Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rola jinan di werzîşê de aktîf dibe

Yekitiya Werzîşê ya Efrînê, 8 tîmên fotbolê yên taybet ên jinan ava kirin da ku jinên ciwan beşdarî turnuvaya şehîd Avesta Xabûr bibin

Ji bo rola jinên ciwan di werzîşê de bê aktîfkirin, Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê cara yekemîn tîma fotbolê ya taybet a jinan li ser asta kantona Şehbayê ava kir. Her tîmek ji 12 lîstikvanan pêk tê.

Tîm, piştevanî û piştgiriyê ji Kongre Star, Yekitiya Ciwanan û Rêveberiya Xweser werdigire.

Li hemû gund û navçeyên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê tîm tên avakirin. Tîmên ku hatine avakirin wiha ne;  Berxwedan, Avesta, Avrîn, Agirî, Dengê Efrîn, Şêrawa, Şêrawa Efrîn, Til Rifat û Efrîn.

Her tîmek perwerdeyê ji hêla kadroyên pispor ve ku çavdêriyê li ser perwerdeyên wan li yarîgehên kampa Serdemê, Til Rifatê, Xernata, Yarîgeha navçeya Ahdas û yarîgeha Babinis, dibînin.

Turnuvaya Avesta Xabûr ku tê de hemû tîm beşdar bûne, bi serkeftina tîma navçeya Til Rifatê bi dawî bû.

Têkildarî tîma jinan rêveberiya Yekitiya Werzîşê Evîn Bîlal axivî. Bîlal diyar kir ku piştî welatî ji Efrînê koçî kantona Şehbayê bûne tîm hatine avakirin û wiha got: “Di destpêkê de 2 tîm li navçeya Til Rifatê hebûn. Piştî derbasbûna salekê di ser avakirina tîma Kampa Berxwedanê de, hatin avakirin. Lê ji ber zêdebûna hejmarên beşdaran 8 tîm hatin avakirin.”

Derbarê turnuvaya Avesta Xabûr de Evîn Bîlal ev tişt anî ziman: “Turnuva sepandina rola jinan e. Çend mehan ve Yekitiya Werzîşê tîma goga destan (voleybol)  a jinên ciwan ava kir.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar