Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Romana Bûçanî werdigere çend zimanan

Rojnameger û romannivîs Behroz Bûçanî ku li Awûstralyayê xelata herî giranbiha ya wêjeyê wergirt, diyar kir ku romana wî dê bi çend zimanan were wergerkirin. Bûçanî got ku wî romana xwe ne ji bo xelatgirtinê, ji bo êş û jiyana panaberan rave bike nivîsiye

Rojnameger û nivîskarê kurd Behroz Bûçanî ku beriya çend rojan ji ber romana xwe ya li penaberiyê nivîsandî, xelata herî giranbiha ya wêjeyê ya Awûstralyayê wergirt, ji Rojnewsê re axivî û qala wergirtina xelata xwe û daxwazên ji bo wergerandina romana xwe kir. Behroz Bûçanî  diyar kir romana xwe bi armanca wergirtina xelatê nenivîsandiye û wiha got: “Tişta ji bo min girîng ew e ku bi vê romana xwe êş û zehmetiyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybetî Greva Manûsê ji cîhanê re bigihînim.”

Bûçanî têkildarî wergerandina pirtûka xwe jî ev tişt anîn ziman: “Piştî nûçeya dayîna xelatê hate weşandin, çend saziyên çapê bi min re têkilî danîn. Ji min xwestin ku pirtûkê ji zimanê îngilîzî wergerînin zimanên almanî, çînî, îtalî û holandî. Biryar e ku heta sala 2020’an li van welatan were belavkirin. Ji derveyî vê jî biryar e ku bi zimanê îngilîzî li Îngilistan, Kanada û Amerîkayê jî were weşandin. Di heman demê de dê di demek nêzîk de bi zimanê farisî û îspanî jî were wergerandin. Me hevpeyman îmze kiriye. Her wiha dê bi zimanê çînî li welatê Taywanê were weşandin.”

Roman werdigere gelek zimanan

Bûçanî der barê wergera bi zimanê kurdî jî ev agahî parve kirin: “Heta niha du wergêrên kurd ên li başûrê Kurdistanê têkilî bi min re danîne da ku pirtûkê ji zimanê îngilizî wergerînin zimanê kurdî. Hevalekî min ê bi navê Dilşad Xoşnav ku wergervanekî farisî ye, pêşniyar kiriye ku ji farisî bike kurdî. Lê pirsgirêka min heye, ew jî ew e ku dema min îngilîzî nivîsiye tê de gelek guhertin çêkiriye, lewre ji bo ya bi zimanê farisî dem pêwîst e.”

Dilşad Xoşnaw ku dixwaze romanê ji farisî wergerîne ‘kurdî-soranî’ jî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê çend dezgehên çap û weşanê gotine ku ew amade ne pirtûkê çap bikin û belav bikin û wiha got: “Hema dema ku bi farisî pirtûk bi destê min bikeve, ez ê dest bi wergera wê ya kurdî bikim.”

Neçar dimîne welatê xwe terk bike

ROJ News

Behroz Bûçanî di 21’ê tîrmeha sala 1983’an de li bajarê Îlam ê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û yek ji damezrînerê kovara kurdî ya wêjeyê ya Weryayê ye ku li Rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Di sala 2013’an de hêzên paramîlîter ên rejîma Îranê avêtine ser buroya kovarê û der barê Bûçanî de biryara girtinê dane. Ji ber vê yekê neçar dimîne ku Îranê biterikîne û berê xwe dide Awûstralyayê.

Bûçanî dema ku diçe Avûstralyayê, ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê nayê qebûlkirin, li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê dimîne. Bûçanî mehekê li girtîgehê dimîne û di encama çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl de tê berdan. Lê belê vê carê jî destûr nayê dayîn ku ji girava ku ser bi Papûa Nû Gîneyê ve ye derkeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar