Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Romana ‘Çerxa Xedar’ heqîqetê ronî dike

 Navenda Nûçeyan |

Romana ‘Çerxa Xedar’ ku nivîskarê me Yaşar Eroglu nivîsî, çap bû. Roman ji 192 rûpelan pêk tê û bi zaraveyên kurmancî hatiye nivîsandin. Nivîskar di romanê de bal dikişîne ser dilsozî û hevaltiya 2 zarokan û roman bi dilsozî û hevaltiya du zarokan dest pê dike.

Mijara romanê wiha ye: “Her du heval ji zarokatiyê ve hevdu pir hez dikin û tu caran ji hev venaqetin. Dema ciwaniya wan rêya wan ji hev diqete, her yek di rêya xwe de diçe. Yek li gund dimîne, bi demê re bi rika yê din dibe cerdevan. Ê mayî dixwîne, diçe tev refên şervanan dibe, dibe şervan. Pişt re tê girtin. Ji vê qonaxê bi şûnde dayika wî ya weke lehengeke esas derdikeve pêş. Roman bi vî awayî dewam dike. Dayik ji kurê xwe pir hez dike. Her tim kurê xwe dişopîne û li pey wî diçe. Li derve cerdevan malbatê rihet bernade û neçar dike ji gund bar bikin. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê her dem li pêş girtiyan e. Kurê wê jî her dikeve bin vî barî. Hezkirina dayikê û rojiya mirinê dayikê û kurê wê tîne li hember hev. Kurê dayikê bi tercîheke xedar re rû bi rû dimîne çi biryarê bide. Ev rewş dikeve qonaxeke hesas û dilgiran.”

Çerxa Xedar romaneke êş, keser, bêbextî û têkoşînê ye. Pareke romanê ya giran pirsgirêk û rewşa girtîgehan jî radixe ber çavên xwîneran. Nivîskar bi zimanekî zelal, balkêş û serkeftî ev mijarên sereke derpêş kirine ji bo xwînerên romanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar