîdekanê ji aliyê asayîşa Sîdekanê ya girêdayî PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Biradostê duh êvarê hate berdan.

Nêzî 5 mehe Biradostî bêyî ku sûcekî wê hebe, dibin çavan de hate hiştin. Hêzên asayîşa PDK’ê hertim zext li malbata Biradostî kirin ku bibêjin Biradostî pêşmerge ye. Her wiha asayîşê ji Sendîkaya Rojnamegeran re jî gotibû ku Biradostî pêşmerge bû û hatiye biçavkirin.

Em weke Ajansa Rojnewsê û bi navê nûçegihanê xwe Zubêr Bradostî dibêjîn; Bradostî ne pêşmerge, rojnameger e. Em nerazîbûna xwe der barê helwesta Sendîka û rêxistinanan de nîşan didin. Bi taybet jî Sendîkya Rojnamegeran. Ji ber ku endamên berpirsên sendîkayê yên li navçeya Soran ji bo ragihandinê diyar kiribûn ku Biradostî pêşmerge bû û sîxûr bû. Li ser vê jî sendîkayê tu helwestek nîşan neda. Ev sûcdariyeke metirsîdare. Pêwîst bû ku Sendîkaya Rojnamegeran rojnameger Zûbêr biparasta.

Rojnews bang li Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Federal a Kurdistanê û aliyên peywendîdar yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku der barê binçavkirina neheq a 5 mehan a Biradostî de daxuyaniyeke zelal bide. Divê ji bo me bêjin, ji bo çi hatibû binçavkirin û ji bo çi ewqas dem di zindanê de hate hiştin. Ew dibêjin li ser daxwaza hinek kesên desthilatê hatiye binçavkirin. Divê hikûmeta Herêmê vê yekê zelal bike. Divê hikûmet bêje bê ka qanûnek heye ku kesekî/a rojnameger bigre û bixe zindanê? Gelo hikûmet ji vê yekê agahdar bû yan na?

Em ê weke Rojnewsê dozê bişopînin. Her wiha erkê Sendîkaya Rojnamegeran e ku vê mijarê lêkolîn bike. Ji ber ku ev yek ji bo hemû rojnamegeran metirsiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar