Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ronahî: Em li serfiraziyê asê bûne

Endama Konseya Biryargeha YJA Starê Jînda Ronahî der barê tecrîd û rola jinan ya dinav gerila de nirxand. Jinda Ronahî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Tercîha li ser azadiyê zelal û qeyîm e; helwesta birûmet a berxwedana mezin, dîrok, çand, bawerî û sincekî nû ava kiriye. Heke em bikaribin mafê demokratîk ê kurdan û statûya wan, Rêber Apo bi fermî weke muxatab bidin qebûlkirin wê demê em dikarin ji xwe re bibêjin serkeftî?’’

Ronahî diyar kir ku dewleta tirk ji serê sala çûyî ve bi êrîşên dagirker dabû ber xwe ku gerîla bişkîne, bi temamî îmha bike lê gerîla bi hêza xwe li ber xwe da û ev êrîş şikandin û axaftina xwe wiha domand: “Li gor wan dê gerîla bikişandana teslîmbûnê. Belkî yên derdorê wiha didîtin, lê gerîlayên Apoyî wiha nedîtin. Ji ber ku gerîlayên Apoyî pê dizanin, ên ku li pey zanistê, fikir û bi daxwazeke mezin li pey heqîqetê diçin û bi dilekî pêgirê wê bi ser dikevin. Bi hêz û vîna ku ji biheqbûnê hatiye xwe saz kir. Gerîla yên ku hay jê hebûn ku dewlet çi dike, li gorî vê tevgeriyan.”

Plansaziyên rasteqîn hatin amadekirin

Jînda Ronahî diyar kir gerîlayên YJA Starê bi biryardarî sala nû pêşwazî kirine û wiha got: “Di civînên serê salê de, biryardariyeke xurt derket holê. Plansaziyên pir rasteqîn û rast hatin amadekirin. Bi vê bawerî û hêviyê derketin meydana şer. Li aliyê dî jî, di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, bi taybet di azadiya jinan de bi mîrata ku herî dawî derketî holê, di şexsê şehîdên me yên demê de fermandariya serfiraziyê, xeteke ku qet têk neçûyî derkete holê. Hemû êrîşên dijmin bi vê nêzîkatiyê hatin pêşwazîkirin.’’

Bîlançoyeke serkeftî heye

Endama Konseya Biryargeha YJA Starê Jînda Ronahî bîlançoya ku YJA Starê ya çalakiyên resen û xweser ragihand: “116 çalakiyên resen hene. Di bîlançoya HPG’ê de jî hevalên jin hene, hem jî bi her astî pir aktîf in. Dema ku em wê jî lê zêde bikin bîlanço dibe du qat. Ji vî alî ve bîlançoyeke serkeftî heye û ev hemû bi lehengên jin ên Kurdistanê ye. Mînak li Amedê jiyana gerîlatiyê ya Heval Nûjîn pir zû bû. Pir zû ji kampên xwe derketin. Bûne hedef. Lê li wir bûne xwedî helwestek bêhesab û wêrek. Helwesta gerîlayên jin ên bi pêşengiya heval Nûjîn Koçer, helwesteke wiha bû ku heta dawî li dijmin da, pê re şer kir û heta guleya dawî teslîmbûn qebûl nekir. Ez dikarim vê ji bo hemû şervanan bibêjim.’’

Fermandariya jinan nîşan dan

Ronahî bal kişande ser hesabê dewleta tirk ku dixwaze şer bîne başûrê Kurdistanê, li vir gerîla bişkîne, haziriya xwe li gorî vê dike û wiha got: “Dewleta hesabê, ‘bi vê teknîkê re ez bi teqezî dikarim bi ser bikevim. Di tûnelên şer de tecrûbeya wan nîne, dibe ku ecemetiyê bikin, teslîm jî bigirim’’, kiribû. Helwesta ku gerîla li van qadan derxistî holê, xasma jî gerîlayê jin, ji ber ku li van qadan hemûyan hevalên jin hebûn, wan pêşengî kirin. Fermandariya jinan nîşan dan. Her wiha şerê tûnelan kirin. Di gerîlatiya PKK’ê de, di gerîlatiya YJA Starê de serdeme nû, qonaxeke nû bû. Belê, di şerê tûnelan de tecrûbeya YJA Stare nebû. Beriya niha li çend deveran şer hebû lê bi temamî, ji hêla artêşa me ya jinan ve tecrûbeyeke wiha nebû. Çi nîşan dide ku YJA Star di van tûnelan de bi rengekî serkeftî şer kiriye? Ya pêşî, li gorî salan tecrûbeya xwe hebû. Serweriya li ser çekan li dest kiribû ku bi pêş ve biçe. YJA Star ji bilî çalakî û operasyone, hemû dema xwe bi perwerdehiya leşkerî, îdeolojîk siyasî û çandî derbas kir. Artêşa YJA Starê bi şêwaza tîman li eraziyê Kurdistanê bi cih bûye. Ev tîm hemû xwedî branş in. Mînak yek jê li ser suîkastê pispor e, yek li ser taktîka sabotajê. Hinan jê bi hawanan, hin jê bi doçkayan, hin jê bi moşekan dijmin şer kirine, ew gêj kirine. Hin heval xwedî 3-4 branşan in. Tîmên wiha xwedî perwerdehiyeke kûr in. Bi kûrbûna perwerdehiyê dibin xwedî tecrûbe. Di van tûnelan de hevalên jin xebitîn, ked dan, bi neynûkên xwe ew çiya û latan kolan û mewzî çêkirin. Bi salan dom kir. Bûne serwerî tûnelan. Di tarîtiyê de birçî û tî man. Ango li gel hemû bêderfetiyan jî bawer kirin. Hevalên jin pêşengiya performanseke bêhempa kirin. Li dijî dewleteke bi ser NATO’yê ve, bi berxwedaneke ku bi heman dom kirî, tişta ku li wan tunelen biçûk derketî holê û hatî domandin ne jirêzê ye.’’

YJA Star xwe hê jî têr nabîne

Ronahî diyar kir ev performansa jinan, nîşan dide ku li Kurdistanê tovên azadiyê çendî xweş hatine danîn û got, ‘’Rawesta li serfiraziyê rawesta li azadiyê ye. Gerîlayên YJA Starê jî nîşan dan ku tercîha wan li ser azadiyê çendî zelal û qeyîm e. Li dijî faşîzmê azadî hate hilbijartin. Li dijî sertewandiniya faşîzmê tercîh li ser şer, teslîmnebûnê û êrîşê hate kirin. Bi rastî jî hin hevalan bombeya xwe ya dawî di nav dijmin de teqand. Ev helwesta birûmet dîrok e nû, çandek e nû, bawerî û sincekî nû tîne. Em YJA Star vê performanê têr nabînin, ji ber ku me dewleta tirk a faşîst hê têk nebiriye, me nekiriye ku bi paş ve gav bavêje, ne nekiriye ku ji Kurdistanê vekişe. Heke me mafê demokratîk a kurdan, statûya wan, Rêber Apo weke muxatabê fermî bida qebûlkirin me yê bigota em serkeftî ne.’’

Em li serfiraziyê asê bûne

Ronahî diyar kir wan ev rastî li ber xwe danîne û plansaziya sala 2022’an kirin, ew dipên ku ji salên berê zêdetir êrîşê bîni ser wan û wiha got: “Tu niyeta xwe ji bo çareseriyê nîne. Em hay ji vê hene. Me, li dijî dewleta dagirker, şerê demokratîk ê gel ku li serfiraziyê asê bûye daye ber xwe. Ji vî alî ve em biryardar in. Plansaziya me bi berfirehî diyar bû. Di hemû mewziyên gerîla de, xasma jî gerîlayên jin wê aktîf bin, pêşengiyê bikin. Bi rola xwe rabin. Bi taktîkên zengîn bi ser dijmin de biçin. Gelê me ji her alî ve wê tişta ku dikeve bara wê de bi cih bîne, wê alîkariya xwe û diaya xwe texsîr neke. Ciwanên Kurdistanê jî wê zêdetir tev li gerîla bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar