Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad sala 2020’î ji aliyê jinan ve nirxand.
Ronahî Serhad diyar kir ku ji bo jinên têkoşer, têkoşîna salê bi 8’ê Adarê dest pê dike û wiha got: “Di 8’ê Adara sala 2020’î de jinên kurd bi dirûşma ‘Jin wê cîhanê biguherînin’, li qadên din ên cîhanê jî bi dirûşma ‘Jin rawestin wê cîhan raweste’ daketin qadan. Nabe ku em tenê weke mîtîngên qadan li vê yekê binêrin. Protestoyên mezin, xwepêşandanên dansê yên komî, gelek çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin. Bi grevan têkoşîna sendîkayî hat xurtkirin, di berxwedana girtiyên siyasî de jî asteke herdemî afirî. Li dijî qanûnên zayendîperest ên ku serweriyê li jinan ferz dikin, têkoşîna rewa-mafdar hat meşandin. Çalakiyên ku pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, çandî, perwerde û tenduristiyê xistin rojevê pêk hatin. Di armanca raperîna jinan de hevkarî hebû. Li ber destavêtin, dagirkerî, tundî, komkujî û koçberiyê rabûn. Ji bo çareseriya vê jî pêwîstiya bi rêxistinbûna hevpar, parastina hevpar û têkoşîna hevpar destnîşan kirin. Hêza guhertinê afirandin. Nerazîbûn ji ber xwe ve yan jî bi rengekî demkî rû nedan. Hem rêxistinbûn hem jî hevpariya dijberiya li sîstemê berfireh bû. Vê yekê jî tevgera li dijî sîstemê her timî çalak kir. Mirov dikare bêje ku gihîşt asta têkoşîneke global.
Krîza sîstemê çiqasî global be, têkoşîna li dijî sîstemê jî ewqasî global bû. Jinan pêşengî ji têkoşîna demokrasî û azadiyê re kirin. Ji 8’ê Adara 2020’î û vir ve me şahidî ji vê yekê re kirin. Jin pê hesiyan ku hêza civakî ya guhertinê ne, bi têgihiştina vê yekê û bi rengekî plankirî tevgeriyan. Weke afirînera polîtîkaya civakî îradeya xwe nîşan dan. Ji mexdûrbûnê wêdetir êdî bûn hêza diyarker û daketin qadan. Hêza hesabpirsînê û çareserkirinê destnîşan kirin, jixwebawerbûn, xwe ji dayîna berdêlan venegirtin û bi wêrekî li ber xwe dan.”
Tevgera Jinên Kurd
Di axaftina xwe de Serhad diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd ji salên 1990’î û vir ve weke tevgereke girseyî her sal 8’ê Adarê bi rengekî taybet pêşwazî dikin, bi rengê ku li nirxê xwe yê dîrokî bê bi çalakiyên radîkal pêşwazî dikin û wiha domand: “Li dijî polîtîkaya qirker, asîmîlasyonê, înkarê û dijminatiya li jinan a rejîma dewleta tirk a faşîst, li eniyê bûn gerîlayên jin û bi çekê şer kirin. Li dijî DAIŞ’ê bûn YPJ’î û şer kirin. Ji bo veguherînê ya zayendîperestiyê, darvekirin û girtin dan ber çavên xwe û di nava şert û mercên mêtingeriyê de karên birêxistinkirina civakî herdemî kirin. Binê her kevirî, binê siya her darê ji xwe re kirin qada perwerdeyê. Li dijî desthilatdariya Erdogan a înkar û tunekirinê ku xwedî zîhniyeta şer e, li dijî propaganda reşkirinê, astengiyan û terorîzekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê Ewropa û NATO’yê, her tim azadî anîn ziman.”
Armanca bingehîn a raperîna jinan
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku armanca bingehîn a raperîna jinan a li nava salê rû dan, hesabpirsîna ji sîstemê û lêpirsîna li bingeha desthilatdarî û tundiyê bû û ev tişt anî ziman: “Pîvana wekheviya giştî ya mafên bingehîn tevî ku di destûrên bingehîn de cih digirin, zîhniyeta bi serweriya mêr û nirxên exlaqî yên ku vê serweriyê afirandiye, zayendîperestî, netewperestî, olperestiya netewe-dewletan dikin ku ev qanûn bi cih neyên. Bi demê re bendewariya ji bo başbûna jiyana civakî zêde bû lê belê polîtîkaya mêtingeriyê kûrtir bû û gav bi gav nêzî Şerê 3’emîn ê Cîhanê bû. Sala 2020’î bi pêşketina asta pêşketinê ya civakî re gelekî propaganda hat kirin ku wê aramî zêde bibe lê baştir hat fêhmkirin ku bi mejiyê pozîtîvîst ê pêşveçûnê her kes hatiye xapandin. Propagandaya kapîtalîmzê ya pêşketina azadî û mafên bingehîn, serdema agahî û ragaihandinê têk çû. Fihûş, destavêtin, kirîn û firotina jin û zarokan û bikaranîna wan gihîşt asta herî bilind. Şewqa sîstema kapîtalîst ku pêwendiya her tiştî bi xerckirinê tê danîn, pere bûye patron, desthilatdarî bûye fermandar, êdî vedimire. Hat fêhmkirin ku di bingeha pirsgirêkên civakî yên giran de mêtingeriya jinan heye. Lewma tevgerên antî-kapîtalîst, antî-mîlîtarîst, antî-kapîtalîst îslamî, hawirdorparêz, karker, bêkar, mamoste, karmend, sosyalîst, demokrat, lîberal, tevgerên jinan hemû ji bo guhertina bingehîn a sîstema nebaşiyê ya kapîtalîst bûne yek û bi hev re vê rastiyê tînin ziman.
Sîstema kapîtalîst ji ber ku ji aliyê avanî ve nexweş e, li her devera ku xwe digihîne nexweşiyê belav dike, lewma timî di nava krîzê de ye. Avaniyên netewe-dewlet, desthilatdarî û sektorên kapîtalîst ên ku xwe ji rastiya ‘ya mezin bibe-ya bimire’ xwedî dikin, ji bo nemirin her tiştên zindî ji bo berjewendiyên xwe dikin qurban. Jinan dikujin. Bi pûçkirina nirxên civakî, bi xerakirina avaniya navxweyî, bi tunekirina pêwîstiya bi kolektîf a têkiliyan, tîpê antî-mirov ê ku ji exlaq-estetîkê bêpar e diafirîne, her tiştî dike meta û bi vî rengî ji bo gerandina çerxa endustriyal xwezayê talan dikin.”
Lêgerîneke nû ya radîkal
Her wiha Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku di teoriya azadiya jinan de lêgerîneke nû ya radîkal, lêpirsîna îdeolojîk diafire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nîqaşên bi vê armancê yên ‘Teoriya nû ya femînîst’, ‘Manîfestoya jinan a sedsala 21’ê’, Ji bo ji sedî 99’an femînîzm’ işaretê bi wê yekê dikin ku hîmê pêngaveke nû tê danîn. Her ku faşîzm bi pêş ve diçe, di vê demê de ku muxalefeta li xeta lîberal jî weke pêşketinê dibîne, lêgerîna radîkal a tevgerên jinan ên ji aliyê teorî û pratîkê, pêngaveke bi biryar, ji dil, wêrek û bi hêvî ye. Bi kurtasî ji sîstemê dibihurin û sîstemeke nû diafirînin, pirsgirêka jinan di nava pirsgirêkên civakî de pênase dikin. Dibînin ku civakîparêziya sivîl têrê nake, lewma qîma xwe bi têkoşîna sendîkayî nînin, ji rewşa desthilatdarî-tundî-tekperestiyê rizgar dibin û ji aliyê çandî û civakî ve lêpirsîn dikin. Lêpirsînê jî dispêrin rastiya avaniya netewe-dewletê, rastiya sîstema kapîtalîst û pêwîstiya bi paradîgmayeke nû destnîşan dikin.” BEHDÎNAN