Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Ronahî Serhat: Cewhera 8’ê Adarê raperîn e

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat destnîşan kir ku îsal jî dê di 8'ê Adarê de lêpirsîneke radîkal li sîstemê bê kirin û wiha got: “Cewhera pîrozbahiyê, serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstemê ye.”

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Ronahî Serhat di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîdên têkoşîna azadiyê Zîn Cîzre, Leyla Agirî, Sema Koçer de şehîdên têkoşînê bi bîr anî û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.

Serhat anî ziman ku jinên Kurd ji dema ku li nava refên PKK’ê dest bi têkoşîna azadiya jinan kirin û vir ve her 8’ê Adarê kirine mîladeke têkoşînê û bi vê wateya dîrokî 8’ê Adarê pêşwazî kirin û wiha got: “Me têkoşîna wê yekê kir ku 8’ê Adarê ji wateya rojeke sembolîk a bîranîna maf û pirsgirêkên jinan derxînin, her rojê bikin rojên têkoşînê.”

Hêzên YJA Star, YPJ, YJŞ û HPJ destkeftiyên hemû jinan e

Ronahî Serhat anî ziman ku li nava şert û mercên mêtingeriyê yên li Kurdistanê, li gorî ruh, wateya 8’ê Adarê bersiva herî guncaw bi xweparastinê, bi têkoşîna azadiya jinan tê dayîn û wiha domand: “Têkoşîn û rêxistiniya xwe naspêre xeta xweparastinê, neçar e têk biçe. Gerîlayên jin ên li çiyê, deşt û bajaran, yekîneyên çekdarî yên jinan temînata azadiyê ne. Dest ji vê yekê nayê berdan. Li dijî artêşên netewe-dewlet û rêxistinên wan ên mîlîtarîst weke DAIŞ, Boko Haram û hwd. ên bi neteweperestî û zayendîperestiya mêr hovîtiyê dikin, xweparastin şert e. Tecrûbeya YJA Starê ya li çiyayên Kurdistanê, bi dersên xwe yên mezin ji niha ve mohra xwe li dîrokê xistiye. Her wiha li Rojava rêxistinbûna xweparastina jinan a YPJ’ê, bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji tevahiya cîhanê re. Wekî din li Şengalê yekîneyên YJŞ’ê, li Rojhilat HPJ hene. Ev ne tenê destketiyên jinên kurd e. Divê jin hemû xwedî li wan derkevin.”

‘Dikarin dest ji her tiştî berdin lê nikarin dest ji xweparastinê berdin’

Di axaftina xwe de Ronahî Serhat da zanîn ku di serî de DYE, Rûsya, Fransa, Almanya her kes baş zane ku AKP, Erdogan ji bo xurtkirina DAIŞ’ê her tiştî dikin û ev tişt anî ziman: “Heta ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe dê gefa DAIŞ’ê dewam bike. Ji ber kiryar û polîtîkayên qirkirina jinan û qirkirinê ya dijmin, xweparastin şêweyekî jiyanê û têkoşînê ye. Parastin meseleyeke jiyanî ye ku nabe ji kesî re bê hiştin. Dema DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê, bi sedan mirov qetil kirin û jin revandin, destavêtin jinan, hate dîtin ku ne dewleta Iraqê ne jî PDK’ê nexwestin tiştekî bikin. Berevajî ji herêmê reviyan. Niha jî bi zordarî hewl didin ku hêzên xweparastinê yên xelkê Şengalê ji hev belav bikin. Eger xelkê Şengalê, jin û ciwanên Şengalê dest ji vê yekê berdin, dê bê wê wateyê ku serê xwe dirêjî binê şûr dikin. Dikarin dest ji her tiştî berdin, jiyan jî di nav de, lê belê divê dest ji xweparastinê, dest ji xwerêveberiyê bernedin ku ev rêxistinbûn ji bo jiyana wan bi xwe ye. Em berxwedana wan a bi pêşengiya jin û ciwanan nîşan didin silav dikin, 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat diyar kir ku li her welatî li nava her civakê jin bi heman gef û metirsiyan re rû bi rû ne û wiha got: “Divê jin teqez li hev kom bibin û yekîneyên xweparastinê ava bikin. Rê û rêbazên vê jî li gorî xwe dikarin diyar bikin. Divê jin xwedî tevneke rêxistinbûnê bikin ku hay ji hev hebin. Yekîneyên parastinê yên ciwanan dikarin hebin ku karibin bikevin nava liv û tevgerê. Bi kîjan rê û rêbazê, bi kîjan amûrê dibe bila bibe divê jin teqez karibin rê û rêbaza bersivdanê peyda bikin.”

Xwestina azadiya jinan xwestina pergaleke nû ya cîhanê ye

Di dewama axaftina xwe de Ronahî Serhat ev tişt anî ziman: “Sîstema kapîtalîst ku jinan wek hêzeke porno, reklamê, fûhûşê û keda bi erzanî bi kar tîne, jinan di asta herî ketî de dihêle, bi vî rengî sîstemeke li dijî civakê ye, li dijî mirovahiyê ye. Hovîtiya mêtingeriyê ya kapîtalîst ne tenê li dijî jinan e di heman demê de mirovahiyê, xwezayê û cîhanê tune dike. Aloziya ji ber nexweşiyên şewbê, bêkariyê, krîzên civakî, nehevsengiya avhewayê hemû rewşa neyînî û xitimandî ya sîstemê radixe pêş çavan. Mirovahî nikare sedsaleke din jî bi sîstema kapîtalîst bijî. Xwestina azadiya jinan xwestina sîstemeke nû ya cîhanê ye. Heta sîstema kapîtalîst ji holê neyê rakirin ku sîstembûna zîhniyeta şaristaniya çînî ye û sîstemeke nû li şûna wê neyê afirandin, jin rizgar nabin. Jin û civak rizgar nabin. Tevgera sereke ya ji nava tevgerên li dijî sîstemê, tevgera jinan e. Jinên ku bi vê rastiyê hesiyane, li her devera cîhanê bi mîtîngan, xwepêşandan, nîqaşan, raperînê lêgerîna xwe ya li sîstemeke nû nîşan didin. Îsal di 8’ê Adarê de dê sekneke radîkal bê nîşandan ku sîstema bi serweriya mêr lêpirsîn dike. Pîrozkirin, pêşwazîkirina 8’ê Adarê tê wateya serhildan, raperîn. Jin her sal bi peymana azadiyê, bi veguherîa cewhera raperînê nêzî 8’ê Adarê dibin û tev li dibin. Cewhera pîrozkirinê serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstema mêr a serdest e.”

Li dijî qirkirina jinan dem dema azadiya jin û civakê ye

Her wiha Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sekn, ruh û xeta têkoşînê ya sala 2021’ê ji aliyê 15 hevrêyên me yên leheng ve hate diyarkirin ku li Garê destan nivîsandin. Encamên êrîşa dagirkeriyê ya desthilatdariya AKP’ê ya li Garê û encamên wê ji aliyê tevgera me ve ji raya giştî re hate aşkerakirin. 15 hevrêyên me yên bi fermandariya Şoreş Beytuşşebap xeta serketinê ya pêngava me ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ destnîşan kirin. Hêzên gerîla li hemû çeperên lê bûn bi taktîkên gerîlatiya şareza dijmin têk birin.

Her wiha pêngava me ya KJK’ê ya bi navê ‘Li dijî qirkirina jinan, dem dema azadiya jin û civakê ye’ ku bi rengekî xweser tê meşandin, dê li ser xeta fedayî ya Garê ji bo misogerkirina serketinê bi milîtaniya azadiyê ya jinan bê meşandin û wezîfeyên pêşengiyê wê bi cih bên anîn.

Jin û ciwan ku hêza guherîna civakî û hêza şoreşê ye, divê civakê rakin ser pêyan. Dem dema azadiyê ye. 8’ê Adarê ya 2021’ê wê bibe qada têkoşîneke radîkal û dewlemend ku teqez bi ser bikeve. Gotina me wê çalakî be, çalakiya me jî wê serketin be. Di çalakiyên îdeolojîk, leşkerî û siyasî de karên me yên avakirinê wê dewam bikin. Li dijî jinan, nirxên destketî û qadên me yên azad êrîş ji kê tê bila bê, wê bi ruhê Garê bersiv bê dayîn. Em sala 2021’ê weke sala jinan pêşwazî dikin, ji gotinê heta çalakiyê, ji hunerê heta sporê em ê her qadê, bi nirxên azadiyê bixemilînin, zêde bikin, bedew bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar