Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Ronahî: Newroz bi PKK’ê re li cewhera xwe vegeriya

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî got, “Bi PKK’ê re Newroz li cewhera xwe vegeriya.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bû mêvanê bernameyeke Medya Haber TV û bersiva da pirsên Gulan Botan.

Çalakiyên gelê Kurd bi coşeke mezin dewam dikin. Em bi çalakiyên 8’ê Adarê dest pê kirin. Îsal çawa bûn?

Çalakiyên 8’ê Adarê îsal bi rastî jî bi coşeke mezin derbas bûn. Bi taybetî girîng bû ku diyarî Rêbertî hatin kirin û ji bo azadiyê hatin pîrozkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê jin bi reng, hest, fikir û ya herî girîng jî bi daxwazên xwe daketin qadan. Azadiya Rêbertî ji daxwazên wan ên sereke bû. Baweriya xwe ya bi dewamiya têkoşînê nîşan dan. Ev gelekî girîng bû.

Sala 2021’ê û destpêka sala 2022’yan li cîhanê ji aliyê çarçove, daxwaz û naveroka têkoşîna jinan ve gelek tişt guherîn bi pêş ve çûn. Ji aliyê lêgerîn, daxwaz û çalakiyê ve hişmendiya azadiyê bi xurtî radixe pêş çavan. Bi vê 8’ê Adarê re piştrast bû ku wê bibe sedsala azadiyê ya jinan.

Têkoşîna jinên kurd, avakirina sîstem/rêxistiniya xwe, birêvebirina têkoşîna avakirinê li her qadê; darizandina sîstema baviksalar a 5 hezar salî bi her rengên xwe yên dîrokî û civakî, hişmendiyeke girîng bi xwe re afirand. Ev yek jî gav bi gav bandorê li jinên tevahiya cîhanê dike. Gelekî girîng e ku jin xwedî rêxistiniyê ye, li gorî pêwîstiyên xwe sazîbûna xwe ava kiriye û gihîştiye wê astê ku parastina xwe ji kesî re nehêle.

Newroz bi PKK’ê re bû xwedî kîjan wateyê? Hûn dikarin qala girîngiya fedayiyên bûne Newroz ên li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bikin?

Bi PKK’ê re Newroz li cewhera xwe vegeriya, jinûve bû xwedî wateya vejînê.  Gelekî girîng e ku Mazlûm Dogan ne rojeke cuda, lê belê Newroz tercîh kir. Qirkirin, teslîmiyet, înkar, xiyanet û bênasname hiştinê red kir. Bi rêbaz, sekn, berxwedan û ruhê PKK’ê ji bo jiyana bi rûmet û azad jiyana xwe feda kir. Lewma Mazlûm Dogan Newroz e, ruhê PKK’ê ye.

Ya ku da ser şopa vî ruhî Zekiye ye. Xwendekarek ku ne kadro bû, tiştên bi serê gelê wê ve dihat di dilê xwe de hîs dikir. Li ser sûrên Amedê bedena xwe kir agirê Newrozê. Meşaleya azadiyê bi ser sûran ve çikand. Ji sala 1990’î û vir ve ev meşale qet venemirî.

Rahşan jî sala 1992’an li Îzmîr/Kadîfekaleyê ev mîrate/kevneşopî hilda û bû xelekek nû. Nîşan da ku tu hêz nikare Newrozê azad bike, pêwîstî pê hebe wê bi bedena xwe pîroz bikin. Ew jî ne kadroyek bû. Welateparêzek li sirgûnê helwesta fedayîtiyê nîşan da. Keçeke kurd a li metropolên tirk pireke azadî û têkoşînê di navbera gelê kurd û Kurdistanê de danî.

Bi sala 1994’an re li Ewropayê hevalên Bêrîvan û Ronahî çalakî kirin. Min herdu jî ji nêz ve nas kir. Me bi hev re li heman qadan têkoşîn meşand. Sekna herduyan, asta wan a biryardariyê, lêgerîna wan a azadiyê min ji nêz ve nas kir. Di 21’ê Adarê de jiyana xwe feda kirin û mesaja vegera fîzîkî û ruh ya li welêt hem da gelê kurd ê li dîasporayê hem jî peyam da dijmin û dewletên Ewropayê. Piştî çalakiya wan li tevahiya Ewropayê bi sedan tevlibûn çêbûn.

Ji aliyê Sema Yuce ve jî ev bi vî rengî ye. Digot, ‘Ez dixwazim ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bibim pirek’. Di heman demê de silava li îdeolojiya rizgariya jinan kir. Baweriya bi Rêbertî re ye.

Dema ku mirov bala xwe didin ser şehîdên Newrozê ruhekî nû, şêweyekî berxwedanê û rêbazeke serhildanê dibînin. Ev ruh ruhê PKK’ê ye. Ruhê jinên kurd e ku di agirê Newrozê de xwe ji nû ve afirand.

Newroza îsal di heman demê de weke ‘Newroza azadî ji Rêber Apo re’ hate pênasekirin. PKK bi çi rengî gihîşt sala 50’yemîn. Di serdemên çawa re derbas bû?

Meşa rêya dîrokî sala 1973’an bi têkoşîna avakirina komekê ya di Newrozê de dest pê kir. 50 salên vê meşê danheviyên gelekî girîng afirand. Rêberê me pêşî li Newrozê vekir. Em gihand çiyayên Kurdistanê, gihand agirê azadiyê. Gelekî ku xwedî li rûmet, hebûna xwe derdikeve û têkoşînê herdaîmî dike; milîtanên ku ji bo vî gelî dikarin têbikoşin afirand. Ji neteweperestî, olperestî û zayendîperestiyê wêdetir, hişmendiyeke neteweya demokratîk pêşkêş kir.

Asta Tevgera Jinan ya Azad û rola jinên kurd a di pêşketina 50 salan de çi ye?

Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka me ya têkoşînê ya 50 salan, dibînin ku di nava PKK’ê de jin hêmana bingehîn e. Di şoreşa zîhniyetê û têkoşîna bênavber de pêşeng e. Cewher, ruh û îdeolojiya jinan e. Bêguman yê ku ev afirand Rêbertiya me ye. Ji aliyê dîrokî û civakî ve nakokiyên xwe yên bingehîn gelekî rast in;

* Nirxên mirovahiyê di destê komek hegemon de ye û bi sed milyonan mirov jê bêpar têne hiştin.

* Hêzên hegemonîk xwezayê talan dikin, xweza û mirov ji hev têne dûrxistin.

* Dûrxistina jin û mêr a ji ber zîhniyeta bi serweriya mêr a 5 hezar salî, yanî nakokiya zayendî.

Ev her sê nakokiyên bingehîn bi stratejiyeke ji rêzê nikare bê analîzkirin. Rêberê me ev paradîgma; taktîk û stratejiya xwe dispêre vê yekê diyar kir û bernameya wê ya rêxistiniyê destnîşan kir. Bi saya vê destwerdana dîrokî Tevgera Jinên Kurd gihîşt vê astê.

Me rêxistiniya xwe ya xweser a destpêkê di sala 1987’an de ava kir. Artêşbûna jinan, afirandina rêxistiniya yekitiyê, partîbûna jinan, avakirina sîstema konfederal a demokratîk a jinan bi dorê pêk hatin. Lewma şoreşeke gelekî mezin a jinan hat lidarxistin. Jinên kurd ku tune dihatin hesibandin îro li her qada jiyanê bi rola pêşengiyê radibin, ku ev yek ne karekî biçûk e. Bêguman em vê yekê deyndarê Rêbertiya xwe ne. Têkoşîna azadiyê wê dewam bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar