Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Ronahî Hisên: Divê em bi fikrên Rêber Apo re bibin yek

Ronahî Hisên diyar kir ku divê ciwanan peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin û ev bang kir: "Em bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bikin yek. Ji ber ku çareserî li Îmraliyê ye. Çareserî di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ye. Ji bo em bikaribin di welatekî azad de bijîn pêwist e em yekîtiya xwe ava bikin. Pêwist e em bi neteweya demokratîk û wekheviya gelan azadiya xwe ava bikin. Ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin Pêwist e em bi destekî têkoşîneke pir mezin bidin meşandin."

21 rêxistinên ciwanan ên cîhanê di 8’ê hezîranê de li paytexta Lubnan Beyrûdê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê li dar xistin. Konferansa du rojan dewam kir bi encamnameyekê bi dawî bû. Di konferansa ku bi dirûşmeya “Ciwan û avakirina pêşeroja azad” hat lidarxistin de bandora modernîteya kapîtalîst a li ser ciwanan, têkoşîn û ezmûnên xweseriya ciwanan, qirkirina xweza û jîngehê, rewşa jinên ciwan û azadiya jinan hatin nîqaşkirin. Pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan a di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan jî rojevên sereke yên konferansê bûn.

Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hisên têkildarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê nirxandin kir. Ronahî Hisên da zanîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê dîrokî bû û wiha got:”Em di destpêkê de Konferansa Rojhilata Navîn li Rêber Apo pîroz dikin. Bi rastî ev konferanseke pir girîng û dîrokî ye. Kelecana li wê derê ji me re hêzeke mezin çêkir. Bi taybet jî wekî ciwanên Rojava yên çûne wê derê. Wek ciwanên ku roj bi roj saet bi saet di nava şer de mezin bûne. Ya girîng yek jê ew bû ku em li wir êş û pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş bikin. Wek ciwanên Rojhilata Navîn çareserkirina bi hev re ya pirsgirêkan girîng e. Li konferansê li ser gelek xalên girîng nîqaş hatin kirin. Li ser dewletên hegemon ên dixwazin ciwanan bikin armanc hat axaftin. Jinên ciwan gelek peyamên girîng dan. Her kes bi çanda xwe hatin wê derê û bi zimanê xwe li wir nêrînên xwe anîn ziman.”

Ronahî bi lêv kir ku di konferansê de pêşniyarî jî hatine kirin û wiha domand:”Projeya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo derxist pêş , li konferansê serkeftinek da nîşandan. Ji bo jiyaneke azad, ji bo Rojhilata Navîn a Azad ev konferans pêşketineke erênî bû. Gelek nîqaş li ser şerê taybet ên li ser ciwanan tên meşandin hatin kirin. Ji bo tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ên li ser ciwanan tên meşandin me pêşniyarên çareseriyê jî kirin. Dema tu bixwazî civakekê yan jî welatekî nas bikî tu yê berê li jin û ciwanên wî welatî mêze bikî. Çi dijîn çawa dijîn, erkên wan ên esasî çi ne, bi kîja erkê radibin ev girîng e.”

Aşiqên fikir û ramanên Rêber Apo peyamên xwe dan

Ronahî bal kişand ser peyamên di konferansê de û wiha got:”Zihniyeta desthilatdar ên ku bi salan e li ser civakê hukum dike li her derê heye. Tenê jin biçûk dîtiye û ji xwe re wekî namûs dîtiye. Bi navê mislimantî û bi gelek navên din vê zihniyetê jin mehkûm kiriye. Li konferansê ev jî hat nîqaşkirin. Li ser zewaca di temenê biçûk de, revandina jinên ciwan, tunekirina îradeya jinên ciwan li wir hat nîqaşkirin. Kesên aşiqên fikir û ramanên Rêber Apo ne li wir peyamên xwe dan. Li konferansê xwe dan nîşandan. Her wiha peyama em wekî jin çawa dikarin xwe biparêzin derket holê. Peyamên li wir YPJ’ê da jî bandorek girîng da çêkirin. Peyama jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin li konfransê derket pêş. Jinan gotin di milê fikrî de be di milê hilgirtina çekê de be di hemû milan de em ê erkên xwe yên sereke bi cih bînin. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Zihniyeta desthilatdar a ku li ser jinê tê meşandin hat redkirin. Heta asteke mezin ev peyam hatin xuyakirin.”

Ciwanan piştgiriya xwe ya pêngava azadiyê ragihandin

Ronahî diyar kir ku biryarên girîng di konferansê de hatine girtin û wiha got:”Hinek biryarên girîng jî di konferansê de hatin girtin. Ji bo bibe stratejiyeke demdirêj a ciwanên Rojhilata Navîn û avakirina konfederalîzma ciwanan a Rojhilata Navîn ev girîng bû. Ji bo kar û xebatên demdirêj bi hev re bên meşandin hinek biryar hatin girtin. Ji bo li dijî şerê li ser welatê me tê kirin em sekneke xurt bidin nîşandan biryar hatin girtin. Li wir gelek xal hatin diyarkirin. Yek ji biryareke girîng jî ew bû ku em li dijî şerê taybet xwe bi rêxistin bikin, em xwe pêş bixin. Ji bo avakirina civakek exlaqî, ekolojîk li ser azadiya jinê wekî biryar hat girtin. 21 rêxistin û tevgerên ciwanan di konferansê de ji bo hemleya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ piştgiriya xwe nîşan dan. Li wir ciwanan gotin divê Rêberekî wekî Abdullah Ocalan di zindanan de nemîne. Dirûşma ‘Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ di konferansê de xwe da nîşandan.”

 ‘Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’

Ronahî bal kişand ser têkoşîna hevpar a ji bo azadiya Rêberê Apo û wiha bi dawî kir:”Di encama konferansê de planên demdirêj hatin amadekirin. Hat gotin divê em xwe bigihînin hemû ciwanan. Bi rêya zoomê û bi rêyên dinê divê ev xwegihandin pêş bikeve. Ev amadekarî û plansazî ne tenê ji bo rojek an jî du rojan e. Komake ku bi vê konferansê hat avakirin wê xebatên demdirêj dewam bikin. Li hemberî êriş, koçberî, hişbirê, dewletên dagirker wê têkoşîn bidome. Bangewaziya min ji bo hemû ciwanên Rojhilata Navîn ew e ku em bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bikin yek. Ji ber ku çareserî li Îmraliyê ye. Çareserî di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ye. Ji bo em bikaribin di welatekî azad de bijîn pêwist e em yekîtiya xwe ava bikin. Pêwist e em bi neteweya demokratîk û wekheviya gelan azadiya xwe ava bikin. Ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin Pêwist e em bi destekî têkoşîneke pir mezin bidin meşandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar