Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rola jinan a di avakirina yekitiya neteweyî de pir girîng e’

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku rola jinan a di avakirina yekitiya neteweyî de pir girîng e. Kaya da zanîn ku divê kurd li dijî êrîşên heyî bibin yek û bi hevgirtina xwe hemû êrîşan têk bibin

Platforma Jinan a Kurd a Yekbûyî ku di 23’yê kanûna 2017’an de hatibû vekirin, ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd dest bi xebatan kir. Ji endamên platformê û seroka Komeleya Jinan a Rosa, Adalet Kaya têkildarî mijarê ji Jinnewsê bi Rengîn Azîzoglu re axivî.

Adalet Kaya anî ziman ku Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî du sal berê di meha kanûnê de hate avakirin û wiha domand: “Armanca esasî ya platformê avakirina yekitiya neteweyî ye. Yekitiya kurd dîsa di yekitiya jinan de derbas dibe. Platform bi baweriya avakirina yekitiyê hate damezirandin. Em di wê baweriyê de ne ku yekitî bi jinan pêkan e. Di nava du salan de me xebatên girîng meşandin.”

‘Kurd li her deverekê rastî qirkirinê tên’

Kaya diyar kir ku kurd li her çar aliyên cîhanê belav bûne û wiha pê de çû: “Di encama şer û polîtîkayên asîmîlasyonê de parçebûnek çêbû. Kurd li her devereke cîhanê rastî qirkirin û êşan tên. Ev du salin jî êrîş qet nesekinin. Li Efrîn, Rojava û başurê Kurdistanê êrîş pêk hatin. Gelo em dikarin ji bo yekitiyê çi bikin? Me dît ku divê em zêdetir li ser vê pirsê bisekinin. Li ser vê me biryara komxebatekê girt.”

‘Divê xebatên yekitiyê bên bileztirkirin’

Herî dawî jî Kaya ev tişt anî ziman: “Hemû operasyonên qirkirina siyasî, êrîş û polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jinan dikin. Jin bi tiştên hovane re rû bi rû ne. Divê kurd yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrîşan bi hev re tevbigerin. Em dikarin van êrîşan bi yekitiyê têk bibin. Ji ber vê jî rola jinan a di vê xebatê de pir girîng e. Divê ev xebat bên bileztirkirin. Kurd divê li her devera cîhanê bibin yek û kongreya neteweyî li dar bixin. Divê em piştgiriyê bidin hev û ji hev hêz bigirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar