Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

`Rola hêzên derve di tevgerên zêde yên DAIŞ’ê de heye’

Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî diyar kir ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hewldanên hêzên herêmî û derve re zêde bûye û êrîşên dawî jî encama vê yekê ne.

Welîd Çolî der barê sedemên liv û tevgera şaneyên çeteyan ku demên dawî zêde bûye de ji ANHA`ê re axivî.

Welîd Çolî diyar kir ku DAIŞ zêdetirîn kombûneke zihnî ye, lewma tenê di aliyê leşkerî de bi dawîkirina wê nayê wateya ku ew tune bûye. Welîd Çolî hewldanên çeteyan yên li Kampa Holê, gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî mînak nîşan dan û da zanîn ku bi taybet li Kampa Holê malbatên çeteyan hewl da xwe ji nû ve rêxistin bikin, zarokan perwerde bikin.

Çolî destnîşan kir ku çeteyan di navbera 2019 û 2022`yan de bi vê mebestê perwerde meşandine û gelek kes birêxistin kirine.  Çeteyan di sala 2023`yan de jî giranî daye aliyê madî û leşkerî. Welîd Çolî got êrîş û xeteriyên DAIŞ`ê yên demên dawî jî encama van hewldanên wan in.

Bandora hêzên derve

Welîd Çolî di axaftina xwe de diyar kir ku hêzên herêmî û derve jî di mijara zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞ`ê de xwedî rol in û wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe wekî kartek siyasî bi kar tînin. Bi taybet dewleta tirk ji 2014`an ve, bi vê rêbazê dixwaze planên xwe pêk bîne. Her wiha bi awayekî aşkere û veşartî li ser çeteyan bazar tên kirin; hevdîtin û hewldanên di navbera Tirkiye-Rûsya, Tirkiye-Sûriye û Tirkiye-Îran-Rûsya de bi vê armancê tên meşandin. Hebûna DAIŞ`ê ya li herêmê li gorî berjewendiyên wan in. Rûsya dixwaze DAIŞ`ê li dijî Koalîsyona Navneteweyî bi kar bîne û bêje `koalîsyon nikare pirsgirêka DAIŞ`ê çareser bike, li herêmê pêwîstî bi hebûna koalîsyonê nîn e`. Bi vê yekê peyamê dide Amerîka û hevalbendên wê.”

`Hemû plan dijî deskeftiyên herêmê ne`

Welîd Çolî destnîşan kir ku hemû plan û projeyên van hêzan li dijî destkeftiyên kurdan û herêmê ne. Hikumeta Şamê jî bi vê mebestê hewl dide li gel Tirkiyeyê tîfaqan bi pêş bixe.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî da zanîn ku dewleta tirk ya dagirker dixwaze di rewşeke wiha de aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerab bike û DAIŞ`ê ji xwe re bike eniya pêş. Çolî diyar kir ku Rûsya û Îran jî dixwazin pêwendiyên bi Tirkiyeyê re xurt bikin û bi vê yekê hêzên Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ji herêmê derxin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar