Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rola Tirkiyeyê tevlihevkirina Lîbyayê ye

Ketina dewleta tirk a li Lîbyayê di rojeva welatên herêmê û navneteweyî de ye. Li aliyê din hin dewlet hewl didin ku li Lîbyayê aramî serwer bibe.

Her wiha artêşa Lîbyayê hewl dide Terabilsê ji çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike rizgar bike. Lê belê serokomarê tirk Tayyîp Erdogan gelek caran gotibû ku dê piştgiriyê bidin çeteyan da ku berjewendiyên xwe yên li Efrîkayê biparêzin.

Dewleta tirk û Erdogan li Sûriye û Iraqê piştgirî dan çeteyan, her du welat wêran kirin û niha jî li Lîbyayê piştgiriyê dide çeteyan û tevleheviyan derdixin. Derdê wan ne aramî û çareserî ye, li gorî feraseta kapîtalîst berjewendiyên xwe difikirin. Erdogan û çeteyên wî li Sûriyeyê têk çûn. Li Sûriyeyê hêzên demokratîk li hemberî çete û terorîstên Tirkiyeyê bi lêhengî li ber xwe dan. Lê belê Erdogan hewl dide çeteyên xwe li Idlibê bihêle da ku xeyalên xwe yên avakirina osmaniya nû pêk bîne. Gelo Erdogan nizane daxwaza gel ya ji bo azadiyê lawaz nabe, her çiqas dem dirêj be, zilm û zordariya destlihatdaran xedar be dê di encamê de gel azad bibe û xwe bi rêve bibe.

Ji ber ku Erdogan di hilbijartinên xwecihî de têk çû bêtir dîn û har bûye. Ji çeteyan re çekên giran dişîne Terabilsê da ku bêtir însan bên qetilkirin.

Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn yê cîhanê berdewam e. Demek berê ji bo rizgarkirina Terabilsê û bajarên derdorê artêşa Lîbyayê pêvajoya rizgarkirinê da destpêkirin. Artêşa Lîbyayê dê bi ser biketa lêbelê hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe naxwazin artêş bi ser bikeve.

Ne mimkun e em cûdahiyê bixin navbera şerên li Yemen, Iraq, Sûriye û Lîbyayê diqewime. Şerê ku li van dewletan diqewimin girêdayî hev in. Ji ber ku hêzên navneteweyî erdnîgariya Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê wekî heman herêm û projeyeke yekser dibînin û ketine pey parastina berjewendiyên xwe yên li vê herêmê. Dema li Rojhilata Navîn şer û tevlihevî dest pê kir Erdogan xwest projeyên xwe bixe meriyetê. Pirsgirêka bingehîn ew e ku projeyên qaşo ji bo gel pêkdianîn ne ji bo gel bûn. Di projeyên xwe de gel wekî amûr bi kar dianîn lê haya gel ji van projeyên wanên kirêt tunebû.

Têkoşîna li dijî çete û piştgirên wan erkeke sereke ye. Ji bo şerê li dijî wan divê eniyeke gelek berfireh were avakirin. Ji ber ku dewletên piştgirî didin çeteyan guh nadin gel û dewletan. Ji bo wan ya herî esasî parastina berjewandiyan e.

Li dijî çeteyên dewleta tirk û Erdogan serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftina hemû gelan e. Ev serkeftin ji bo avakirina eniyeke berfireh a li dijî çeteyan gaveke gelek girîng e. Têkçûna çeteyan, di heman demê de têkçûna Tirkiye, Qeter û dewletên ku piştgiriyê didin çeteyan e. Wê demê em ê karibin bibêjin em bi ser dikevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar