Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê

Berxwedana Kobanê ku 134 rojan bênavber dewam kir û bi milyonan kesî rakir ser pêyan, ji bo DAIŞ'ê bû destpêka bidawîbûna wê

Di sala 2011’an de piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê rû da, gelek rêxistinên çekdar jî derketin holê. Ji van ê herî talûke jî, DAIŞ bû. DAIŞ ku ji ber valahiya li Iraq û Sûriyeyê keys zevt kir, di havîna 2014’an de li Sûriye û Iraqê herêmeke berfireh xist bin kontrola xwe. Di hezîrana 2014’an de li Iraqê di çend saetan de Mûsilê û di 29’ê hezîranê de jî li Sûriyeyê Reqayê dagir kir û “xelîfetî” îlan kir. DAIŞ, paşê berê xwe da Dêrazorê, Heleb, Îdlîb, Hama, Şam û gelek deverên din.

Armanca dawî ya DAIŞ’ê jî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku piştî şerê navxweyî Rêya Sêyem esas girtibûn. DAIŞ, di 15’ê îlona 2014’an de êrîş bir ser gundên Kobanê. DAIŞ’ê wekî herêmên din armanc dikir ku di demeke kurt de Kobanê jî dagir bike. Her wiha pêwendiya di navbera Efrîn û Cizîrê de qut kir û bi vî awayî dixwest  piştgiriya lojîstîkî ya di navbera Girê Spî, Cerablûs û Reqayê de bênavber pêk bîne.

DAIŞ’ê di 17’ê îlona heman salê de, pira li ser Çemê Firatê ku pireke girîng û krîtîk bû, xist bin kontrola xwe û ber bi navenda Kobanê ve çû. Êrîş bi çekên giran ên ji artêşa Iraqê hatin kirin. Navenda Kobanê bû armanca êrîşên bi tanq, roket û hawanan. Heta 2’yê cotmehê DAIŞ’ê ji 354 gundên Kobanê 350 jê dagir kirin. DAIŞ, di 5’ê cotmehê de xwe gihand Girê Miştenûrê.

Çalakiya Arîn Mîrkanê

Lê belê li vir rastî berxwedaneke mezin hat. Ji fermandarên Yekîneya Parastinê ya Jinan (YPJ) Arîn Mîrkan û Rîvana, bedena xwe kirin sîper û nehiştin DAIŞ pêş ve biçe. DAIŞ ku ji 7’ê cotmehê ve hewl da xwe bera nava bajêr bide, di orta cotmehê de nîviyê bajêr dagir kir.

Şervanên YPG/YPJ’î ku bajêr parastin, ji bo komkujiyeke wekî ya li Şengalê rû nede, sivîlan ji bajêr derxistin. Piştî êrîş dijwar bûn û dorpêçkirin berteng bû, gelê bajêr çû gundê Til Şiîrê ku 5 kîlometre li rojavayê bajêr dikeve. Zêdetirî 300 hezar kes, berê xwe dan navçeya Pirsûs a Rihayê. Bi hezaran kesên ku li sînor nobed girtin jî bi rojan li dijî DAIŞ’ê bûn mertal.

Banga Abdullah Ocalan

Rewşa bajêr ku li hêleke wê Tirkiye û 3 hêlên wê jî di bin kontrola DAIŞ’ê de, her çû xedartir bû. Kantonên din nikaribûn bi tu awayî piştgiriya bajêr bikin û şervanên YPG û YPJ’ê jî bi çekên ferdî li ber xwe didan. Bangên ji bo piştgiriyê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin astengkirin.

Di vê dema krîtîk de heyeta HDP’ê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. Abdullah Ocalan ji bo Kobanê banga ji bo seferberiyê kir. Abdullah Ocalan got: “Kesên ku rê li ber van çeteyên mirinê vedikin û wan bi kar tînin, divê baş zanibin ku bi vê helwesta xwe aştiya herêmê û gelên herêmê ber bi talûkeyê ve dibin.”

Pêşmergeyên YNK’ê jî ji bo derbasî Kobanê bibin ji Tirkiyeyê xwest ku korîdorekê veke.

 Serhildana Kobanê

Tirkiyeyê di destpêkê de destûra korîdorê neda. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, li Dîlokê got: “Niha Ayn-el Arab, bi navê xwe yê din Kobanê, ha dikeve ha dikeve.”

Piştî van gotinên Erdogan, çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê dest pê kirin. Çalakiyên ji bo Kobanê ku di navbera 6-9’ê cotmeha 2014’an de rû dan, di demeke pir kurt de li 35 bajaran û 96 navçeyan belav bûn. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera 7-12’ê cotmeha 2014’an de, di çalakiyên Kobanê de li seranserê welat 46 kesî jiyana xwe ji dest daye û 682 kes jî birîndar bûne û 323 kes jî hatin girtin. Piraniya mirinan, bi çekên polîs û eskeran pêk hatin.

Çalakî bi bangawaziya Abdullah Ocalan bi dawî bûn. Paşê destûr hat dayîn ku pêşmerge di ser Tirkiyeyê re biçin Kobanê.

Bi milyonan kes daketin qadan

Li Kobanê û sînorê wê ev tişt diqewimîn, li Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn jî êrîşên DAIŞ’ê dewam dikirin. Li gel vê berxwedana dîrokî ya şervanên YPG û YPJ’ê jî didomiya û li seranserê cîhanê nerazîbûn zêde dibûn. Li 93 welatan bi milyonan mirov ji bo Kobanê û berxwedana li vir daketin qadan. Li Amerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û bang li dewletan hat kirin ku li dijî van êrîşan tevbigerin û piştgiriya şervanên li Kobanê bê kirin.

Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên saziyên civaka sivîl jî di nav de bi banga bo hezaran kesî 1’ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.

Ji bo DAIŞ’ê destpêka bidawîbûnê

Piştî ku protestoyên li seranserê cîhanê mezin bûn, hêzên koalîsyonê ku bi pêşengiya DYA’yê hat avakirin û 6 welatên ereb jî di nav de, ji hewayê ve êrîşî kozikên DAIŞ’ê kirin. Di mijdara 2014’an de YPG’ê Girê Miştenûrê ji DAIŞ’ê xalî kir. Her wiha YPG’ê rêya Helinçê jî ku DAIŞ’ê di vê rêyê de sewqiyata lojîstîk dikir ji bo Reqa û Girê Spî, bi dest xist û kir ku muhîmat ji DAIŞ’ê re neçin.

DAIŞ ku her roj derb xwarin, vê carê jî di ser Tirkiyeyê re li hemberî Kobanê dest bi pêleke êrîşan a nû kir. Lê piştî ku ev êrîş jî hatin pûçkirin, êdî ji bo DAIŞ’ê “destpêka bidawîbûnê” dest pê kir. Her çû YPG/YPJ’ê mewziyên DAIŞ’ê kêm kirin û gundên Kobanê yeko yeko ji destê DAIŞ’ê xelas kirin.

Serketin

Mizgîniya serketina Kobanê û têkçûyîna DAIŞ’ê, ji aliyê şervanekî YPG’ê ve hat ragihandin. Şervanê YPG’î, piştî êrîşan bi 134 rojan, di 26’ê çileya 2015’an de serketina Kobanê wiha ragihand: “26’ê meha Çile 2015. Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqe.”

Piştî ku Kobanê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, şervanên YPG û YPJ’ê berê xwe dan Girê Spî. Girê Spî jî di 15’ê hezîrana 2015’an de hat rizgarkirin. Bi vî awayî dorpêça 3 salan a DAIŞ’ê û Cebhet El Nûsrayê bi temamî ji holê hat rakirin. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi vê jî nema, di 27’ê tîrmehê de bajaroka Sirînê ya Kobanê jî hat rizgarkirin.

Piştî vê serketinê, di 10’ê cotmeha 2015’an de li Kantona Cizîrê damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat ragihandin.

Şahida wê demê

Dîcle Ahmed ku di dema berxwedanê de li bajêr rojnamevanî dikir, behsa wê demê kir. Ahmed diyar kir ku di êrîşên li hemberî Kobanê de armanc hedefgirtina Şoreşa Rojavayê bûye û got: “Jixwe êrîşên li hemberî Kobanê ji sala 2013’an ve dest pê kiribûn. Derdora Kobanê hatibû dagirkirin û Kobanê hatibû dorpêçkirin. Di 15’ê îlona 2014’an de jî êrîş ber bi asteke din ve çûn. Êrîş ewilî li gundê Teqlikê dest pê kirin. Bi hezaran DAIŞ’î bi tanq û topan li derdora Kobanê kom bûn. Wê demê bi taybetî ji Cerablûs û Girê Spî û ji sînorê Tirkiyeyê piştgiriyeke losjîtîkê ya mezin ji DAIŞ’ê re dihat. Gelek DAIŞ’î di sînorê Tirkiyeyê re hatin Kobanê.”

Ruhê fedaî

Ahmed anî ziman ku şervanên YPG/YPJ’ê tenê bi keleş û bombeyên destan li ber xwe didan li hemberî çekên giran û got: “Ew şervan bi ruhekî fedaî şer kirin û ji bo ku DAIŞ nekeve Kobanê çi ji destê wan hat kirin. DAIŞ’ê digot, ’em ê di nava hefteyekê de Kobanê bi dest bixin û li wir nimêja cejnê bikin.’ Lê li ber vîna zexm a şervanan têk çûn. Her roj derbên giran ji şervanên YPG/YPJ’ê xwarin. Gava DAIŞ ket Kobanê, bi tirs pêş ve diçû. Ji lew re li hemberî DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî hebû. Her ku DAIŞ ditengijî, ji bo vîna şervanên YPG û YPJ’ê bişikîne û wan çavtirsandî bike bi wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk dianîn.”

‘Em ê dest ji vir bernedin’

Ahmed ragihand ku piştî êrîş dijwar bûn di destê YPG/YPJ’ê de tenê çend kuçe mabûne û got ku wê demê hemû xanî, kuçe û kolanên bajêr qada şer bûne. Ahmed destnîşan kir ku ji xeynî şervanan gel jî daxilî nava berxwedanê bûye û got: “Ji aliyekî ve tî û birçîbûnî, li aliyê din jî sermayeke dijwar hebû. Gelek şervan bi rojan xwarin nedixwarin. Lê dîsa jî dizanibûn wê bi ser bikevin. Gava me ji şervanan dipirsî, ‘Em ê çawa ji heq van rojan derkevin?’ Digotin, ‘Li Kobanê tenê kesek jî bimîne, em ê vir bi dest wan bernedin.’ Bi vê bîr û baweriyê şer kirin. Berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan. Em rojnamevanên ku wê demê şer dişopandin, em bûn şahidê wan rojan. Şervan, bi bedena xwe bûn sîper.”

Ahmed wiha domand: Kesên ku nikaribûn çekê hilgirin, ji bo şervanan xwarin çêdikirin. Li birîndaran mêze dikirin. Ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên biyanî gelek ciwan ji bo parastina Kobanê hatin vir. Gelek ciwan bêyî ku ava Kobanê vexwin jiyana xwe ji dest dan. Kurd, li sînor bûn mertalên zindî. Bi ruhekî berxwedê Kobanê bi dest ket.”

Ahmed bilêv kir ku di dema şer de derfetên wan jî pir kêm bûne û di şert û mercên pir dijwar de xebitîne û got: “Lê diviyabû me tiştên li vir diqewimin ragihîne cîhanê. Diviyabû me berxwedana dîrokî ya li vir rê her kesî bidana. Di vê rêçê de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane. Lê piştî me berxwedana li vir ragihand cîhanê, hêzên koalîsyonê ketin dewrê û ji hewayê ve êrîş birin ser DAIŞ’ê. Bi berxwedana Kobanê re tevahiya cîhanê berxwedana gelê kurd û jinan nas kir.”

Çavkanî: Ajansa Mezepotamya

Kela berxwedanê: Kobanê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar