Armanc ji zanista jinê Jineolojiyê çi ye?
Belê, eger em wek têgih bigrin dest Serokatî di parêznameya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de behs kir. Lê avabûneke vê têgihê jî heye. Jineolojî zanista sosyolojîk a jinê ye lê pêvajoyeke ku vê pênaseyê ava kir heye. Ji bo vê yekê di serî de Rêber APO ku vê têgihê afirand, kir malê cîhanê, gerdûnê silav dikim. Di heman demê de ji bo ku di vê xebatê de cih girtin, xwestin bi vê xebatê re bibin bersiv Şehîd Leyla Agirî, Hêlîn Garê û hevala Malda ku rasterast di vê xebatê de cih girt û xebatên xwe li Rojava domand bibîr tînim. Di şexsê sê hevalên şoreşger de tevahî jinên şoreşger silav dikim. Bi derketina Jineolojî re Serokatî bi taybetî li ser lêkolînên li ser jinê sekinî. Me xwest em di bernameyên dîtir de jî vê yekê bînin ser ziman. Kesayeta Serokatî bigre, avabûna PKK bigre, rêdayîna şoreşa Kurdistanê bigre dema mirov van hemûyan lêkolîn dike pir rehet dibîne ku ber bi şoreşa jinê ve ji nû ve dîrok avakirin e. Bi taybetî di rêbazên Serokatî de dahûrandina jin, zilam, civak, kesayet, nirxên erenî, neyînî hatine avakirin. Terzê jiyan, terzê fikir wek argûmanên îdeolojîk wek partîbûn bi nav kir lê naverok ne tenê kadro an jî hema yekser erkên ê demê, an jî milîtanên vê partiyê serkeftî bin. Dibe ku ya herî berbiçav ev xuya dikir. Lê lêkolîna zanista civakî bi awayekî pir kûr pêk hat. Bi taybetî 87 û vir ve di dahûrandinên jinê de kûrbûn çêdibe. Her wiha têgehên îradebûna jinê bigre, zanabûna zayend, hezkirina zayend, têkoşîna zayend, tegihên wek ‘veqetandin’, ‘guhertina zilam’, ‘berdana bê dawî’, Jineolojî bê vana hema ji nişkê ve çênebûye. Di çêbûna her hebûnekê de wextek heye. Hin tişt hene, kombûnek çêdibe. Dema ev hevdû temam dikin, vediguhere tiştekî. Hem em ji vî milî ve digrin dest, hem jî Ji parêznameya Atîna bigrin di hemû parêznameyên Serokatî de behsa guhertina paradîgmayê dike. Em vegerin beriya parêznameya Atîna jî dibe ku tam wek nav ne paradîgma bû lê, di Kongreya 5. a PKK de jî lêpirsineke cidî li ser pratîka sosyalîzm, li ser pratîka têkoşîna netewan û li ser rastiya heyî ya têkoşîna jinan, têkoşîna çînî çêbûbû. Bi rastî jî ew raporên ku Serokatî pêşkeşî Kongreyê kiribû ew ji plansaziyeke leşkerî, siyasî zêdetir lêgerîneke cidî ya li ser nûbûna zîhniyet de bû. Ev hemû di parêznameyan de bûn wek paradîgma. Ev hemû parêznama (Atîna, Ûrfa, AIHM, Parastina Gelekî, Sosyolojiya Azadiyê, Nirxandina Kapîtalîzm, Şaristaniya Demokratîk û Parêznameya 5. a herî dawî). Em van hemû parêznameyan wek naveroka Jineolojî digrin dest. Çima? Ev parezname hemû ji çêbûna mirov derketine rê û li ser têkoşîn, zihniyet û tiştên neyînî yên çanda sinifî çêkiriye lêkolîneke pir berfireh û tespîtên cidî dikin. Çima behsa van dikim? Jineolojî zanista jinê ye. Çima pêwîstiyek bi zanista jinê hebû? Hê jî pênasekirina jinê pêwîstiyek e. Di milê zanist, felsefe, ol û mîtolojiyê de di pênaseya jinê de fikrên pir xirab hene. Çima jin di vê rewşê de ye yanî kole û esîr e? Ji bo xwe ji vê rizgar bike û nasnameya jin ji nû ve bi cih bike pêwîstî bi zanisteke civakî heye. Em di bernameyên dîtir de li paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve girêdayî rawestiya bûn. Me sedemê wê wekî komkûjiya civakî danîbû holê. Niha Jineolojî jî çiqasî komkûjiya jinê ronî bike, derxîne zanabûnê wê komkûjiya civakê jî ewqasî were fêmkirin. Hem di vî alî de lêkolîn lazim e û hem jî jinê wekî ku tenê qûrbanî bûn, mexdûr bûn nîşandayîn ne rast e. Tevî hemû êrîş û komkûjiyan jî di her merheleya dîrokê de rola jinê jî çêbûye lê ev rol herî zêde kengî derketiye pêş? Zanistên pozîtîvîst û sosyolojî dibêje çandeke xwedavendan hebû lê bê mana bû. Yanî bi awayekî hov-ilkel klan hebûye. Ev merhele çi ava kir behsa vê nakin. Ser re derbas dikin. Herkes dîrokê ji Sûmeran dide destpêkirin. Mirov divê xirabiyan ji Sûmeran de bide destpêkirin. Ev nirx heta niha li ber xwe dide. Çawa ku çanda xwedavendan şoreşa civakê çêkir armanca Jineolojî jî derfeta şoreşa duyemîn a jinê çêkirin e. Çanda neolotîk ê gund û çandînî li gorî sedsala 21., li gorî dema em di nav de ne li gorî Mîlenyûmê çêkirin û hemû astengiyên zîhnî derbaskirin e. Dema Serokatî parêznameya Sosyolojiya Azadiyê nivîsand û hat ber destê me û dema me xwen hemû qalîbên di mêjiyê me de yek yek hildiweşiya. Erê wek bîrdoziya rizgariya jinê, têkoşîna zayend bingeheke xurt hebû, lê hîn kûrttir û ziravtir girtina dest çêbû. Dema zanista jinê Jineolojî ket rojevê me jî li ser wê nîqaş da destpêkirin. Dema ew parêzname ji me re hat şandin nisxeyek bû. Wê şevê me parêzname di nav xwe de dabeş kir û heta sibehê me bi nivîsa desta pirtûk zêde kir. Ji ber ku yek nisxe bû. Bi fikrê nû re rû bi rû hatin birastî jî wek vejînek e. Di milê dil û hîssiyat de jî wiha ye. Zanist têkoşînê ve pir girêdayî ye. Zanistên pozîtîvîst di têkoşîna tevgerên jinan de pir xirabiyan kiriye. Teoriyên em pêş dixin mirovan rojane têsîr dikin û têkoşîna şoreşgeran û herkesî têsîr dikin. Ji bo ê yekê JIneolojî hem zanista jiyanê ye, zanista jinê ye, zanista jiyana hevbeş e, zanista azadiyê ye. Sosyolojiya heta niha bê jin bû, di naveroka wê jin tine bû.
Dibe ku girêdayî fêrbûnê me ye jî. Ji ber ku zanistên heyî pir jor de ne û derveyî civakê ne. Pir hiyerarşîk e û di destê çend zilaman de ye. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa behsa Jineolojî kir ji bo we zehmetî ava kir? Ji ber ku guhertina fêrbûyînan zehmet e. Yanî civakîkirin, jiyanîkirina zanistê wê çawa bibe, di vî milî de zehmetî da avakirin?
Di derheqê Jineolojî de çi tê gotin, nivîsandin me hinek şopand. Hinek wek Femînîzma Jina Kurd pênase dikin. An jî bi femînîzmê re miqayese dikin. Her kes tevlî mijara çanda neolotîk nabe. Jienolojî zanisteke nû ye. Ji bo wek zanistek xwe saz bike hê jî jê re pir wext û xebat lazim e. Lê destpê kir. Wek akademî jî di bin serdestî û zextê zilam de ye. Yanî ji bo ji xwe re qadeke veke di her milî de zehmetî û zext hene. Di nav me de zehmetiyek nebû. Berevajî, me bi kêfxweşiyeke pir mezin pêşwazî kir. Di hemû akademiyan de, di nav rêxistinê de her kes dixwaze dersa Jineolojî bibîne. Kadroyên hevalên xort jî dixwazin Jineolojî bibînin, jixwe ev ders tên dayîn. Me civaka Kurd temaşe kir. Bi qasî ku Tevgera Jinê tê de rêxistinkirî ye, li wan deran jî dersên Jineolojî hme ji bo jin hem ji bo giştî civakê tê dayîn. Em jî encamên wana dişopînin. Bername jî hatin weşandin. Di platformên azad de jin û zilam di nav hev de ne. Bi eleqeyeke mezin pêşwazî dikin çima? Ji ber ku herkes xwe di nav de dibîne. Zanist ne dûrî civakê ye. Zanist ne di nav civakê de be, temasî mirov bixwe neke, helbet wê pi li jor bimîne, elît bimîne. Dibe ku wek nivîsên akademîk lazim be lê ji bo çi ewqas lêkolîn tên kirin, ji bo çi ewqasî zanyarî hene? Ma ne ji bo mirov e, ji bo civakê ye. Heke tu nizanibe xwe çawa bide fêmkirin wê demê veqetandin çêdibe, mesafe çêdibe. Jixwe wek çîna serdest zanist xistine milkê xwe û zanist û desthilatdar wek hêzekî dimeşînin. Civak jî weke ku nezan e, jixwe her tên rêvebirin, yanî di encam de muameleyeke çînî tê kirin. Pêşxistina zanista jinê, wê guhertina şoreşeke zîhnî bike. Ev xirabûna 5 hezar sal, qalibên fikriyên şaş ava kiriye. Heta ev neyên lêkolînkirin, dernekevin zanabûnê, wê fikrê rast jî nerûne. Baş e lê ev terzê fikir ê mirovan çawa ava bûne. Mînak mîtolojî, pir baş behsa jinê nake. Destavêtina nirxên jinê, ûslub û şêwazê zilam bi awayekî mîtolojîk anîne ziman. Li wir rastiyek veşartî ye.
Em dikarin bêjin mîtolojî wek eynika dîrokê ye? Em fêm dikin di dîrokê de çi bûye.
Erê, ew çîrok hema ber xwe ve çênebûne. Rastiyek veşartî ye. Mirov demekî dirêj mîtolojîk fikirîne, rêvebirine. Dîsa milê ol mohra xwe lê da. Hema hema mirov dikare bêje heta roja me îro jî derbasdar e. Pir dohmayan, pir qaliban çêkir. Heta îro jî wiha ye. Her tiştî wek gotina ‘îlahî’ pênase kirin û wiha dan sekinandin. Pêşiya şiroveyan, lêgerînan digrin. Em felsefe jî binêrin. Terzê fikirandina felsefe jinê pir biçûk xistin. ‘Jin însan e an na, jin kêm însan e, kêm aqil e’ vana hemû bi rêya felsefe çêkirin. Yanî, felsefe jî roleke neyînî lîst. Sererastkirina vê jî pêwîst e. Ji bo ku mîtolojî, ol, felsefe ne şênber in vana xwe ji zanistê qût kirin lê zanist jî her tiştî pozîtîvîst girt dest. Yanî ger ‘hebe’, ‘dibînim’, ‘şênber be’ bê ku dîroka wê girîng be wek berkirde-obje digrin dest. Jixwe zanista pozîtîvîst jî jinê wek obje dibîne û ti qiymetek nedaye jinê ku lêkolîn jî bike.
Di gihîştina heqîqetê de rêbazên Jineolojî, rêbazên zanyarî çi ne?
Jineolojî van çar beşên rêbaza fikir lêkolîn dike. Helbet girêdana jineolojî bi felsefeyê heye. Yanî kesên ku felsefe di milê xirab de bikar anîn feylesof bûn. Lê di rastî de armanca felsefe çi ye? Di milê zîhnî û rûhî de lêgerîna heqîqetê, xwe gihandina heqîqetê ye. Rêbazê wê lêpirsîn e. Yanî girêdana wê bi jinolojî û sosyolojî re girîng e. Lê aşkerekirina feylesofên ku bi vana ve zîhniyeta civakê rêvebirin, çêkirin lazim e. Yanî hem çar terzê ilim girtina dest, şaşîtî û rastiya wan ji hev derxistin, yên rast xwe re kirina mîrasê esasî girîng e. Li vir nêzîkatiyên paradîgmayî girîng e. Her zanistek xwe dispêre paradîgmayekî. Wekî tê gotin ‘zanist bêteref-bêalî ye’ ne rast e. Zanist ne bêteref e. Zanistên heta niha aligirên desthilatan, serdestan bûn. Ji ber ku ne tenê li ser amûr, alav tiştên wek obje lêkolîn dike. Dema mesele bû mirov û jiyan bi zîhniyeta xwe re şîrove dike. Bi taybetî zanista civakî bi zîhniyeta xwe re şîrove dike. Paradîgmaya ku rê li ber jineolojî vêdike paradîgmaya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’ ye. Jineolojî wek hebûn jinê digre dest. Ji bo vê yekê zanista jinê ye. Civaka exlaqî-polîtîk çawa dikare zîndî be? Ber xwe ve zîndî dibe? Na. Çiqas, jin zindî be, di asta xwedawenda de pîroz dihatin dîtin û di dîrokê de rola yekem lîstin. Şoreşeke zîhnî û civakî çêkirin. Niha carek din şoreşek lazim e. Ji bo vê yekê di milê ontolojîk de jinê esas digre. Li gel vê tu yê çawa vê hebûnê mêze bike. Yanî terzê fikir jî girîng e. Li vir ev girîng e, divê tu bi dîrokê ve girêdayî bigre dest. Yanî zanisteke zindî ye. Hem paşeroj hem jî niha digre dest û encamên wana bi hevdu re girê dide. Bi rexnekirina pozîtîvîzm an jî pozîtîvîzm derbaskirin û terzê fikrandina pozîtîvîzm hilweşandin re mirov dikare vê hebûnê rast pênase bike. Naxwe tu nikarî rast pênase bikî. Wekî din xefkên pozîtîvîzm pir zêde ne. Hem wek gelemperî, hem di hûrgûliyan de xwe fetisandin an jî her tiştî di bin navê dîsîplînê de ji hev qût girtina dest, kirde-berkirde cudakirin, mîsal xweza obje ye, jin obje ye û hwd. xefkên pozîtîvîzmê pir in. Yanî bi serê xwe li ser pozîtîvîzmê sekinandin lazim e. Di rastî de di sedsala 20. de jî li ser pozîtîvîzm rexne çêbûn lê tam nehate derbaskirin. Tişta ava bû jî di bin tesîra wê de ma. Em dibêjin Jineolojî rexnekirina pozîtîvîzmê ye. Helbet rê rêbazên wê ango metodolojiya wê jî girîng e. Di metodolojiya wê de her tişt bi hevdu re girêdayî fikirandin, yanî diyalektîk fikirandin, kuantûmîk fikirandin, her tiştî di nav hev de girtina dest heye. Dîrokê bi çavê sosyolojîk girtina dest heye. Dema diyardeya jinê digre dest, dîroka wê heta kevin de diçe. Zihniyeta zayendperestiyê lêpirsîn dike û zihniyeteke nû ava dike.
Wê têkiliya Jineolojî bi sosyolojiya azadiyê re çawa bibe?
Ji xwe Jineolojî sosyolojî ye. Lê jinê dike navend û ji nûfus bigrin heta aborî, ekolojî her tiştî dinirxîne. Peyvên, têgihên tên bikaranîn, demokrasî, siyaset her tiştî ji nû ve di jiyanê de bi cih kirin encax bi Jineolojî re pêkan e. Helbet sosyolojî bi serê xwe zanista esasî ye. Hemû zanist, xwe dispêrîne sosyolojiyê. Ne tenê em kesên akademîk lêkolîn dikin jî vî tiştî dibêjin. Ji ber ku yê civakê digre dest sosyolojî ye. Kesên xebatên jineolojî dimeşînin pir zêde vê yekê li ber çav digrin dest. Em jî wek PAJK di vî milî de digrin dest. Di navbera îdeolojî û sosyolojî de mesafe qût bûye. Di sedsala 20. de her kes got dema îdeolojiyan bihûriye. Serokatî jî got, “Navbera sosyolojî û îdeolojî kin bûye”. Yanî yek giştî înkar dike, lê îdeolojîk kar dike. Ewqasî berevajî dike. Serokatî jî dibêje, ‘bîrdoziyeke bê sosyolojî xwe bi rêve bibe, nikare serbikeve, nikare xwe bigihîne armanca xwe.’ Helbet dibe ku di bernameyên te de rêgezên te hebin, tespît hebin. Lê ji bo ku di bin navê sosyalîzm an jî azadî de nebin dogma, xwe bi xwe ji xwe re pûtan çênekî, divê di her merheleyeke nû de wana bigre dest, lêkolîn bike û xeta têkoşîna xwe diyar bike. Naxwe li derdor çi biqewime jî, wek rewşa herêmê, rewşa jinan, rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê tu yê tenê bêjî bîrdoziya min ev e, ez ê tenê li ser vê xetê bimeşim. Helbet xetek, stûnek heye. Lê vê yekê bi dem re kirina yek, dem-pêvajo dixwaze çi bêje fêmkirin girîng e. Li vir îdeolojî ji sosyolojiyê sûd werdigre. Helbet sosyolojî jî ji bîrdoziyê sûd werdigre. Her ku biçe wê bibe yek. Jixwe armanca bîrdoziya rizgariya jinê jiyaneke heqîqî avakirin e. Erê wek armanceke dem kurtî rizgarkirina netewa Kurd, avakirina netewe demokratîk heye. Ev jî encax bi pêşengtiya jinê ve pêk were. Windabûna jinê, renginiya hemû gelan ji holê rakir. Wiha bûye ku jiyana mirov dikûje. Xwedawenda ewil li Rojhilata Navîn derket lê li vir tepisî. Hemû gotinên xirab li ser jinê hatin gotin. Mirov çiqas lêkolîn dike ewqas hêr dibe. Hemû zilam, çi akademîsyen, çi siyasetmedar, ji wêjevan, çi rayedar, çi desthilatdar ji bo jinê bin bixin, xirab nîşan bidin ol, mîtolojî felsefe û zanistê li hemberî jinê didin şixûlandin. Divê mirov wiha mêze bike; nexwe jin ewqasî bi hêz e ku, heta roja me îro jî her kes 24 saet bê navber bi awayekî sîstematîk li hemberî jinê disekine. Heta sedsala 20 jî xwendina jinê ya beşa tendurist an jî hiqûq û hwd. qedexe bû. Heta jin nikarîbûn bi zanistê re mijûl bibin. Ger yekî re zewicî be dikarîbû di bin baskê wî de kar bike. Yanî jin nikarîbû bi navê xwe romanekî, helbestekî jî binivîse. Baş e em dikarin ji bo vê bêjin mûnferît ango tenê yek carî ye. Yek mûnferît, du mûnfert… Niha hemû cinayetan jî wek mûnferît didin xuyakirin. Ne wiha ye. Ev 5 hezar sal ji bo her jinekî sedema lêkolînkirin û hesab xwestinê ye. Ev nasnameya xwe ji nû ve çêkirin e. Hebûna xwe, xwebûna xwe avakirin e. Li cihekî şerek ji pênc sal zêdetir bimeşe her kes behsa çi dike? Derûniya şer li ser zarokan çawa ye, li ser jinê, li ser civakê, aboriyê, siyasetê çawa ye? Rast e. Heta ne şerekî 5 sal, buyerek bi tena serê xwe dikare travmayeke çêbike. Baş e, ev 5 hezar sal hemû kuştin e, travmayek e. Tevî wê jî jin di jinbûnê de, civakbûn, exlaqbûn û mirovbûnê de bi israr in. Dîsa jin bi berxwedaniya xwe heta roja me îro hatine. Wekî din wê çi bibûya? Hovîtî çêbûya, hovbûn çêbûye. Lêkolîna 5 hezar sal bikin. Gelo bi eqlê zilamê serdest li ser vê rûyê erdê tiştekî baş çêbûye? Mirov bi giştî tine bike jî nabe lê encax mirov bineqîne. Jin ewil çawa bû koleyê malê, çawa b amûreke seksê, çawa bû karkereke erzan, çawa bû nezan, çawa bû bê nirx helbet rexneyeke bi zanistî pêwîst dike. Jin Jiyan Azadî, Jin-Jineolojî tam jî hev du temam dikin. Di tegihan de, di ziman de pir tişt veşartî ne. Di zimanê qedîm kurmancî de, di Hîlala Zêrîn de, di Mezopotamya de ji hêla zimannasan ve peyvên Jin Jiyan lêkolînkirin pêwîstiyeke pir girîng e. Pêşveçûnên Jineolojî hem wek îdeolojîk hem wek pratîk hem jî wek siyasî hêz dide PAJKê. Helbet Jineolojî wê berjewendiya jinê, azadiya jinê, jiyanê bigre dest. Em jî li ser bîrdoziya rizgariya jin kar dikin. Em ji teoriya bîrdoziya rizgariya jinê ketin rê û niha jî têkoşîna xwe li ser vê yekê dimeşînin. Dibêjin em hemû mîrateyên têkoşîna jinên cîhanê ji xwe re esas digrin. Helbet jinên akademîsyen, nivîskar feylesof hene. Ew jî teoriya femînîzmê pir xurt kirine. Hem li vê mîrateyê xwedî derketin hem xwedî li neolotîkê derketin ji bo me jî ji bo Jineolojî jî bingeh e.
Em dikarin wiha bêjin. Ji bo ku di qada zanistê de nûbûyîn çêbibe nêrîneke jinelojîk pêwîst e. Çi qada sosyolojî, arkeolojî an jî qadên wek tendurîstî, matematîk û her tiştî de nêrîneke jineolojîk hebe hemû qadên zanistê jî bi vê têr dibin. Em hatin dawiya bernameya xwe. Ger tiştekî kêm mabe, bixwazin li ser zêde bikin kerem bikin.
Belê, hedefa Jineolojî problema sedsala 21 çareserkirin e. Di sedsala 21’em de li her derê qîrîna jinan, tevgerên jinan hene. Ewqasî tundî, şerê cîhanê yê sêyem tê meşandin. Jin wê ji xwe çi esas bigre, bi rastî jî derfetên şoreşa jinê heye an nîne. Helbet wê gotineke Jineolojî di derheqê van hemûyan de hebe. Em dikarin wek PAJK’ê di bernameyeke din de li ser mijara sedsala 21. ji me re çi dibêje, derfetên şoreşa jinê heye nîne de rawestin. Helbet wê Jineolojî bersivên xwe bi xwe bide. Lê em dikarin wek partiya pêşeng li ser vê yekê rawestin. Carek din dibêjin baweriya hemû jinan, hezkirina jinan Jineolojî ye. Her jinek di vê zanistê de cihê xwe digre. Em jî bawer dikin Jineolojî wê bi hêzeke pir mezin di vê sedsalê de rola xwe bilîze.