Digel ku bi şemleke mezin pêvajoya dîrokê dabû destpêkirin jî, sedema ku şaristaniya Sumer di warê dîroka zanist de cîhê xwe yê layiq ne girtiye, keşifbûna wê ya dereng û serdestiya ramana Ewropa ya xweperestî ye. Xweperestiya şaristaniya Greko-Romen, di vî warî de roleke mezin dilîze. Her pêngava şaristaniyê, xwedî xwezayiyeke xweperest e ku pêşveçûnan bi xwe re bisînor dike û ji xwe re dike mal. Sumerî jî li hember nirxên serdema neolîtîk, di nava xweperestiyeke wiha de bûn û ji xwe re dikirin mal. Wan afirandina her tiştî, bi sazûmana xwedayan yên ku ew jî afirandibûn ve girêdidan. Di bin van têgîn û sazîbûnên ewqas balkêş de ku heta îro jî hatine, ev sazûmana sumer ya mîtolojîk- teolojîk heye. Vê bandorkirinê em dikarin bi beşên sereke wiha bi rêzînin:
a- Çêkirina civaka bi çîn: Ji aliyê zanistiyê ve tê pejirandin ku pêvajoya civakîbûnê, bûyera herî bingeh e ku bi destê mirovan hatiye pêkanîn. Bi tevayî li derî mirovan, pêvajoya peresana (tekamûl)) xwezayî ya di hemû giyandaran de berdewam dike, di civaka mirovan de bi têgîn û viyana xwe bi zanistî tê berdewamkirin. Dema nifşê mirovê Homo Sapîens, qevastina di warê pêvajoya têgihîna bastûra zimên ya îroyîn de, derfetên qevastinê dane çêbûna civaka bi viyan. Komikên mirovan yên di merhaleya civatokên hovik de, di asta (sewiye) komên ajalan yên pêşketî de dijiyan. Dema ku mezinbûna mêjî û bikaranîna amûr û teknîkên jiyanê bi nifşên Homo Sapîens re gihîşte pîleyeke bilind, merhaleya yekemîn a ku bingeha şoreşa civakî ye, pêk tê. Taybetiya bingehîn ya vê şoreşa civakî, têgihîştina serdestî û qenciya jiyana ku bi hev re bû. Mîna elementên ku pêşî di daringê (made) de çêbûn, di warê civakbûnê de jî, pêşketina dezgehên zexim û payîdar, dabaşa axaftinê ne. Berî dîroka şaristaniyê, dirokeke civakê wiha ku bi hezar salan domkiriye heye. Şoreşa gund a neolîtîk, di vê pêvajoyê de merhaleya duyemîn ya mezin e. Ev şoreşa ku beriya 12 hezar sal pêşketibû, pêngava herî mezin a civakbûnê ye. Bandora vê pêngavê ya li ser pêşveçûna mirovan, bi saziyên xwe yên daringî û manewî di hîmê bîrûbaweriyê de berdewam dike. Tiştên ku her tim şaristanî xweyî kirine û hê jî xweyî dikin, bîrûbaweriya jiyana azad a xwezayî ku îro jî daxwaza mirovan ne, bi xwezayê re dostaniyeke zindî, hîmê giyanî ku ji xof tirs û bandora hêza xwedayan dûr, dilînên zexim yên dayiktiyê, daxwaza wekheviya jin û mêr, çandinî û ajalên kedîkirî ku îro jî hilberîn û amûrên wan Ewropayê xweyî dikin, bîrdoziya bi van hilberîn û amûran ve girêdayî, raman û bastûra ziman û têgînên wan, keşifkirina madenan û vekirina wan ji bo bikaranînê, şoreşa gund a neolîtîk û bi vê ve girêdayî, peşveçûna hîmê civaka gundewarî ya cîwarbûyî ne.
Heger xweza û deştên ku Dîcle û Firad xweyî dikin û bi van ve girêdayî, amûrên ku ev şaristanî afirandin û sazûmana mezin ya civakî nebûna, ne civaka Sumer ya bi çîn, ne dewleta Sumer û saziyên hîmê bilind û ne jî xeta şaristaniyê pêşketî ya vê dawiyê derdikete holê. Dikarin bibêjin dîrok ne disekinî, hey yê ji derna bipijiqiya û pêş ve biçûya. Ev teoriyek e . Dîroka ku diqewime yê cidî were girtin û evê nêzîkbûna meqbûl a dîroka zanistî be. Ji bo nivîsandina dîrokê ya rast û hişmendiya wê ev nêzîkbûna me gelekî girîng e.
Bi gelemperî civakên ji derî Ewropa, bi taybetî civakên Rojhilat ku di rolên xwe yên dîrokî bigihîjin, yê ewlebûna bi xwe pêşbêxin û evê derfetê bide wan ku têkevin ser rêya xwe ya rast. Aliyê şaristaniya Rojava yê herî xeter, aliyê wê yê serdestiya bîrdoziyî ye, heta ev serdestî neyê şikandin, pêşketineke azad ya di rêya siyasî û aborî de çênabe û ji sazûmana cîhanê ya bi heqî, parwergirtin mimkûn nabe. Ez ê van mijaran di beşên têkildar de bi kûrayî bînim zimên.
Heger ez vê mijarê jî neyînim zimên, yê kêmasiyeke mezin derkeve holê. Di beşên pêşiya me de, yê baş were diyarkirin ku hîmekî bingehîn ji ya şaristaniya Ewropa, berî ku takekesîtî (ferdîtî) ya ku fermîtî (resmiyet) daye mafê mirovan yên takekesî, têgîn û hiqûqa wê çêbibe, ji bo civakîbûna komek mirovên meymûnî ku bi sed hezar salan ji prîmatan derketin, hewldanên mezin hatine pêkanîn. Esasê wê, hemû pûtperestiya (fetîşîzm) hoveber, giyanwerîtî (anîmîzm), totemî (totemîzm), heyinên gelek xweda û yek xweda, ji bo ku nifşê mirovan bi sazûman û civakê ve girêbidin, şer meşandine, di vî warî de hewldanên xwe kêm ne kirine. Saziyên mîna daykanî, bavkanî, sêrebendî (efsûnker), şamantî (şamanîzm), rahbîtî, û pêxemberî, ji bo ku mirovan ji ajo (dozîn) ya ajalî (heywantî) derînin û wan têxin rêzika civakî û sazûmanê. Ji bo vê yekê rêbazên ku hatine hilbijartin, dibe ku biêş, biecêb bin û neyên fêhmkirin. Di serî de ji qurbankirina mirovan bigirin, pêşkêşî û merasimên cur bi cur, mîna parçeyek ji yê pêvajoya perwerdeya hoveber in û hemû jî, ji bo hêza civakî derînin holê ye. Divê em ne bêjin civaka hov û em bi borin. Dive bi van rêbazên ku şaristanî derandine holê, hewldanên mirovan yên esîl werin dîtin ku mirovan ji ajaltî derînin û xwezayê têxin xizmeta wan. Ev hewldan nebûna, em jî ne dibûn. Ji mercên xwezayê yên ku bi nebîreweriyê dikarin bibin dojeh, çûyina ber bi cîhaneke wek bihiştê, yê di vê rêya zor û zehmet ya civakbûnê re derbas bibe. Têgîna dojehê ku zoriyên cirnexweş bi bîra mirov tînin, weke têgîneke herî pêşî û bingehîn di hişê mirovan de cîh girtibû, lê têgina bihiştê bûye têgîna berbanga hêvî, pêşeroj û jiyaneke mirovahî.
Bi damezrandina mîtolojî û olên pêkenî re, divê ku çîroka bê mirov çawa bûye mirov, neyê ji
bîrkirin. Em bi zagoneke fizîkê mînakê bidin, weke atomên hîdrojenê ku vejena (enerjî) rojê diderînine holê û hev û din digirin dibine atomên helyûmê, ji bo ku vejen û teqîna civakî derkeve holê, pêdivî bi bûyera civakîbûnê heye. Heger ku kesayetiyên dayîk, bav, totem, xwedê, sêrebend, rahîb û pêxemberan weke saziyên afirînerên vê pêvajoyê werin fêhmkirin, emê civakîtiyê xweşiktir fêhm bikin. Taybetiya bingehîn a şaristaniya Rojava an jî Ewrûpa, bi şêweyekî giran û pêşêxistina hinek aliyan ji vê pêvajoya çewt (ters), hîmên civakî yên ku ne ligor berjewendiyên xwe dibîne belav dike û di bin navê azadiyê de takekesiyê (ferdîtiyê) radike ji piya. Kes û saziyên dewlemend û kapîtalîst ku ji qeran û dewlemendên di dîrokê de otorîtertir, berhemên vê felsefeya çewt in. Evan ji madenên civakî ku bi mîlyonan sal keda mirovan bûn, erdnîgariya ku lê, seresazî û binesaziyên wê, aliyên wê yên daringî û manewî, Yên ku ne ligor berjewendiyên wan û karê wan ne bi dilê wan bûn, parçe kirin û xwedanî li yên bi kar kirin. Ev yek mijareke bingehîne ku fîlozofên îro gelekî liser radiwestin bê ev çiqasî ber bi şaristaniyê ye, an jî li derî şaristaniyê ber bi ajaltiyê (heywantiyê) ye. Di vî babetî de pêdiviye ku bi berfirehî liser were rawestandin, bê çiqasî armanca tevgera “sosyalîzm”ê di cîh de ye.
Dema ku em dahênana sumeriyan, çînçînîbûnê û civaka dewleta bi çîn terîf bikin, evê kêmasiyeke mezin be ku em pêşveçûnên civakê dîrokî yên berê, li ber çavan ne girin û bi nirxînin. Teoriyên civaka koledar yên ne berbiçav, zêde ravekar ne bûne, jiberku berbiçaviyên (nêrbaran) Sumer tehlîl nebûne, weke ku çêbûye ne hatiye diyarkirin. Li koledariya Roma û Atîna nihêrîne û di derbarê civaka koledar de, bi gelemperî gîhane hinek encaman. Dibe ku di merhaleya gihîştin û rizîna koledariyê de, ev mînak werin dayin, wê kerhatî be. Lêbelê ku em dîroka şaristaniyê û çêbûna civaka bi çîn, di çavkaniya wê de lê ne vekolînin, herwiha taybetiyên wan yên ku gelekî ji hev cuda bi awayekî rastî çavdêrî nekin, yê mimkûn nebe ku em bigîhin zanyariya dîrokê, heger em bigîhin jî, yê gelek kêmasî û çewtîtî tê de hebin. Sedema ku em liser civaka Sumer bi awayekî girîng radiwestin, têgihîştina rêçika pêşketî ya berbiçav ku dîrokê jê destpêkirî ye. Weke ku zanistiya dîrok û civakê ne gîhaye vêna, ligor min kêmasî û çewtîtiyên wan yên mezin ev in ku tinekirî yê û piroleyê (mubalexe) bi xwe re tîne. Sedemek ji ya parêznameya min, pêdiviya bangewaziya min e ku bi pîvanê dadê nêzîkiyê li rast naskirina dîrokê û civakê bikin. Ji civaka heyînên nijadî derbasbûyina civaka siyasî, bi pêşveçûna saziya koledariyê ve girêdayî ye. Ev jî zemîneke daringî, ji bo veguherînên kûr çêdike. Keda koletiyê ku ji berxwarinê (mezaxî) gelekî zêdetir rê li ber berhemdariyê vekiribû, çînekî ku ji bazirgan û hunermendan hatibû holê, pêşveçûyî û bi ser konfederasyonên bavikan (qebîle) ketibûn, bûbûn sedema çîneke rêvebir ya hilbijartî û serdest ku têkiliyên wan bi nijadê re tinebûn. Herwiha şêwegirtina sisê hîmên bingehîn yên civakê ku heta îro berdewam dikin, dest pêkiribû. Lêbelê her çiqas ku bi xetên mîsoger ji hev ne cuda bûn, ji têkiliyên nijadî jî ewqasî ne qut bûn. Ev hemû pêşveçûnên ku di nava hev de çêbûbûn, îfadeyeke ramanî ya çêbûna vê civakê tine. Lêbelê îfadeya wê ya bi mîtolojiyeke tekûz, bûbû karê nivîskar û helbestvanên Sumerî yê bingehîn. Şaristaniyeke din weke ya sumeriyan tine ku koletî bi îfadeyeke mîtolojîk, mîna sazûmana xwedayan nîşan dabe û qet kesekî ji vê rewşê gilî nekiribe. Vê dawiyê, bîrdozger (îdeolog) û rêvebirên civakên bi çîn, ji vê mîtolojiya sumeriyan sud wergirtin û ligor mercên civaka xwe bikaranîn. Mîtolojî û teolojiyên ku vê dawiyê derketin holê jî, teqlîdên mîtolojî û teolojiya Sumeriya ne. Mîtolojiya Sumer, serdestiyeke bîrdoziyî wisa çêkiribû ku qeranên rahîb bi xwe jî, pêdiviyên wê mîna zagonên xwedê didîtin û bi cîh dianîn. Eslê wê tişta ku kiribûn, bi serdestiyeke bîrdoziyî, berjewendiyên xwe bêdawî kiribûn. Ev hunereke civakî û afirênere ku ev mîna sazûmaneke xwedayî hatiye nîşandan, ji vê yekê bawer kirine û bi civakê jî dane bawerkirin.
Ji BZ salên 4 hezaran heta bi BZ 2 hezaran kole di rewşa benî (evd) û siyê de ye. Di vê sazûmana ku li perestgehê dihate birêvebirin de, ji qeranên rahîb heta bi kedkarên zeviyan, divabû her kes ligor rewşa xwe ya ku bi zagonê hatibû diyarkirin, bilive. Çawa stêrkên li ezmana bê veguherîn, di nava sazûmanekê de diliviyan, divabû sazûmana liser rûyê erdê jî wisa bûna. Di têgihîna vê sazûmanê de, xwedê çawa bi xwaze, hemû dilînên mirovan xwedî wateyeke wisa ne. Qet çênedibû ku ligora xwesteka kesan dilîn hebûna. Dîsa ji ramana xwedayan pê de ti ramanên din tine bûn. Sazûmaneke wisa bû ku ne serê wê û ne dawiya wê hebû, çawa emir kiribûn wisa bû. Ev sazûmana bîrdoziyî ya çîna serdest a mijok ku liser keda koleyan bû, bi rastî jî berhemeke rewşedar (mûhteşem) xuya bû. Dema ku qeranê xweda dimir, jiberku mîna xwedayên nemir dihatin dîtin, bi hemû mehyeta (maiyet) xwe re dihate binerd kirin, ji bo ku li cîhana din jî bi hev re bijîn. Di tirba qeranekî de heftsed termên (cendek) ku zêdeyê wan jin û xizmetkar bûn, hatiye dîtin. Evan hemû yên ku bi zindîtî bi qeranê mirî re ketine tirbê û ax bi wan hatiye dakirin. Vê çalakiyê mîna peywirekê dibînin.
Nikarîbûn ne tirsa xwe û ne jî êşa xwe bînin zimên. Di tirbên firewnan de jî ev mînak gelekî hatine dîtin. Bawerî û îbadetên Sumeriyan yên ku mirov dikirine qurban, bi hêza bîrdoziyî ya koledarî ve girêdayî ye. Çînên serdest û mijok, di pêvajoya dîrokê de, li hember aqil û viyana mirovên ku hişyar dibûn, xwe bi vê serdestiya bîrdoziyê nûjen dikirin. Zincîr ne hatiye qetandin û tim hatiye nûjenkirin û qewînkirin. Pergala dewleta Sumer, amûreke vê yekê ya herî saf û bi bawerî bû, lêbelê serdestên vê dawiyê digel ku ji vê yekê bawer nedikirin jî, bi çînên bin xwe didane bawerkirin û serdestiya xwe ya bîrdoziyî berdewam dikirin. Mirovahiyê heta weke îro, her çiqas ji bo azadiya raman û viyanê hewl da be jî, şikandina serdestiyê ya li koledariyê bi vê şêweyê pir zor e. Berevajî vê, bi bîrûbawerî, bi giştîkirina saziyên perwerdeyî û bi hewldanên ku vê yekê payîdar bikin, bêhtir tekûz kirine. Bi teknolojiya hemdem, heta bi genên mirovan hikim dikin. Di berbiçaviyên sumeriyan de, bêhtir di warê koletiya perestgehên tevdayî de, pêşdikeve. Lê li Roma û Atîna, koletiya taybet ya serdest e.
b- Di civaka Sumerî de, ji pêşveçûyinên seratayî yeke herî girîg, asta ku cudabûna zayende (cinsiyet) gihayê ye. Hêza serdestiya hilberînê ya di zayina Sumer de û dema neolîtik ya di bin guhê wan de jî, jin e. Çandinî û kedîkirin bi giranî dahênanên jinê ne. Dîsa jiyana cîwarbûyî anku şoreşa gund, jiberku bêhtir bersivê dide jiyana jinê, ji alyê wê ve hatiye damezrandin. Kûzkerî (dîzikkerî), raçandin û hêrtina liban jî, karên ku bi pêşengiya jinan çêbûyî ne. Malbat li dora jinê sift dibe û diyariya nijadê jî, bi jinê dibe. Sazûmana daykanî serdest e. Ev yek îfadeya xwe ya bîrdoziyî, di stêrkan de, di xwedawendên ku bi heyvê têne temsîl kirin û bîrûbaweriyên olî de dide nîşandan. Cudahiyên çînî yên di civaka sumeriyan de ku bi cudahiyên zayendan re pêşdiketin, îfadeya xwe ya bîrdoziyî di mîtolojiyê de didîtin. Xuyakirina cudabûna statuyê ya li vir gelekî hîkarîker e (bibandor e). Giraniya wedawendan ya di serî de, vê dawiyê kêm dibe. Di dema Babîl de, di destpêkê de, di kesayetiya Tîamat de, derba mirinê dixwe. Lawê piçûk Mardûk, çûyina ber bi yek xwedatiyê û çanda mêrê serdest temsîl dike. Vê dawiyê Hz. Brahîm, vê çandê bingeh digire û dibe kalikê pêxemberên yek xweda. Jina ku demên pêşî, rola wê li perestgehan li qasî ya rahîban bû, li malê dikeve pîleya duyem. Kerxaneya pêşî jî, di bin navê museqettîm de, dahênana sumeriyan ne. Statûya jinê, li qasî pêla şaristaniyê ya duyemîn ne ketiye. Statuûyeke nêzîkî lihevkirinê, di hemû mîtolojiyên Sumeriyan de xwe nîşan dide.
c- Şoreşa bajêr û dewlet-bajar jî, seretayiyeke bingeh e ku sumeriyan pêkaniye. Serdema neolîtîk, bi şoreşa gund û çandiniyê ve girêdayî bû û civaka şareza bi bajarvanîbûn û dewleta wê re temam dibe. Him sazîbûna binesaziya aborî û him sazîbûnên seresazî yên navendiya dewletê, rê li ber rêxistinên civakê yên gelek mezin vedike. Civaka ku gelekî mezin û tevlîhev bûyî, bîrewerî û sazîbûnên nû bi xwe re tîne. Nivîs, wêje,hesab,salname,tendurustî û perwerdeyî saz dibin û dibine pîşeyên nû. Ev hemû pîşe û yên mîna wan, seretayiyên ku sumeriyan derandine holê ne. Di sazîbûnên nû de, digel girêdanên nijadî, saziya civakî ya ku bi taybetiyên pîşe ve girêdayî derdikeve holê. Sazîbûnên civakî, awayê têkiliyên wan ku sumeran pêkanîbûn, heta îro tên, encex di warê wergirî (berfirehî) û kitekit (detay) ve, dewlemend bûne û hebûna xwe didomînin. Heger ku xelekên zincîrê yên pêşî nebin, wateya xeleka dawî tine.
d- Sazîbûnên aborî yên sumeriyan jî, xwedî şensin ku bibin sazîbûnên şaristaniyê yên bingehîn û seretayî. Têkiliyên xwedaniya tevdayî û taybetî, pêşveçûne û bi sazî bûne. Liser axê ev herdu cureyên xwedaniyê (xwedîtiyê) têne nasîn. Pîşe ji axê veqetandine û serbixwe kirine. Weke bazirganî, xiratî, madenvanî, raçandin û kûzkerî, pîşeyên ku di warê aborî de êdî dev ji wan neyê berdan, hîmên civaka sumeriyan ne. Raserî û nûjeniya Sumer, ji hêza van pîşeyan tê. Saziyên zanistî û pêxemberî bi van pîşeyan re ji nêzîk ve têkildar in.
e- Seresaziyên civaka Sumer, hê bêhtir dewlemend in û nûnertiya afirîneriyekê dikin ku heta wê rojê ne hatiye dîtin. Çêbûna saziyên dewletê, beşên burokratîk mîna qerantiyê, komele, leşkerî û şalyarî (wezîrtî), mînakên yekemînin ku ji pêşketinên vê dawiyê re, bûne çavkaniya îlhamê. Nirxên ku ji têgîn û sazî hatine holê, kemilîn (peresîn) û bi hêza xwe gihane heta îro. Di vî babetî de, heger ku em çêbûna çavkaniyê ne bînin û ne nirxînin, dahûrandina dîrokê û ya roja me wê kêm û çewt bimîne.
f- Afiran û sazîbûnên bîrdoziyî, di pêşveçûn û veguherîna hişê mirovan de, xwedî cîhekî herî girîng e. Afiran û şêweyên îbadetê mîtolojîk yên sumeriyan, di xebitîna dezgehên seresazî û binesazî yên civakê de, rola dontêdanê û benzîn dileyîzin. Rêvebirên bijarte yên Sumer, bi taybetî çîna rahîban, di wê zanînê de ne, heta pêşnûmayên (proje) bîrdoziyî ku çerxa demê bizîvirîne ne afirînin û vê bi civakê nedin pejirandin, wê nikaribin civaka bi çîn û dewletê birêve bibin. Civaka neolîtîk, ku têkildarî çandinî û ajaldariya hêsan, rêxistina nijadî ya civaka gund û rêvebiriya wê jî hêsan e, pêdiviyê bi ramana tevlîhev, sazî û rêzikên rêvebiriyê nabîne. Pêdiviya çavkaniya mîtolojiyeke dewlemend, zêde pêş ne ketiye. Ev serdema ku bi perizîna (kult) dayik û kalik ve têkildar, zêdetir bi têgînên totem û heyînên asîmanî tê nîşandan, ji bo têbûrîna civaka Sumer û çiqas ku pêdiviya tekûziyê xwe lê pêwîst kir, saziya rahibîtiyê pêşket û bû saziya herî bingehîn. Pêşnûmayên bîrdoziyî yên Sumer, îro jî mirov di nava şaşwazî û heyrantiyê de dihêle. Teolojî û mîtolojiya ku bingeha wêjeyê, dibine pêşnûmayên ku herî zêde bandor liser bîrdoziyî ya dîroka şaristaniyê kirine. Di bingeha hemû dogmayan de jî, ramana Sumer cîhekî girîng digire. Di vî babetî de, Sumerolojî şaxek ji ya dîrokê ye ku girîngiya wê zêde dibe.Şêweya ramanê ya dogmatîk, ji bo veguherîna diyalektîkê vekiriye û xwedî çavkaniyeke afirîner û dewlemend e.