Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ronahî Serhad: Di 8’ê Adarê de derseke dîrokî hate dayin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku jinên ji gelên cuda yên herikîn qadên 8'ê Adarê, derseke dîrokî dan desthilatdariya AKP-MHP'ê

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad sekn û helwesta jinan a di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hate nîşandan ji ANF’ê re nirxand. Ronahî Serhad di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya 8’ê Adarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û 8’ê Adarê li şoreşgeran, girtiyên jin ên siyasî û di şexsê Emîne Şenyaşar de li hemû dayikan pîroz kir.Ronahî Serhad anî ziman ku li dijî êrişên zayendîperestî, neteweperestî, olperestî, qirker û faşîst ên sîstema bi serweriya mêr, jinan bersiva herî bi heybet li qadên 8’ê Adarê dan û got ku çalakiyên 8’ê Adarê moraleke mezin da civak û gelan û têkoşîn gihand qonaxeke nû.

Endama Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku têkoşîna jinan di nava sala 2021’ê de li dijî êrişên qirker, zayendîperest ên bi zor û tundiya desthilatdariyên netewe-dewletê li ber xwe da, bi ser xist û ev serketin jî bi 8’ê Adarê tacîdar kir. Ronahî Serhad got ku îradeya têkoşînê ya ku di 8’ê Adarê de derkete holê ji niha ve serketina sala 2022’an diyar kiriye, rêya serketinê nîşan daye û ev nirxandin kir: “Ji yên herî extiyar heta yên herî ciwan; jinên ji gelên kurd, ereb, tirk, ermen, suryanî yên herikîn qadên 8’ê Adarê derseke dîrokî dan desthilatdariya AKP-MHP’ê ya yekperest û faşîst. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di dîroka Tirkiyeyê de weke desthilatdariya dijminê gel û jinan, desthilatdariya zordar, neteweperest û zayendîperest gihîşt asta herî bilind. Yekane alternatîfa vê desthilatdariyê jî jin e. Jinên ku bi bernameya têkoşînê ya ‘Dem dema jinê ye’ bi rê ketin û bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ têkoşîna sala 2022’an pêşwazî kirin, hêza herî guherîner a şoreşger e. Her jin û rêxistinên jinan ên ji xwe bawer dikin, bi rengekî stratejîk nêzî yekîtiya têkoşînê, rêxistinî û parastinê dibin, dîtin ku sedsala 21’ê dikare bibe sedsala jinan û gelan. Ji bilî jinan kes xwedî vê hêzê nîne.”

Ronahî Serhad destnîşan kir ku 8’ê Adarê dîroka raperînê ya sedsala heyî ye û wiha got: “Dîroka mirovahiyê ya sedsala 21’ê wê bi têkoşîna jinan bê destnîşankirin. Lewma 8’ê Adarê ne tenê pîrozbahiyeke, di heman demê de parastina hebûna jinê ye, raperîna misogerkirina azadiyê ye. Jin aktorên guherîna civakî ne, hêza herî şoreşger a dînamîk e.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad wiha dewam kir: “Hate dîtin ku jin li Kurdistanê hêzeke civakî ne, li herêmê û cîhanê jî weke tevgera li dijî sîstema bingehîn hêza herî bi bandor e, ku dikare xeta polîtîk a sedsalê diyar bikin. Jin wê êdî daxwaza mafê xwe ji sîstema bi serweriya mêr nekin. Jin wê ji bo têkbirin û jiholêrakirina sîstema zayendîperest û mîlîtarîst a netewe-dewletê ku sîstema bi serweriya mêr a mêtinger e,  sîstema xwe ya bedew, edalet, demokrasî û azadiyê ava bikin, civakeke nû biafirînin.”

Ronahî Serhad destnîşan kir ku dem hatiye li dijî polîtîkayên bi serweriya mêr, polîtîka û aqlê jinê yê azadîparêz bi çalakiyên hîn bi bandor bikeve pratîkê û wiha got: “Lewma pêngava ‘Dem dema jinê ye’ ku tevgera me ya jinên kurd da destpêkirin xeta têkoşînê ya sala 2022’an diyar dike.”

Li ser bandora coşa 8’ê Adarê ya li Newrozê jî Ronahî Serhad wiha axivî: “Bilindbûna azadiyê ya bi coş, baweriya têkoşînê, fikrên sayî, hêviyên xurt ên di 8’ê Adarê de derketin holê, yekbûna bi Rêberê me Rêber Apo re ye. Parçekirina Îmraliyê soza azadiyê ya jinan e ku xwe gihandine felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Jinên ku bi dirûşma ‘Dem dema jinê ye’ daketin qadên 8’ê Adarê, wê azadiya Rêber Apo weke azadiya jinê bigihînin Newrozê. Em ji niha ve Newroza Rêbertî li jinan hemûyan pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar